Em rêhevala Zîlan di salvegera çalekiya wê de bi rêz bi bîrtînin û carek din minetdariya xwe diyar dikin. Zîlan xwedawenda divê li hemberî wê bejin werin tewandin. Di dîrokê de hûn dizanin, qiblegeh hene, perestgehên pîroz hene. Di navîna wan de xweda an jî xwedawendên pîroz hene.
Peyrewên wan, mensûbên wan di rojên di cih de diçin xwe davêjin wan perestgehan. Ji bo lêborînê, xwe davêjin ber wan, bang dikin, lawa dikin. Ev rêheval, rêhevalên wisa ne. Weke çûyîna perestgehê hûnê di huzûra wan de xwe bitewînin. Hûnê xwe bavêjin secdê. Êdî divê olekî we, îmaneke we hebe.
Ew bi xwe nirxên me yên perestgehî di asta pîroziyê de ne ku, pêwîstiya me bi zêdehî li wan hene. Çima em bi mezinbûna wan nebawerbin û îman nekin û cardin ji bo pêdiviyan, xwe navêjin secdê. Dibin fermandariya emrê wê de nemeşin? Hûn dizanin di dîrokê de nirxên wisa hene ku di serî de, bi bawerî û îman pêkanîna vê secdê şûnde, bi leşkerên di bin emrê xwe de dikevin nava êrîşeke muthîş.
Di agirê Zîlan de her tişt diafire. Mesela di hestan de, ew agir her tiştî, her qirêjiyê paqij dike. Kesayeta jin, kesayeta xwedawend zêdehî bibandore. Ji ber di wî agirî de hemû qirêjî û lewazî hatine şewitandin.
Tercîha mirovbûnê, yekbûna zimanê Zîlanbûnê bi fikrê Zîlan gengaz e. Îfada giştî ya şehadetan, nûneriya jorîn ya arasteyî ya birdozî, derbaskirina fikir, hestên ku kesayet derbas dike û dibe zimanê rêxistinî ya civakî bi Zîlan xwe bisaz dike, dibe îfada berbiçav ya xeta rizgariyê. Ji ber di oxira jiyana azad de çi hebe, eşqa netewî, jin û zilamê azad, jiyaneke bi her awahî kevneşopiyên paşverû red dike, ji bo vê şerê li hember dijmin heta dawiyê bi kîn û nefret ku tê meşandin, dibe xeta Zîlanbûnê. Ev xet, biqasî ku felsefî û birdozî ye, asta herî jor ya hestewarî jî îfade dike. Yên bi wê re dimeşin ê ku di çalakiyan de, jiyanê de, rêxistinê de, feraseta heskirinê de, terz û tempo de xwediyê nêzîkatiyên mîlîtangerin e.
Çalakiya Zîlan, ne çalakiya întîharê ye, çalakiya êrîşê ye. Çalakî bi temamiya xwe, çalakiyeke demê, dîrokê, bi plangerî, bi fedakarî, wêrekî û xwînsarî hatiye kirin. Ev çalakî encax yekîneyeke gerîla an jî tabûreke gerîla dikarî bikira. Ev çalakiya ku bi tena serê xwe hatî kirin, weke çalakiya êrîşê dikare were nirxandin. Zîlan sembola şexsiyeta serfiraziyê ye. Yekbûna serkeftin û jiyanê ango bi gotineke din, navê yekbûna eşq û serkeftinê ye. Weke sembol ev wisa ye. Lê ji bo me sembol jî girîng in. Çiqas nirx ji bo sembolên azadiyê werin dayîn, heta çiqas parastina wan were kirin, ewqas bilind dibin. Bi navê jiyanê çi nirxên bilind hebe di vê çalakiyê de ye. Bawer dike ku azadî û xwe avakirin bi şer derbas dibe, bi dayîna vî şerî bawer dike ku yê jiyan bike, di vê xalê de bi temamî ber bi sînorên ku têde bilind dibe re diçê. Weke wate, weke partî bilind dibe. Ew jiyana ku berê we di bin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin, ya ku dişewite û dibe xwelî ew e. Bi navê jiyana ku bilind dibe çi hebe, di vir de ye. Ew ên divê werin şewitandin, werin kuştin û bibin xwelî dev jê hatine berdan in. Yên divê werin bilindkirin û bi rastî jî bi awayeke rewneqî bi wate bibin, derketine holê.
