Şer, tenê bûyereke şîdetê nîne. Şer; ji bo me qet tenê tundiyeke kor nîne. Dibe ji bo dijmin wiha were gotin, lê ji bo wan jî wiha nîne. Em jê re dibêjin tundiya kor, lê dijmin jî bi şerkirinê ji xwe re qada jiyanê diafirîne. Ji bo xwe, ji bo çîn, ji bo desthilatdariya netewa serdet tim qadên ji bo jiyanê pêşdixîne.
Ger hûn bi serketî şer nekin, hûnê qadên jiyanê wenda bikin. Jixwe dema ku we qadên jiyanê wenda kir, li vir kesayet, civak; asta siyasî û civakî ya civakê pêşnakeve, jiyaneke manewî nabe. Bi şûna vê civakek ku xwe dixapîne, şikayet dike, bê hurmet, binê lingên hev dikolin, civakî nabe, bi kurtahî nikarin tevnên civakî û ferdî saxlem pêş bixin, têkîliyên wek ta zirav, bê bawer, bê zanebûn û bêyî ronî çêdibe. Di encam de civakeke belavbûyî ku rehet tê mênîngehkirin, bi hêsanî dikeve jêr zextan, dibe kerî, kesayeteke kole ya ku tê şuxulandin, derdikeve holê. Û ev çîroka jiyana we ye.
Şer tê wateya hirs, şer tê wateya kîn, di wateyekê de tê wateya aciziyê. Elbet, di wateyeke din de jî tê wateya plan, tê wateya rêxistin, tê wateya hazirtiyê. Şer karekî qural e, karê cewher e, karê rêxistin e; şer karê jiyana şoreşgerî ye.
Ez jî şerkerek im. Ji we hemûyan temenê min mezintir e. Lê dîqet bikin hemû taybetmendiyên ku divê di şervanekî de hebe, bi awayeke bêqusûr pêşdixim. Ez jî girêdayî dîsîplînê me, li ser fikir û hestên xwe li ser bingehê şer hakim im.
Çalakiya şer dibistana herî hînker e. Ez terzê xwe yê xebatê, tempoya xwe, uslûbê xwe her kêlî bi serketinê re pêşkêş dikim. Bi îmkanên pir bisînor mezinbûn, uslûbeke pir bandorker pêşxistin, herwiha pêşkêşkirina pergalek li gor pêwîstiya şer, dîsa bi wê helwestê re tevgerîn, ev hemû wek bersivên ji bo şer in. Hemû hene. Dîsîplîn, berpirsyarî, dîqet, pêşbînî, tim tedbîr girtin, tiştên neyînî di cih de ferq kirin, lewaztî vegerandina hêzê... mirov dikare van hemûyan jî vegerîne hêz û em vê yekê bi terzê xwe re her roj îsbat dikin.
Belê, em ji civatekê tên ku ji nirxên ku divê ji wan re şerên herî mezin were dayîn, bi qasî tiştên herî besît jî nirx nade. Beramberî vê rastiyê bin neketin û li ser lingan rawestîn, wek ku hûn dizanin, ne hêsan e. Berovajiyê vê, ji bo me bi taybet berxwedana di vê qadê de tê wateya şerekî pir mezin. Li beramberî wendakirin, piçûk ketin û jidestdayîna mezin, her roj ji mirov berxwedaneke mezin dixwaze. Heta ji bo ku xirab encam negire, divê nêzîkatiyeke taybet raber bike.
Ji bo van karan destpêkê dil lazim e. Dema ku dil jî tê gotin, divê mirov bi çi re şer dike, divê bi hêrs, bi kîneke mezin pêşwazî bike. Min ev kîn çawa bidest xist? min çawa kîneke ku dawî lê nayê, derxiste holê? Her tişta ku ez lê mêze dikim, di wê kêliyê de min hewl da ku ez wate bidim her tişta ku tê ferzkirin. Li gor xwe ez tim qebûl-red, şadî-acizî, rast-şaş, kirêt-xweşik ji hev cihê dikim. Dema ez van dikim jî tucar li gor keyfa xwe nakim; ji bo gelekê, heta ji bo miroveke baş divê çawa be, pirsa vê kêliyekê jî piştçav nakim û wiha min red û qebûlên xwe pêşxist.
