Em rêhevala Zîlan di salvegera çalekiya wê de bi rêz bi bîrtînin û carek din minetdariya xwe diyar dikin. Zîlan xwedawenda divê li hemberî wê bejin werin tewandin. Di dîrokê de hûn dizanin, qiblegeh hene, perestgehên pîroz hene. Di navîna wan de xweda an jî xwedawendên pîroz hene.
Li ser azadiya jinê hewlên xwe yê hêzbûna hizir û lêhuriya kesayetî hê jî didomînim. Ji jinan re azweriya xwe ya cewherî û girêdana xwe rave dikim. Di dîroka şaristaniyê heta hê demên kevin de tevî dextên dijwar, an jî ne dijwar, min dahurand. Ji bo hewlên wan jî ez spas dikim, slav û heskirinên xwe pêşkeş dikim. Ez bilêv dikim ku jin ewleyên rastîn a serkeftina demokrasiyê ne.
Şer çalakiyeke bi kok e ku gel jîndar dike. Dema tu gelekê bînî asta ku şer bike, tê wateya ku nîv bi nîv te ew gel rizgar kiriye.Di şerê gel de dilxwazî esas e. Welatparêziyeke mezin, hest û ramanên azadiyê esas e. Ger sozên ku hatine dayîn bi baldarî were şopandin, wek encam; atêşa me ya gel û şerê me mukemel dê bimeşe.
Şer, tenê bûyereke şîdetê nîne. Şer; ji bo me qet tenê tundiyeke kor nîne. Dibe ji bo dijmin wiha were gotin, lê ji bo wan jî wiha nîne. Em jê re dibêjin tundiya kor, lê dijmin jî bi şerkirinê ji xwe re qada jiyanê diafirîne. Ji bo xwe, ji bo çîn, ji bo desthilatdariya netewa serdet tim qadên ji bo jiyanê pêşdixîne.
Hevala me Berîtan raporek ji min re şandibû. Min hîn şehadeta wê nebihîstibû, û ew heval her tim di hişê min de bû: "Ez dixwazim romanek li ser dahûrandinên Rêber APO sûd werbigrim û binivisinim" wê dema ku wiha name şandibû wiha bal kişandibû li ser tekoşîna min. Bala min gelek kişand. Kesekî di koma me de berê daxwazekî bi vî awayî negotibû.
Min heta niha di tevahiya parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne.
Ji dîroka şaristaniyê pê ve pêşketina civaka çînî civakîbûn û netewîbûn ji koletiyê heta roja me heta rengirtinên civakê yên cihê her yek ji eşîret û civatên gelan bi rengên cuda pêk hatine. Carna bi aştî, carna bi şer, carna bi rêbazên çandî û aborî, carna bi rêbazên siyasî hiştiye ku hindek erênî bi pêş bikevin û hindek jî tune bibin.
Ji bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê re girêdayî mayîn, meseleyeke pir mezin e. Rêhevaltiya partî, hevaltiya dozê, eger ku rastiya berxwedêrên xwe yên herî bîngehîn, bi her milî ve tênegihêje, wê demê, xirabiya herî mezin ji xwe re dikin.
Artêşbûn û şerê artêşê her tiştî diyar dike. Em tevlîbûna xwe ya şer bi pîvanên ku wê zaferê di her milî de gengaz bike pêk bînin! Piştî ku me bi vî tarzê şer kir, mirin ji kuve were bila were, windahî li ku derê tê bila were emê qebûl bikin. Dema ku jin bibe artêş pêkhatina talebên takekesî, rojevbûna nasname û azadiyê zêdetir rasteqîn dibe.