Zîlan manîfestoyek e. Di nameyên wê de danasîneke giştî ya partîgeriyê heye. Di nava partiyê de bi kesayeta zelal, ne ku rê bide lafazantiyê, demagojiyê û kesayeta bi nexweşiyê, heta dawiyê bi esasên me yê rêxistinî, birdozî, xwe kirina yek di terz û kesayeta Zîlan de rû dide. Ew bi helwest û tevgera xwe heta dawiyê xeta berxwedaniyê daye pênasekirin. Di nameyên xwe de bi gotina “Dijmin bi awayeke topyekûn bi ser me ve tê, li hember vê berxwedaniya topyekûn, berxwedaniyeke ku sînorên aqil tengav dike, qehremanî, ked, biryar, baweriya PKK hatiye afirandin. Ev hemû karektera berxwedaniya PKK ne”. Li hember êrîşa dawî ya sûîqestê weke bersivdanê difikire. Dibêje “Bi awayeke topyekûn hatina dijmin bi ser me ve heye”. Ji bo ku êrîş û operasyonên dijmin ên 96’an bibersivîne û bide îfadekirin ku çawa derxistiye zanebûnê û li hemberî van êrîşan divê çalakiyên çawa werin pêşxistin, bi terz û şêwe ispat dike û dibêje “Pêwîstî bi çalakiyeke wisa hebû”. Ev yek bi temamî derketineke taktîkî ye.
Çalakvanên herî bi xwe ewle di bingeh de ji bo nirxên ku pê bawerin çalakî dikin. Ango kesayetên ku wan nirxan îfade dikin, sembola wan nirxan esas digrin. Ya ez dixwazim bêjim canê xwe bi hêsanî naşewitînin. Ger Rêberekî heta dawiyê pêve girêdayî nebe, bi awayeke bêdawî pêve girêdan jî nabe, sembol û nirxên mezin nebe, ti kes wêrekiya çalakiyeke wisa nake. Rastiya Rêbertî hema hema di hemû bendên xwe de bikar aniye. Ev rêheval min nas nake û ji wan hevalên ku salekê tevlî bûye. Lê belê bi awayeke mûkemel lêkolaye. Bawerim bi vê hevalê re ji dûrve jî neaxivîme. Ruxme vê jî weke mîlîtaneke PKK’ê ya heqîqî ku dikare fêhm bike, xwe bi fêhmkirinê re bes nabîne, şîrove dike, vê bi kesayeta mîlîtangerî re kirina yek, divê were nirxandin.
Bi têgîneke dîrokî ya pir rast û mûkemel şîroveyeke dîrokî dike. Bi gotina xwe ya ku nivîsiye dibêje “Însanê dozê eger koka xwe ji bingehên dîrokî negire ew bêkok e”. Ev rêhevala mezin, bi gengazî bingehên dîrokî dîtiye, heta dawiyê xwe gihandiyê û xwe berdaye koka dîrokê. Di ferqa wê, zanebûna wê û berpirsyariya wê de ye. Bi awayeke mûkemel ev yek û azadî fêm kiriye.
Zîlan nûvejîna jin û dîrokê ye. Jineke ji Dersîmê ye, ev jî girîng e. Ev kesayet û çalakî weke nûvejîna Dersîmê ya nayê jibîrkirin e. Dibe ku weke yek tenê were nirxandin. Yên wisa qehremaniyan dikin, bandoreke wisa li ser dîrokê dikin. Eşkereye ku dixwaze bibe çavkaneke bêdawî ji gel, netew, heta mirovahî û ji jinê re. Ji ber ku ev çalakî li hemberî mirovahiya ku hatiye xistin û rejîma faşîst, li hemberî artêşa emperyalîzmê û ketibûna zayenda jinê ye. Her çiqasî di eniya jin de dengê jinê zêde dernekevê jî, zêde hêza wê nebe jî bi rastiya girêdana wesiyeta Zîlan bang kirin, wate dayîn xwe lêpirsînkirin, dê di cih de be.
Girêdana hemû jinan, xweşikiya jinan, baldariya wan, bi van re girêdayî şervantiya wan a xurt, kelecaneke mezin dide. Di vê wateyê de êdî jin di wateya klasîk de nabe jineke kevn. Di kesayeta Zîlan de êdî ev yek xwe şênber û eşkere kiriye. Zilam jî êdî di vê mijarê de xelas bûye. Ger mêjiyê we, aqlê we, hebûna we bizanibe, bi wê çalakiyê re xal ji wê zilamtiyê re hatiye danîn, bi dawî bûye. Piştî nasnama Zîlan eşkere bû zilamtiya berê hat kuştin. Çalakiya Zîlan derbe li pêwendiyên di navbera jin û zilam daye. Nêzîkatiyeke baldar ji jina azad re derdikeve holê. Bi gengazî lêgera jiyana azad e. Xwesteka muthîş ya azadiyê ye. Hêrsa li hember sazûmaniya jiyana heyî ye. Jixwe ger bi qasî serê derziyê qiymetek dabûya wê jiyanê, çalakiyek wisa bi wêrekî nedikir.