Gotina hosteyan e: “Meydana şer navgîn û cihêkirina reş û sipî, baş û xirab, ya divê were jiyîn û were kuştin, ketîbûn û bilindbûn, rastî û derew, kirêt û xweşik, welhasil her cure nakokî û tiştên ku hev red dikin e, hemûyan derdixîne holê, yekî şûna ya din tune dike.”
Şer honandina hûr ya mentiq e. Zîncîra îradeya herî hûrûkûr e. Dema vê honandina hûr esas bigirin, kesayetên mezin ên komuta pêk tên.
Ger ku rastiya we ya çalakiya şoreşgerî, îdeayeke pir mezin ya şer, înad, vîn û bi azwerî bidest girtin tune be, nekevin nav vî karî de, hûnê nikaribin bikin jî. Di heman demê de sebir, plan, daqîqbûn, ziravtî, hazirtiya hûrgulî, pir fikirîn û nefes bi nefes di nav vî karî de bûn, ger ev taybetmendiyên we tune bin dîsa nêzîk nebin. Îmkanên heyî mîlîm bi mîlîm şuxulandin, di serî de jî şervan, fîşek, çiya mukemel bikar anîn, yetenekên we yên ku pir stratejîk û di wateya taktîk de binirxin, tune be, nekevin nav vî şerî de. Hûnê nikaribin bikin, hûnê bişewitin. Şer pêlîstok nîne. Kareke cidî ye.
Ji bo mirov bibe şervaneke gel, divê xwedî helwesteke herî egîdwarî be. Ji bo vê jî divê bîst û çar seetên rojê bifikirin û bi esîl jî nêz bibin. Wê demê, ji bo mirov bibe şervaneke azadiyê yê baş, di serî de pêwîstî bi dileke saxlem heye. Pêwîstî bi hestên pir hesas, jidil, dirûst heye.
Şer dibistana herî baş e. Dibistana perwerdeya herî mezin ya gelan e. Şervaneke ku zanista wê/wî ya dîroka şer tune be, dê çawa ji bo nirxan şer bike? Me di asta peyvan de şer çawa da destpêkirin? Me çawa karî van çend formulên bi sihir peyda bikin? Ez destpêkê dixwazim vê bi we bidim fêmkirin. Çend salên me ji bo van peyvan serf bû. Yên vê nizanibin dê behsê kîjan dîroka şer bikin? Yên ku dîroka şer fêm nekin jî, dê çawa vî şerî pêş bixin?
Kîjan fermandara/ê me dîroka şerê Bedîr yê Hz. Mihemed lêkolîn kiriye? Divê hûn di dîrokê de şerê Bedîr baş fêr bibin. Şerê Bedîr yekemîn şerê Hz. Mihemed yê gerîla bi şêweyeke ecemî ye. 300 kes an jî hîna kêmtir şer dikin. Gerîlayên amator yên Îslamê bi qasî 300 kes in. Yên din jî hêza Qureyş e. Hêza wan jî bi qasî 3.000 kesî ye. Ango ji yek kesî re 10 kes dikeve. Şer çawa bi necam bû? Alîgirên Hz. Mihemed biser ketin. 3.000 kes belavela kirin, ruxmî ku hejmara artêşa Qureyş pir zêdetir bû. Ez nebawerim pir cidî şûr di destê artêşa Hz. Mihemed de hebû jî. Ango pir bê araste bû, amator bû, lê biser ket. Ew şereke cidî ye, em piçûk nebînin. Di deşta dûz de hate kirin. Di pirtûka bi navê ‘Pêşiya Moskova’ jî xala ku bala min kişand; li ber deriyê Moskova, Momîş Ulî ji Tatarên Qazaq e, tabûrekê birêxistin dike û li ber wî derî erkdar dike. Zilam çawa ku wî derî diparêze, piştre di guhertina qedera Şerê Cîhanê yê Duyemîn de rol dileyîze. Ango rêxistinbûna tabûrekê, pêşî li hêza artêşa Hîtler digire ku bikeve Moskovayê, paşê jî rewş çerx dike. Ev rewş artêşa Rus zincîrwarî bandor dike. Pêl bi pêl heya Berlînê, spartgeha Hîtler, ev artêş dikeve êrîşê. Ya ku vê pêk tîne jî terzê destpêkê yê tabûrekê ye.
