Rejîma faşîst ya AKP-MHP ku bi taybet van 7 salên dawî dijî hebûn, têkoşîn û hemû nirxên gelê Kurd êrîşan dike û dixwaze “çok dane” û dîbîne nikare, raste rast dijî gelê Kurd qetlîaman pêktîne. Ev rejîma çeta bi hemû îmkanên xwe dixwaze vê armanca xwe pêkbîne dema sernakeve weke dehbeyên har û dînbûyî êrîşî gelê Kurd yê tûcarî serînetewandî dike. Her dema êrîş dike winda dike û dema winda dike hov dibe.
Di despêkêde em di kesayeta fermandarê Qehreman û Egîd Zeryande ku rûmeta Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê parast, bi pêşengtiya xwe ruh dayî û heta dawî destanên qehremantiyê nivîsandî hemû şehîdên Rêveberiya Xweser yên YPS/YPS-JIN rêhevalên me yên ku di pêngava “Dem Dema Azadiyê ye, Cenga Xabûr û Cenga Bazên Zagrosêde Şehîd ketîn û şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û mînetî bi bîrtînin. Di 6. salvegera Şehadeta Rêheval Zeryan Denîz Amed de em soza mezinkirina berxwedanê, derbeyên giran li dijmin dayîn, avakirina jina rêxistinkiri û ciwanên rêxistinkirî nû dikin.
Pergala tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me Serok Apo, bi nêzîkatiya li ser axaftina bi telefonê ya dawî, hatiye asteke dîtir. Em ê êşkence û tecrîdê ku hewl tê dayin bixin halekî rewa, ti caran qebûl nekin. Dema vê hatiye ku em vê bi şêwazeke afirandêr û çalakiyên taktîkî deynin holê.
Gelê me yê ku hebûna wan bi îmha kirinêre rûb rû ye, azadiya wan jî destê wan hatiye standin bi pêşengtiya Rêber APO nêzî 50 sale şerê azadiyê didin. Ev şer, şerê parastina hebûna xwe û bi destxistina azadiya xweye. Dewleta faşîst ya Tirkiyê ji roja hatî damezrandin heta niha dixwaze bi tehcîr, mişext kirinê, asîmîlasyon û sîyaseta qirkirinê koka gelê Kurd bi kole. Bi plana “ Çok Danînê” ku 2014’an de amede kirin koalîsyona faşîst AKP-MHP û Ergenekon di dîrokêde tiştên hovên herî mezin ne karîn bikin, kirin bi vê planê bi awayek çavsorî êrîşî hemû Kurdistanê kirin. Di fikirîn ku gelê Kurd û Tevgara Azadiya Kurd wê çok dane û teslîm bigre. Ev plana wan hingî li Çiyageran ket bi erdêre bû yek. Heval Çiyager li Sûrê dehan teburên artêşa dewleta Tirk danî ser çokên wan.
Di despêkêde em 8’ê Adarê roja Jınên Kedkar yê Cihanê û 5. Damezrandina YPS-JIN’ê bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” û bi Mizgîniya serkeftina berxwedana Garê li hemû jinên kedkar yê berxwdidin pîroz dikin.
Piştî şerê cihanê yê yekemîn di nexşeya Rojhilata Navîn ya ku ji aliyê sîstema navnetewî ve hatiyî avakirin de Kurd û Kurdistan wek neyî hatiye dîtin, hatiye înkar kirin û erdnîgatiya Kurdistanê ji aliyê dewletên li herêmê ve hatiye 4 parçe kirin. Ev tevgera me ya Azadiyê ku hember metîngerkirinê, înkar û qirkirinê ye weke raperînek derket û bi pêşengtiya Rêber APO çandek ya berxwedanê ya bi destan ava kirin.
Tevgera me ya azadiyê û têkoşîna me ye azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO tê meşandin bi pêvajoya şerê bajaran ya ku li bakûre Kurdistanê derbazî qonaxek nû bûye û nava diroke de cihê xwe girtiye. Çawa ku di dîrokê de berxwadana komîna parîsê heye, 1848’an de jî berxwedana hatiye jiyan kirin despêkêde Berlîn di bajarên Almanya û Fransayê de şoreşgerên berxwedidin heye û weke peyrewên mezin yên berxwedêrên 2014’an de li Kobanê Destan nivîsandîn, berxwedanên Sûr, Cizîr û Nisêbînê di dîrokêde çandek mezin ya berxwedanê çêkirin. Di hemû pêvajoya şerê Bakûrê Kurdistanê de di hemû bajarande 60-70 berxwedêran dijî tank, top, çekên giran û hezaran polîs û leşkeran mehan bajarên xwe paratin. Çeka herî mezin ya berxwedêran jî bawerî û fikrên Rêber APO yên pêşxistîbû.
Şîdeta ku li ser jinê tê meşandin berhemê hişmendiya deshilatiye. Mejiyê mêr-dewletê ji derveyî koletiyê ti jiyan dî ji jinêre nasnake. Jina ku yan wê di malde bibe amêrek ya xemlê yan jî wê bi taciz, tecawiz û qirkirinêre rûb rû bimîne. Jin di gelek cihên jiyana xwede mal, cihê kar û kolanêde bi van êrîşanre rûb rû dimîne. Bi aweyek sîstematîk li ser jinê çanda tecawizê tê meşandin. Şîdeta li ser jinê û qetliyamên wê di nava civakêde hatiye normal kirin û gihaye lûtkeya herî xeter.
Em qonaxa herî girîng ya şerê xweyê azadiyê jiyan dikin.
Navê vê pêvajoyê, pêvajoya bi destxistina azadiya meye. Gelê Kurd ji bo vê bi salan têkoşîn daye û ciwanên wan ji bo vê xwîna xwe rirandiye. Di vê têkoşîna meya bi maf de em wê hêz û wêrektiyê dene ku hesabê hemû êşên ku li ma dane kêşan bi pirsin. Weke Rêbertiya me diyar kirî; azadî bi têkoşîn dayinê tê standin. Ev êrîşkirina dijmin ji tengbûna wê bixweye. Li hemberî me di weteyek giring de rastiya bê hêz mayina dijmin heye. Di vê xalê de tişta herî baş dixwaze bike probagandaya şerê taybete. Niha hemû Cîhan ji dibîne kû Qral tazî ye.



