Em di despêkêde salvegera 22. ya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û diyar dikin ku emê têkoşîna vale derxistina komployê bi hemû gelê xwe û hêza xwe bilind bikin.
Komploya navnetewî ya 22. salên xwe dagirt pêvajoyeke ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin û hîn jî dewam dike.
Êrîşên nijad perrestî yê deshilata faşîst a AKP-MHP’ê û TC ya metînger a li ser gelê Kurd ku heroja derbaz dibe bi şîdet dibe û êrîşên wan gelektir dibin. TC ya sedsale Kurdan kirye bin pencê qirkirinê, nekariye teslîm bigre, bin bêxe û êrîşên xwe aniye lûtkeya herî jor. Çeteyên deshilat a AKP-MHP’ê û TC ya di dijmintiya Kurdade sinûr nasnake, polîtîqaya dagirkirnê û şêweyên qirkirinê ku nakeve exlaqê mirovatiyê û qirêj berdewam dike.
Em weke gel dikevin salvegerên 36. Berxwedana vejînê, 5. berxwedana demekrotîk ya rêveberiya xweser û di despêkêde fermandarê mezin yê pêngava şoreşgerî yê 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz, hemû şehîdên gihane fermandarên mezin yên berxwadanên demokratîk yên rêveberiya xweser Çiyager û Zeryanan, Gerîla û Fermandarên xwe bi minet û rêzdariyek mezin bi bîr tînin. Îro dijî metîngeriya dagirkeriya Tirk di serî de li Heftanînê û herçar parçeyên Kurdistanê rêhevalên me yên gihane şehadetê bi bîrtinin û soza serxistina armancên wan nû dikin.
Taybet di demên dawî de şîdeta mêr ya li ser jin û zarokan gehiştîye lutkeya herî jor. Feraseta mêr a li hemberi jin êrişkarane, bingehê xwe ji dewleta tecavuzkar digre. Her ku faşîzma AKP dixwaze xwe di nava civakêde rêxıstın bike; kuştin, talan, derew, takekesitî, deshilatdarî û zilm zêdetir dike. Jiber ku, AKP xwe li ser vî bingehî ava dike.
Berxwedana dîrokî ya Rêveberiya Xweser bi Qehremantiyên roja me ronî dike dagirtîne. Fadayîtî û encama tarzê avaker ku di kesayeta Çiyageran, Çekoyan, Rukenan de derketî xeta şerê bajaran derxist. YPS û YPS-JIN weke temsîla vê xetê îfade dît. Li Nisêbîn, Şirnex û Sûrê artêşa Tirk ya dagirker kir sendromê de. Ev rihê fedayî yê windakirinên li dewlata Tirk dayî Jiyan kirin îro li bajarên Kurdistan û Tirkîyê her dem û cih hemberî dewleta Tirk disekine.
Dewleta T.C li Kurdistanê tacîz û tecevûzê ji bo gelê Kurd kirye polîtîqaya çûk tewandinê. Her tiştê xirab anîna serê gelên berxwedêr rêyek ya dewletê ye. Dewleta T.C ku her şêweyê qirkirinê dijî gelê Kurdê ku salane koletîyê û zilmê qebul nake û dema dibîne hemberî wê rastîya gelê berxwedêr heye bi şêweyên herî bê exlap êrîş dike.
Têkoşîna azadiyê ya gelê me û tevgera me ku zêdeyî 40 sal in didome, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Yek ji berxwedanên ku hişt em îro bigihîn vê astê û karakterê berxwedêriyê yê PKK’ê îfade dike, berxwedana rjiya mirinê ya mezin a li zindana Amedê ye ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hate kirin. Em hevrê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên pêşengê vê berxwedanê bi minet bi bîr tînin.
Emê Kurdistan’ê Ji Nokeran Paqij Bikin!
Bingeha herî mezin ya ku faşîzma TC (ku ser gelê Kurd bi sîstematîk derbeyan dike, êrîş dike îradeya civakê û weke hovan êrîş dike û êrîşî goristanan dike) li Kurdistan’ê ser lingan digre nokertîye. Eger dewleta Tirk ya faşîzan dikare li Kurdistanê qetlîama bike, berpirsyarê vê yê herî mezin nokerên ku bi dewleta Tirk ya metînger re kar dike û xencerê li pişta gelê xwe dide. Ev kesane di despêka dîrokê hene û engela herî mezinin ku tekoşîna azadîyê ne gihije serkeftinê.
Gelê Kurd bi êrîşên qirker yên dewleta Tirk re rûb rû ye. Sedsaleke ku gelê Kurd nava xefikekê deye û dewleta Tirk nikare gelê Kurd teslîm bigre û bin bixe êrîşên xwe birye xalekê pişt kespê(algı). Her roja derbaz dibe ev êrîş asta herî jor da dide. Rejîma dewleta Tirk çeteyên AKP-MHP’ê bi êrîşên herî qirêj yên ku nakeve exlaqa mirovatî yê sîyaseta xwe ya qirkirinê berdemaw dike. Dewlata Tirk di vî demî de di qeside nirxên gelê Kurd û nijadperestîya herî mezin ya sedsala dawî dike.



