Şer çalakiyeke bi kok e ku gel jîndar dike. Dema tu gelekê bînî asta ku şer bike, tê wateya ku nîv bi nîv te ew gel rizgar kiriye.Di şerê gel de dilxwazî esas e. Welatparêziyeke mezin, hest û ramanên azadiyê esas e. Ger sozên ku hatine dayîn bi baldarî were şopandin, wek encam; atêşa me ya gel û şerê me mukemel dê bimeşe.
Tenê grûbek jî ber bi şer ve gav rake, ev ji bo serkeftinê misogeriya herî bingehîn e. Di demeke kin de artêşa gel di aliyê çawanî û çonayetî de pêş dikeve, pêşengtiya partiyê pêk tê, bi têkiliyên saxlem ya bi gel re û di demeke kin de, bi awayeke kûr û berfireh herêmên rizgarkirî tê çêkirin. Wiha heta, hakimiyeta gel jî dikare ava bibe. Ger van erkên dîrokî bi azwerî û xwestekeke mezin, bi terzê xebateke bilind jê re rê vekin, hem dikarin demboriyê telfî bikin, hem jî dikarin bigihîjin ew jiyana ku hûn pir dixwazin.
Di bûyera şer de hesta welatparêziyê hesteke ji rêzê ye, lê a’ya abc ye; ev dibistana seretayî ya şerê gel e. Bêyî wê nikarin ber bi paşê ve gav rakin. Şerê gel kombûna hemû nirxan e.
Di şerê gel de bi zorê nabe. Kesê/a ku xwedî tevlîbûneke dilxwaz nebe, azwerî û vîna xwe tûj nekiribe, ango kîna wê/wî mezin nebe; di heman demê de nizanibe ku bi hejmareke kêm ya kesan, bi teknîkeke kêm li dijî artêşeke araste û pir-hejmar çawa bibe hêz, 24 seetê rojê li ser vê nefikire, bila nekeve nav şerê gel ê li Kurdistanê. Ger bikevê jî li ser vê bingehê xwe amade bike.
Li gor pêwîstiyên şerê rizgariyê ku gelê me bi çar çavan li bendê ye, nirxên ku divê werin pêşxistin hene. Pir zehmet be jî, herwiha her kêlî dibe ku ji destên me biçin, derfetên me û mewziyên me hene. Têkiliyên rêxistinê û têkiliyên dost ku wate were dayîn, werin nirxandin û berfireh kirin, hene. Em bizanibin hemûyan bigirin pişt xwe, bizanibin ku şerê gel yê bi milyonan dimeşînin; nirxên heyî wiha bipîvin, hem jê hêz bigirin hem hêz bidinê û biryardariya vî şerî kûr bikin. Teqez, ji şerê gel re divê wek kombûna tevahiya van nirxan nêz bibin.
Bêguman tenê ne di asta biryarê de; terzê wê yê diyarker û jêneveger jî heye. Perwerdeya rojane, rêxistinkirin, çepergirtin; ev jî tevahî li gor dijmin, li dijî lîstokên şerê taybet yê dijmin, herwiha taktîkên zirav yên şerê gel bi rojane werin hazirkirin û kontrolkirin, li gor vê amadebûn lazim e. Ger tu fermandar bî, divê teqez bibî fermandarê şer, ango bibî hêza telîmatê ya kêlî bi kêlî ya vî şerî. Dibe pêwîstiya te bi 4 seet xewê hebe, divê alîkarê/a te hebe. Dema tu di xew de bî, ji te baştir kar bimeşîne. Li cihên ku nikarî xwe bigihînê jî bi rêya çend alîkarên xwe re bikaribî kar bidî meşandin. Wan jî 24 seet bi yedekên wan re hazir bikî û wiha xwe di xeta fermandariyê de hazir bikî.