Ev çalakî di heman demê de ji wê jiyana heyî re dibe darbeyeke mezin. Li ser pêwendiyên jin û zilam darbe ye. Li ser wan gotinên bi navê zewac-jintî-zilamtî-zayendîtî nizanim hezkirinê- hesteweriyê darbeyeke mezin e. Ji ber ev tiştên jiyana biçûk in. Wê bixwe jî ceribandina zewacê derbas kiriye. Herhal ji bo wê qet baldar nehatiye, pir wêdetirî wê, dûrî wê ketiye. Her wiha ev zewac ji bo çalakiya wê jî dibe aliyeke zanebûnê. Girêdana wê lêgera bi jiyana azad, şer, çalakiyê ve têkildar e. Em tenê di aliyê siyasî de nikarin vana rave bikin, ev mijarên wêjeyî ne. Bawerim bi romankirinê re dê baştir were ziman.
Çare di nasnama Zîlan de ye. Xwesteka jiyana mezin, çalakiya mezin û eşqa mezin li holê ye. Ger ev destpêk be, em dikarin di nava civaka xwe de berfireh bikin, hemû jin û zilamê xwe li gor ve ji nûve avabikin, bi şekil bikin. Jixwe azadiya netew jî encax wisa pêk were. Di dîroka her gelekî de nirxên veguhertine yên wisa mezin hene. Kesayeta Zîlan jî çarçova me ye. Emê bi dil û can tevlî pêdiviyên wê bibin.
Di Zîlan de biqasî ku hîn zêde teorik e û bi rêgez e, di Sema de hîn zêde bi pevçûna pirsgirêkan derbas dibe û bûyera yekbûna partîgeriyê rast derdikeve holê. Kesayetên Zîlan û Sema (Serhildan) naxwazin bibin jinên erzan. Sema di nameya xwede dibêje: “Min di serî de gotina jin ya ku dixe, gelek bi nerihetî pêşwazî kir û ticarî ji bo ku ez nebim jineke wisa, min wê demê biryara xwe dabû. Ji bo ku ez nebim jineke ketî û ya ku dixe, min gelek ked da”. Û heta dawiyê bi vî şerî dimeşe. Bi rêhevalên li wêderê re dixwaze li ser bingeheke rast parvekirina hezkirinê, pêk bîne. Dema ku bersiv nagire di navbera herdu hestan de dipelçiqe, yek negihiştina hezkirina rast, yek jî şaş hatina fêmkirin. Ev rê li ber êş û şikandinên dijwar vedike û yên pêşberî wê vê fêm nake.
Her tim bi navê dexta rastiyên birdozî, rêvebirî û navendiyeke zuha û ji kûrbûnê dûr dext tê kirin. Ji ber vê yekê dibêje: “Du navend nabin, navend yek e, roj yek e”. Bawerim vê dixwaze bibêje. Li vê derê ber bi encam ve diçe û hindekî jî kêmasiya xwe derbaskirinê mijara gotinê ye. Ji ber çi di kesayeteke wisa de navend dîtiye, ev hindek rexnedana wê ye. Şehîda dawî vê dibêje û li vir hema di pey van gotinan de bi yek du hevokan behsa qutbûna ji kokê dike. Di vê ferasetê de ev diyarkirin gelek girîng e. Hilbijartina keyfî, li gor kesayetî, navend hilbijartin û di kesayetên partiyê du navend naskirinê, bi dijwarî mehkûm dike. Û ji bo xwe jî vê xala dawî bi dawî tîne. Ev gelek balkêş e. Rêheval Sema dema ku dibêje “Ilim û zanistî” behsa zanista rizgariya jinê dike. Bêyî serlêdana vê zanistê hûn nikarin bi jinê re dayîn û stendinê bikin.
Di vê çarçovê de ger mijara gotinê kesayeta Zîlan be û peyrewê wê ya bihêz Sema Yuce, kêm jî be Fîkrî Baygeldî be, ya hîn xweser jî divê were ziman. Girêdana van rêhevalan bi rêgeza giştî ve bênîqaş e û di asta nirxên herî mezin de ne. Di hêza mezin, wêrekî û fedakariya mezin de ye. Divê aliyê kêm jî, em derbas bikin. Bi taybet behsa xwe fedakirina ji bo min dike. Weke cihê baweriya xwe ya herî mezin bîzat me bi nav nîşan didin. Di aliyekî de vê çalakiya xwe wesiyetê me dikin. Di rastiya xwe de bawer dikin ku ez mezinbûna vê çalakiyê derbasî gel, mirovahiyê û partiyê bikim.
Rêber APO
