Artêşbûn û şerê artêşê her tiştî diyar dike. Em tevlîbûna xwe ya şer bi pîvanên ku wê zaferê di her milî de gengaz bike pêk bînin! Piştî ku me bi vî tarzê şer kir, mirin ji kuve were bila were, windahî li ku derê tê bila were emê qebûl bikin. Dema ku jin bibe artêş pêkhatina talebên takekesî, rojevbûna nasname û azadiyê zêdetir rasteqîn dibe.
Ji ber ku maf bi lava (rîca) an jî bi xwe spartina yê nêzî xwe ve nayê bidestxistin, maf bi hêz têne bi destxistin. Hêz jî rêxistinbûnê dixwaze. Divê hûn vê heta hestûyê xwe hîs bikin. Weke ku di civakê de dibe hûn nikarin di nava artêşa gerîla de xwe bi temamî di bin insiyatifa mêr de, artêşeke di bin serweriya mêr de rêxistin bikin. Divê hûn bi hêza artêşa jin a ku dikare bifikire, nîqaş bike, rêvebibe, rêxistin bike û venêrîn (denetim) bike di artêşbûna gerîla de cihê xwe bigrin û jixwe ev zêdetir rasteqîn e û bi talebên azadiyê re girêdayî ye. Divê rewşên fîzîkî weke asteng neyên pêşxistin.
Artêşbûna xwe dispêre mêr, wê bi xwe re teqez, ne wekhevî û girêdanbûnê bîne; û ev jî teqez wê firsend nede nêzîkatiyên azad. Ev tiştekê ku me cara yekê pêşve dît û ji bo em di azadiyê de gavekê pêşve biçin weke xisûsekê ku divê zêdetir hewldana wê were dayîn nirxand û çareyeke bi bandor e. Têgeheke weke artêşa wekheviyê nîne. Cihê ku wekhevî heye artêş nabin. Artêş li cihên ku wekhevî nîne derdikevin; yek dibe artêşa kesên têne pelçiqandin, yek jî dibe artêşa kesên ku dipelçiqîne. Ger li cihekê artêşa mêran hebe li wê derê rastiya jin a ku bi temamî tê pelçiqandin mijara gotinê ye. Jixwe jiyan vê teyîd (doğrulama) dike. Wê demê bi tesbîteke giştî divê em bizanibin û bibînin ku artêşa jin nirxeke bingehîn ji bo wekheviyê îfade dike. Artêşbûna jin di vê wateyê de di giştî de rêxistinbûnekê îfade dike. Ev nayê wateya yekîneyeke ehbab-çawuşiyê. Zêdetir rewşa pirsgirêk dîtinê, xwe gihandina armanca azadiyê, pêşdîtina xwe gihandina azadiyê, ji bo wê kar kirin û hêza wê ya rêxistinkirî îfade dike.
Heya jin nebe artêş nikare xwe azad îfade bike. Pirsgirêk çareseriya takekesî an jî hestên takekesî îfadekirin nîne. Navenga partiyê saxlem kirin û rastiya wê ya artêşê pêkanîn, pêl bi pêl belavî nava civakê kirin, ji niha ve di refên me de çawa pêşketina şoreşa civakî danîna holê ye. Hemû şoreşên civakî encax bi dahûrandina jiyana pêşengên xwe ve û di wê jiyanê de pêkhatina serkeftinê ve dikarin werin pîvandin û wisa biçin serkeftinê. Civakeke weke a me bi serê xwe nikare bikeve rêya serkeftinê û di mijara şoreşê de nikare bigîhîje çareseriyê. Di vê mijarê de hêza kes, hinekî jî girêdayî çareseriyê ye. Di vê de jî divê ji yê herî mûmîn û ji yê herî muhafezekar zêdetir azad bin.