Bala xwe bidinê, dijminê xwe gav bi gav dişopîne. Derfetên xwe bi qasî serê derziyê jî dinirxîne. Hazirtiya xwe li gor her cûre pêşketinê ye. Ango li ser tetîkê ye. Ev dibe çi? Tempo. Xwe ji bo axaftinê hazir dike; lez dibihîze, di heman demê de dema diaxive jî wek fîşekê dibe. Ûslub û şêwazê emirdayînê, hem di cih de, hem jî tûj e; tucar rewşekî bêyî telîmat najî. Hemû jî xwe dispêrin sedemên saxlem. Lez jî di cih de ye, dijmin nikarê xwe bigihînê û dema biçe ser jî, dijmin nikare xwe xilas bike. Ger ku leşker û fermandarê şerê gel wiha wate negire –ku dibe rastiya Kurdistanê hezar car zêdetir bixwaze- ev, leyîstina bi şer e; bi rêya jiyanê ku ji we re û ji vî gelî re bi zor û zehmetî hatiye vekirin, leyîstin e. Ev şens bi erdê re kirina yek e. Mafê kes ji me nîne ku bi navê şerê gel, xwe wiha bixapîne. Bi tu hincetekê, di nav rêxistinê an jî derveyî wê, bi tişteke neyînî ku çavkaniya xwe ji dijmin bigire yan jî ji me bigire, nikare bêje ku çima me xwe amade nekiriye an jî rê li ber pir kêmasiyan vekiriye. Di zimanê şervanekê/î de ev nirxandin nabe. Zimanê wê/wî ger tenê ji tiştên pêwîst dikin, bicihanîna wan besh bike, teqez dê bibe leşkereke mezin, bibe fermandareke mezin. Li dijî dijmineke wiha ku evçend neheqiyên wî di asta cîhanê de derketine holê, li jêr berpirsyariya pêşengên gelekî ku evçend ji jiyanê re tî ye, ev şer dê were meşandin, bixwe jî bi awayeke bê eman û teqez dê biser bikeve.
Kesayeta Kurd haya astekê hatiye tehlîlkirin. Hatiye polîtîk û rêxistinkirin û her diçe tê asta ku ji şer re bêje ‘Erê’. Taybetmendiyên civakî û netewî wek berê belav nîne, şiyar bûne. Hinekê bûye xwedî îrade û zanebûn û wiha jî gihîştiye asta ku ji şer re bêje ‘Erê’. Ev pir girîng e. Ji bo ku şerê gelekî biser bikeve, divê xwedî girseyeke wiha be. Dikarim bêjim, ev bingeh bi tu demeke din re nayê qiyaskirin, bi taybet di vê demê de û pêvajoya em tê re derbas dibin, pêk hatiye. Mijara ku ji bo Kurdistanê dikare were gotin ya herî girîng ev e.
Dîroka Kurdistanê berovajî tê kirin, çûna ber bi jêr ber bi jorê ve tê qulipandin. Li pêşiya rizîn û xewa mirinê tê girtin, şiyarbûnê, vejînê, vîna bi zanebûn bi dest dixîne. Tu şerek, bêyî bingeha civakî û netewî biser nakeve. Wê demê ku ev bingeh hatiye pêşxitin, êdî şerê pêşeng, an jî taktîkên hêza pêşeng, taktîkên şerê şoreşgerî dikare biser bikevin. Asta civakî û netewî ya şer di cih de ye. Ji bo şer pêş bikeve, çi pêwîst dike dikare ji vî zemînê civakî were bidest xistin. Tenê ya tê xwestin bi taktîkên rast nêzîk bibin. Di asta welat de hem giştî bûye, hem jî kûr bûye. Hemû beşên Kurdistanê, metropolên ku Kurd tê de ne û derveyî welat girtiye nav xwe. Bûye xwedî şiyariyê, xwedî vîn û kêm û zêde dikare xwe bispêrê têkiliya bi hêzên pêşverû yên gelên cîran re. Rewşa tecrîda berê hatiye hilweşandin. Dorpêça sedan salî hatiye derbaskirin. Ev jî rewşekî nû ye.