Şer bûyerekî pir cidî ye. Jixwe ji bo me hem pir jiyanî û pir pîroz e, hem jî bûyereke bê eman e; hem pir zehmet e, hem jî bûyereke ku divê em bi azwerî nêzîk bibin. Sedemê vê hene, encamên vê hene. Ger mumkin be divê em hemû yetenekên xwe derxin holê. Hûn enerjiya xwe, herî kêm çend salekê heya ku yekîneyek ava bibe, heya ku çend tecrûbeyên girîng yên şer qezenç bikin, ciwantiya xwe ji vê re bidin.
Di vê mijarê de, beriya her tiştekê hûn ji serî heya lingan xwe li ber çavan derbas bikin. “Ez li kudera şer de me, rastiya şer û ez; şervantiya azadiya Kurdistanê û jiyana min; ji malbata min bigire heya KT (Komara Tirkiyê), ji hevakarên wê heya çepgirên sexte û welatparêzên wê, nêzîkatiyên min yên neyînî bi çi ve girêdayî ne?” Hûnê van li ber çav derbas bikin. “Birastî min biryar daye? Birastî azweriya min, vîna min ji bo şer têrker e? Hestên min, hêrsa min çiqas hazir e? Fikra min, biryara min çiqas pêşketiye?” elbet hûnê van li ber çav derbas bikin. Dema hûn dibin memureke piçûk, karê patroneke piçûk jî digirin, ji we yetenek tê xwestin, we ji testan (ezmûn) derbas dikin. Şer hunera herî zirav e. Pir diyar e ku divê bi yetenekeke pir jorê ya ji her huner û memuriyetê re nêzîk bibin.
Şer bûyerekê pir cidî ye. Şerê taybet yê desthilatdariya Tirk, ger ku em pîvanên navnetewî berçav bigrin, şerekî herî hovane û berber e. Aliyê wî yê berber pir xurt e. Ger ku dijmin mirovan dişewitîne û teşhîr dike, vê hêzê di xwe de dibîne, divê hûn jî bi kîneke bêdawî ku qet netefe, di dilê xwe de bikolin ku divê çawa erjeng bibin şervanên gel. Ji bo hûn vê lewaziyê derbas bikin jî divê hûn ji mêjiyê xwe bipirsin ku çawa îmkanên herî kêm jî bi awayeke xweliqkar bikar bînin. Nexwe divê hûn bizanin ku hûnê nikaribin xwe ji serbirîn û şewitandinê xilas bikin.
Şerê me yê heyî naşibe şerê rizgariya netewyî yên welatên din. Ne dişibe yê Çînê, ne Wîetnamê, ne Efrîqayê û ne jî dişibe Emerîkayê. Dijminê me jî wiha ye. Ne dişibe Ingilîsan, ne Fransiyan, ne jî Emerîkayiyan. Şerê heyî, divê em di ferqa vê cihêtiyê de bin. Ji wê jî zêdetir divê em şêwazeke xweser ya vî şerî teqez pêş bixin. Lewma qanûnên giştî yên şer li gor xweseriya heyî, bi awayeke pir xweliqkar divê pêk bê.
Şerê me; li dijî şerê taybet yê dijmin şerê taybet yê şoreşgerî ye. Şerê taybet yê şoreşgerî jî qanûnên xwe hene. Ger ku pêşnekve dê wek şerê taybet yê dij-şoreşê birize û bi lez jî paş bikeve. Di rewşa heyî de şerê taybet yê şoreşgerî ku tevgera me dimeşîne dişibe şerê ku li ser sêla sincirî ye. Şereke ku li ser pira Siratê tê meşandin.
Rêber APO
