Li ser azadiya jinê hewlên xwe yê hêzbûna hizir û lêhuriya kesayetî hê jî didomînim. Ji jinan re azweriya xwe ya cewherî û girêdana xwe rave dikim. Di dîroka şaristaniyê heta hê demên kevin de tevî dextên dijwar, an jî ne dijwar, min dahurand. Ji bo hewlên wan jî ez spas dikim, slav û heskirinên xwe pêşkeş dikim. Ez bilêv dikim ku jin ewleyên rastîn a serkeftina demokrasiyê ne.

Xwezaya jinê ya ku hatî wendakirin ji nû ve keşfkirin, pênasekirin,  ji xweza û civakê re bergeha wê avakirin, girîng e. Li dijî nêzîkatiyên civaka desthilatiya zilam pêşxistina nêzîkatiyên jina azad, rast têgîn û vê birina ber bi rêxistinê girîng e. Jin li dijî desthilatiya zilam nêzîkatiya xwe ya hem ji xwezayê re hem jî di civakê de nêzîkatiyekî azad û wekhev pêwîst e armanc bigre.

Ji bo jinan dibêjin “Jinerjî” ew pir girîng e. Derxistina vê enerjiyê girîng e. Di rabûn û têkçûna civakê de rola jinê girîng e. Pêwîst e jin bi awayekî bê hempa xwe rêxistin bike. Enerjiya jinê ger ji berhemdayînê dûr bikeve, wê bi xwe re, zilam, zarok jî bi xwe û tevî civakê tune bike.

Perwerdeyeke xweser û afirîner ê jinan pêwîst e. Zarokekî keç ê panzdeh salî ketina wê ya di nav bastura civaka desthilatî dibe tunebûna jin, malbat, zilam û civakê. Ger hêza jin heye bila bê ku vexwe û bixwe pêwîst e xwe perwerde bike. Jineke temenê wê 25 salî xwedî deh zarokan bibe, ev cezayekî pir dijwar e. Pêwîst e hûn hindek bi bawer bin û perwerda xwe kûr bikin.

Hewlên min ê di derbarê jinê de hebû, lê min temam nekir. Jin bila zarokan perwerde bikin. Xwendin-nivîsandin, zimanê xwe û bila Kurdî fêr bibin. Her yek bila bist an jî sî zarok perwerde bike. Pêwîst nake ku zarokên wê be, tevî zarok zarokên me ne. Jixwe sosyalîzm û demokrasî jî ev e. Kapîtalîzma wehşî civak û van hemû xiran kiriye. Yê herî rast jî ev e. Bila alîkariya hev bikin. Binesaziyên sivîl û navnetewî hene. Ger hûn bixwazin dikarin bêsînor alîkarî bigrin. Bila vîna xwe bidin van karan. Gengaz be bila di vê bingehê de bixebitin. Pêwîst e êşên xwe veguhezînin rêxistin, perwerde û xwebatên bi sûd. Ev hewl demdirêj in. Pêwîst e bi berkî bin û bi têgeh bin. Bi van xizmetan ve dikarin xilas bibin. Pirsgirikên hezar salan ku kombûye heye.  Encax bi van rêxistinan re dikarin derbas bikin. 

Di asta bûrjuva de pêwendiyên zilam û jinê, pir kiret dibînim. Min vê yekê berî niha jî goti bû. Heskirin bi çûnduna azadiyê ve wateye. Azwerî bazdana azadiyê ye. Şertê yekem ê heskirinê gîhaştina azadiyê ye. Tiştên ku van kesan dikin bi tevgera me re, bi min re eleqeya wê nîne, yên wisa çi ji min re, çi jî tevgera me re bila nêzî nebin. Van yekan nûnerên feodalîzm û bûrjuvaziyê ne.

Têgîha min a azadiyê diyar e. Pêwîst e mirov ji nirxên kapîtalîst û feodal re girtî be. Yê ku li dijî peywendiyên feodal û kapîtalîst derdikeve azadîxwaz e.  Derketin çiyê, derketina heskirin û azadiyê ye.

Di demên tarî yê şaristaniyê de jin tunebûnekî kûr dijîn. Ez vê şaristaniyê wek serdema tarî, bûz û bi berf dibînim. Lê di destpêka salên 2000’an vir ve serdema biharbûna jinê destpêkiriye. Di dîroka serdema şaristaniyê heta niha jin li dijî desthilatiya ku xwe dispirînê derewî û dextê, li dijî zivistan û berfa hişk pêwîst e wek kardelenên ku berf û bûzê diterikînê azadbûna jinê pêk bê. Ji vê re biharbûna jinê, ber bi biharbûna jinê ve, li dijî  zivistan û berfa hişk gulbûn, ez wek gulbûna tevgera azadiya jinê dibînim.

Min bi jinê re bi dil û mejiyê xwe ve peywendî pêşxist. Yekbûna min a bi jinê re, yekbûneke mêjî û eniya min e. Jin ewleya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Pêşketinên ku di eksenê jinê de nebe, biser nakeve. Tenê ne Ronesansa di nav jinên Kurd de, ez dibêjim di nav jinên Rojhilata Navîn de ye. Ez li dijî dogmayan, paşverutî, desthilatiya zilam û qirejiyê lihûrbûn dikim. Encax bi Ronesansa jinê ve em dikarin vê yekê derbas bikin.