Mijara din ya girîng ji bo şerê gel; divê xwe bispêre coxrafiyayeke saxlem. Coxrafya jî îdeal e. Ne tenê coxrafya îdeal e, herwiha li vê derê çepergirtineke fîlî çêbûye. Hemû çeperên ku ji bo şerê gel xwe bispêrê, di warê coxrafî de jî hatine bidestxistin. Pirsgirêka me ya coxrafya tune ye, mukemel e. Pirsgirêka me ya têkiliya bi gel re jî tune ye, ev jî mukemel e. Îro em li coxrafiya Kurdistanê binêrin; li rêzeçiyayên Zagrosê bi qasî dixwazî xwe bispêrê, li Torosê jî wiha. Li çiyayên volqanîk jî bi qasî dixwazî xwe bispêrê. Çar aliyên welat bi çiya hatiye dorpêçkirin. Hem jî mukemel in.
Wek din, divê li asta pêşengtiya partiyê jî were mêzandin; ew jî mukemel e. Partî bersivên ku ji bo şerê şoreşgerî re di asta îdeolojîk û xeta siyasî daye, çareseriyên ku pêşxistiye, ji tu partiyeke din re nabe nesîb, ew çend kûr, çaresaz û encamgir in. Ya duyemîn; bi qasî ku ji tu partiyeke din ya civakî re nabe nesîb, zemînê netewî ya xwe û rewşa dijmin kiriye mijara nirxandinê. Bi awayeke xweliqkar kariye nêzîk bibe. Ango nirxandinên wê yên teorîk ku xwe dispêrin xeta îdeolojîk-siyasî pêşketî û rast in. Hem di aliyê sosyalîzmê, hem jî di aliyê dîrokê de rast in. Vê jî bi hêza xwe ya rêxistinê daye fêrkirin, xeta siyasî-îdeolojîk û programatîk jî rast e.
Me bingeha şerê gel bi berfirehî berçavan derbas kir. Armancên wê jî bi hurgulî nirxand. Wê demê çi maye? Ya mayî, terzê xebateke rojane ya hûr û kûr e. Pêwîste çalakî li gor hedefê bin. Di vir de terzê lêxistinê girîng e. Elbet her du jî çi pêwîst dike? Terzê jiyana milîtan ya rojane. Em bi berfirehî li ser jiyana şoreşgerî sekinîn. Jiyana şoreşgerî jiyaneke ji rêzê nîne; jiyaneke awarte ye, taybetmendiyên wê hene. Baldarbûn, şiyarbûn, zanebûn, rêxistinbûn, fêmkirina saxlem ya dijmin, fêmkirina bingehên şoreşgerî, fêmkirina armancê divê teqez hebe. Bi terzekî şoreşgerî bi van re jiyan lazim e. Divê kesayet tim wiha be. Kesayeta xeyalî, kesayeta tembel, ya ji kar direve nayê qebûlkirin. Tiştên wek “canê min teng bûye, ez tengezar bûme” nabe. Di kesayeta şoreşgerî de ev sûç e.
Hazirtiyên mezin kiriye, kadro perwerde kiriye, perwerdeya şervanan tim meşandiye. Rêxistinbûna wê, hema bêje ji her cure pirsgirêka şer re dikare bersiv bide, komîtebûn pêşxistiye. Arastebûna teknîkî di astekê ku dikare artêşeke dêwasa xwedî bike, dewlemend e. Em nebêjin bi sedan, nebêjin hezaran, teknîka ku deh hezaran derbas bike, bidest xistiye.
Ev jî ev çavkaniya ku eniya şerê şoreşgerî dikare xwe bispêrê, bi wê re xwe xwedî bike. Ev spartek, bi berfirehî hatine nirxandin. Di plansaziyan de têrker hatine bidestgirtin. Hemû tiştên ku zaferê bi dest bixîne hene.
Rêber APO