Ji Bo Azadiyê Mêjî, Fikir, Heta Şerê Fizîkî Divê
Rûmeteke jinbûnê heye. Yê ku vê dişkîne mêr e. Mêr nêzîkatiya "tu jinî, tu kêmî" pêşxistiye. Ji bo netewan jî birêvebibin rûmeta wan dişkînin. Dibêjin; "tu ketî yî, tu lewazî." Em dikarin jinê bixîne cihê netewekê. Ger rûmeta we, fikra we, vîna we hatibe şikandin rizgar bikin û serbixin. Bi girîn û xeyîdandinê hûnê taybetmendiyên besît ku ji bo we hatine diyarkirin biparêzin û bidin jiyîn. Divê hesabpirsîna we hebe. Lê hûn ditirsin. Kesê ku ji xwe ditirse rûmet û hûrmet bi dest naxe. Bi îdea bin, ji bo şer û pêşketinê xwe bi awayeke muthîş bidinê. Yên ku sernekevin nayên hezkirin.
Ji bo azadiyê mêjî, fikir heta şerê fîzîkî divê. Hûn ketine cihekê, hûnê weke bahozê bin. Hevrêyên hêja wisa pêşketin.
Jina azad, civaka azad, jiyana azad e. Xwesteka azadiyê dihêle ku kesayet biteqe. A min wisa ye, ez ya we nizanim. Ez ji hemû kesên tekoşîna azadiyê didin re hûrmeteke bêdawî nîşan didim. Ez li vir bang li jinan dikim û dibêjim hûn qasî ku ti deman nêzî azadiyê nebûne niha nêzî azadiyê ne. Ez dizanim azadî bi hêsanî nayê înşakirin. Dibe ku di vê mijarê de berdêl bêne xwestin, dibe hûn zehmetî bijîn, lê ez jî li vir zehmetî dijîm, ruxmê vê jî hewil didim bibim bersiv. Vîna gelê Kurd a azadiyê hêvî dide min. Emê di biharê de bi hevdû re azadiyê înşa bikin. Azadî ji nan û avê zêdetir bi nirx e. Azadî; bûyera ji kûr ve xwe pêkanînê ye. Divê jin; rihê xwe, gewdeya xwe û zanebûna xwe bi hêrsa xwedawendekê biparêze! Jin dikarin bi helwest û rihê xwedawendan xwe azad bikin. Ger girêdayî min in divê şoreşa jin a siyasî û zihnî pêkbînin.
Min Dixwast Ez Rasterast Bibim Şahidê Pêşketinên Hevalên Jin
Ez rewşa hevalên jin bi rastî meraq dikim. Hevalên jin bi rastî jî pêşketineke weke ku min dixwast dijîn? Xwe pêş dixin? Di rewşeke çawa de ne, çi dikin? Tê zanîn ku dema ez li derve bûm, çawa li ser xebatên jin disekinîm. Lê, min nekarîbû gor ku min dixwast bikim. Ji ber ku komploya navnetewî ez anîme vir. Ji ber vê jî min xebatên jin li gor ku difikirîm û pêşdidît, nekarî bikim. Ev jî ji bo min dibe rewşeke bingehîn û pir girîng. Lê min li vir jî xebatên jin meşandin ji xwe re esas girt. Min hewilda ez li ser felsefeya azadiya jin, birdoziya rizgariya jin lêhûrbûn bikim û xwe kûr bikim. Herçiqasî min lêhûrbûna xwe, kûrbûna xwe çiqas berfireh kiribe jî, ez hewil didim vê zêdetir kûr bikim da ku bigîhînim asteke berfireh. Ez pir li ser vê disekinim. Em xebatên jin ên felsefeya azadiyê û xebatên birdozî çiqas bikin jî, wê kêm be. Ji bo min ev xebat dibe xebateke dîrokî, wesfeke civakî û xebata herî bingehîn. Min, heya dawiyê pêşiya wan vekiriye. Her tiştê dibe asteng, min ji astengbûnê derxist. Min ewqasî hêz da wan, perspektîf pêşkêş kir. Min ev hem li derve kir, hem jî li vir min bi lêhûrbûnan kir. Divê hevalên jin ji vir şûnve tiştên pêwîst bixwe bikin. Bêguman ezê dîsa rola xwe ya di vê mijarê de bileyîzim, alîkar bibim û alîkariya xwe bidomînim. Xebata azadiya jin, xebata min a esasî û bingehîn e. Bi awayeke xwezayî heya ez bijîm, ezê xebata xwe ya esasî bidomînim. Divê were zanîn ku sekna min wisa ye û ezê di bin hemû şert û mercan de jî vê bikim.