Wek dibêjin ji eniya xwe afirandin. Di salên 2000’an de ji biharbûna jinê û gulbûna azadiyê re dibêjim hezar silav. Nasnameya min ev e, têgîha min ev e, bergeha min ji jinê re ev e.

Koma jinên ku ez nas dikim hinek bi rik û înad in. Bila nebin desthilatdariya zû. Bila nebin dînên desthilatiyê. Xebateke ku wê bandora wê ya sedsaleyî hebe. Wê hinek pêşniyarên min ên pratîk hebin. Weke mînak di Xiristiyaniyê de ezîz û ezîze hene. Ez viya jî pêşniyar nakim. Di roja me de tevgerên femînîst hene. Ew jî qut dibin. Ev, pêkhateyeke xweser, hîn radîkal e. Wê zorê bide ku di nav heman partiyê de cî bigirin. Xebatên jinê, wê reng û bandora xwe bidin xebatên dema aştiyê. Ew girêdana pir mezin a ku jin nîşan dide ger veguhere çalakiya aştiyê wê teqîneke pir xurt, girîng çêbibe.

Divê aliyê mêr xweserî û cudahiya Partiya Jina Azad bibîne. Mêr, her ku biçe wê bertekan nîşan bide. Wê bi hêsanî dest ji desthilatdariya xwe bernedin. Wê xwe bavêjin erdê. Aliyê mêr, divê qet neaxivin. Alîkariyeke bikin ger hebe, bila di pratîkê de bikin. Ger jin hebe (ji viya re) bila hewl bidin xwe biguherînin û veguherînin. Wê ev, wiha bi pêş bikeve. Ez bim ez ê bêdeng bim. Ger guhdar bikin wê guhdar bikin. Bi giraniya mêr teşe dayîn, wê bertek û hêrsek derxe holê. Divê serbest were hiştin. Dikarin rexneyan bikin. Yan na wê bibe tiştekî weke sosyalîzma reel. Li çiyayan divê tedbîrên hîn baş werin girtin. Ev hinek xebata min bû min dimeşand. Bi tevahî wê bi awayê red bi pêş bikeve. Weke bertek teqînek e ji rêzikên mêr re. Bertek e ji tarzê jiyana ku hezar sal in bi destê mêr hatiye pêşxistin. Dibe ku dûr û dirêj berdewam bike. Dibe ku ev xebat ji bo hinek jin û mêran zehmet be.

Di cewhera vî karî de nakokiya zayendê heye. Kîn û hêrsa zayendê derdixe holê. Divê mirov nakokiyê nas bike. Mirov divê hêza wî nas bike. Nakokiyê çi zen dikin? Heta bibêjî mijar tevlihev e. Bibêjin “Çawa be jî hevala/ê şoreşger e. Diyardeya zayend ew qas jî girîng nîn e” ne rast e. Ew qas jî ne sivik û hêsan e. Xweseriya vî şerî –şerê zayend- heye. Heta bibêjî tevliheviya mijarê heye. Mirov divê danexîne têrbûna şexsî, cinseltiyê. Cinseltî tehlîleke pir cuda pêwîst dike. Min pir xurt dahûrandibû. Qey dahûrandinên min baş naxwînin?

Hat gotin ku tevgera jinê jana zayînê dikişîne. Ez 40 sal in bi vê janê dijîm. Divê jin xwe biguherîne. Divê pir kûr vebikin.

Xwedawend, hêza taybet pir baş birêxistin dikin. Pêwîstiya qadê bi kûrbûnê heye. Xweseriya viya heye. Pêwîstî bi ferzkirinên beramber hevdu tune ye. Xweseriya projeya me heye. Pêwîstî bi fikra azad, mêjiyê azad, fikreke mezin û jiyanê heye. Divê weke sosyalîzma reel nebin. Dikarin jin û mêr bi hev re bijîn. Her kes jî nikare bimeşîne. Kesên bixwazin jiyana normal bijîn dikarin viya bijîn. Yê wê winda bikin jî hene. Wê lêgerîna xwe ya azadiyê winda bikin. Nikarin bibin azadixwazên mezin. Tenê dikarin rihet bibin. Ger dixwazin rihet bibin bila bibin. Di vê mijarê de qet xwe nexapînin. Berdêla divê bê dayîn heye. Pêwîst e tevlihevî û berevajîkirin nebe. Bila lez nekin.   

Bila nîqaşa demokratîk bibe. Wê demokrasî hêza xwe bîne. Bi erzanî jî negirin dest. Bi vî rengî belkî hûn xwe jî rizgar bikin. Min berê jî şiyarî da, nehat fêmkirin. Di vê mijarê de divê hûn hewldaneke mezin bidin. Pêwîst e hûn perwerde bibin. Pergal, jixwe ji kesan re sîstema evd û paşatiyê aniye. Hemû şêxên li rojhilat felcî ne. Bila îradeya we bi pêş bikeve. Min azadiya jinê jî ji ber vê yekê derxist holê. Ev dem demeke nû ye. Di encamê de di vê demê de demokrasî jî, jiyan jî, jin jî dikare bi ser bikeve, bi dest bixe...

Rêber APO

    Mail    
       X       
© 2025 ypssehit.org KURDISTAN