Netew, zayend, ol, zanist bi awayekî sade rastiyên civakî ne. Lê ev têgînên me bi rêz kirin bi hişmendiyek faşîzane êrîşên fîzîkî û birdozî xwe weke netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestî bi rêxistin dike. Dewleta Tirk bi taybetî ji dema Îttihat-Terakî û vir ve weke polîtikayek bingehîn a dewletê ji bo gelan li hemberî hev bidin şer kirin, faşîzmê di gelê Tirk de enjekte dike û ev hewldanê wan heya astekê jî di hinek derdorên faşîzan de bi serkeftî bûye.
Gelê Kurd di nav dîrokê de her dem li ser wê şer, talan, tunekirin, mêtingerî û qirkirinê pêk hate. Gelê Kurd di warê exlaqî û çandî ev qirkirin red kiriye û ji bo ku karibe bijî bûey yek ji bingeha rastiya şaristaniya demokratîk û di her serdemê de barê nûneriya lêgerîna heqîqetê girtiye ser xwe.
Ji bo gelê Kurd ên Dilêr û hemû Gelên Şoreşger- Demokratîk;
Di nav dîroka me ya têkoşînê de, salvegera 6’an a YPS’ê ku yek ji mînaka bêhempa ya vejîn û berxwedanê ye, pîroz dikin, di şexsê şehîdên me yên leheng de ku pêşengên vê berxwedanê ne hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin, em careke dî diyar dikin, bi baweriyeke mezin, dilsozî, lê rawestiyayî û biryardayî ê şerê azadiyê ne ku şehîdên me ji me re mîrate hiştiye û bi divêtiya dilsoziya bi bîranîn û îdîaya wan em ê hedefa xwe ya ‘Bi Rêbertiya Azad re Kurdistana azad” bi serfiraziyê tacîdar bikin.”
Ji aliyê tîmên mîsîlemê ve di sala 2021an de li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakîyên bi rêbazên cuda hatin pêk anîn.
Çalakiyên hatin pêkanîn wiha ne:
Tekoşîna Tevgera Azadîya Kurdistanê ya li dijî faşîzmê, AKP û MHP xistiye qeyranekî mezin û anîye ber hilweşandinê. Faşîzma AKP û MHPê li hember tekoşîna topyekûn ya ku pêşdikeve tevahî fonksîyonên xwe winda kiriye û serî li şerê taybet dide.
Têkildarî sîxurê bi navê Seyfettîn Savaş;
Mit û Jitem wisa difikirin ku bi hin kesayetên kurd ên qels ji bo xwe bikar bînin wê dewletê rizgar bikin û Tevgera Azadiyê biqedînin. Rêbazên ku li ser Seyfettîn Savaş û hinek kesayetên kurd ên qels bi kar anîne hema hema wek hev in. Lê mixabin her çendî ku Tevgera Azadiyê gelek caran ev rêbaz deşîfre kiriye û gotiye jî, hin kes bêyî ku ji dîrokê tecrubeyên xwe bi dest bixin, dikevin vê xefika MÎT’ê û rewşên bi vî rengî yên beriya niha jî diqewimin û xwîna zarokên gelê Kurd tê rijandin. Tê xwestin ku Tevgera Azadiyê bi destê van kesan bê tasfiyekirin. Dîsa kesên ku di vê îxanetê de cih digirin, ji ber ku di xwîna zarokên Kurd de ne, bi êş be jî, divê ji aliyê zarokên Kurd ve bên cezakirin.
Em 23’yemîn sala komploya navneteweyî ya dîrokî ya ku DYA’yê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst a kurewî dabû destpêkirin ya îmha û qirkirina Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd dikir armanc temam dikin. Di şexsê rêheval M. Halît Oral û Aynur Artan de, şehîdên yekemîn ên berxwedana li dijî komployê, em hemû lehengên ku bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" 23 sal in li dijî komploya navneteweyî li ber xwe dane bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin.
Em di despêkêde 37. salvegera cejna vejînê 15’ê Tebaxê ya mîlada gelê Kurde li Rêber Apo, hemû gelê Kurd û şervanên wan yên parastina cewherî pîroz dikin. Em di şexsê Fermandarê pêngava şoreşgerî ya dîrokî yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û soza dayîna jîyan kirina bîranînên wan û serxistina armancên wan nû dikin.