Min dixwast ez rasterast bibim şahidê asta pêşketina hevalên jin. Min dixwast bi rastî jî ez rewşa wan, asta wan a pêşketinê bijîm. Ez hewl didim li vir nirxandinên wan bişopînim. Ez asta pêşketina hevalên jin diecibînim. Baş dibînim. Lê, ez dixwazim hevalên jin zêdetir pêşbikevin, kûr bibin, çawaniya xwe ya veguhertinê bidomînin. Divê hevalên jin hedefa bêsînor pêşketinê daynin pêşiya xwe. Tê zanîn ku di pêvajoya dîrokî, civakî de jin xistine rewşeke çawa. Ji ber vê sedemê felsefeya azadiya jin, xebatên birdozî, çiqas pêş bikevin ewqas baş e.
Ez kêfxweş bûm ji bo qadên jin ên ku hevalên jin, bê zilam weke qadên xweser ava kirine. Ev, fikreke xweş e. Baş bûye ev kirin e. Di pêşketinê de serwextbûna (yetkinleşme) hevalên jin pir xweş e. Divê ku xwe serwext bikin (yetkinleşme). Ev asta pêşketinê û rewşa hevalên jin bandoriyan ava dike. Bi awayeke xwezayî mirov kêfxweş dike. Divê hevalên jin pêşketinên xwe bidomînin û vê bizivirînin xebatên ku xwe digîhîne mirovan, civakan û gelan. Divê rê û rêbaz, di her milî de xwe rêxistinkirinê bibînin. Divê vê jî bi xebatên afirîner, encamgir, birdozî û polîtîk bijîn û ser bixin.
Ji Berê ve Xeyalekê Min Hebû; Bi Keçikan Re Çêkirina Bexçeyekê Ku Mirov Dikare Lê Bijî Bû
Ez dibêjim qey min hinekî ev serxist. Rêbertî bûyera ku jinê diafirîne ye. Ez, bi lewaziyên jinê re mezin şer dikim, van lewaziyan bi kar nayînim. Jin, mijareke ku divê were xweşik kirin û tarzê min jî pir cuda ye. Xwe wisa biafirînin ku bila herkes bi jiyankirina bi we re kelecan bibe. Karê min afirandina hemû jinên serî natewînin, jinên serî hildidin e. Ya herî xweş ev e, bila nebe ya mêr.
Emê azadiyê saz bikin. Şoreşa ku nikare jinê azad bike, şoreş nîne. Rêxistina ku nikare jinê rêxistin bike, rêxistin nîne. Ê ku nikaribe jiyanê rizgar bike, nikare welat û gel rizgar bike. Ji bo min azadiya jinê, ji azadiya welat binirxtir e. Her kes bi awayekê cuda dixwaze bi jinê re be. Bi jinê re bûyîna min her di asteke bilind de bûye. Tu caran min nehişt ev ast dakeve. Ya girîng jî ev e. Ji bo şehîdên me yên resen (soylu) û qasî wê ji bo rêzgirtina min a rastiya jin-jiyanbûna we, qasî girêdanbûnê ezê bi hêza xwe ya kedê, alîkarî bidim we. Felsefeya min jî di vê rêbazê de hemû deriyên xwe ji min re vekiriye. Li ser vî esasî misoger e ku hûn ji min zêdetir xweser û zirav bijîn. Pirsgirêk; vêya ferzkirin û çareserkirina mêrê hov û kor e. Di serî de divê em bi jinê re bi zanyarî, estetîkî û evînî jiyînê ji bo xwe weke hewildaneke bingehîn bigirin dest û ji bo azadiya civakî vê pêk bînin. Divê hevalên jin vê ferz bikin û em jî vê yekê bi rêzdarî pêşwazî bikin û bersiv bidin. Ez vê hest û fikrê xwe parve nekim derbas nakim; ti kirêtî qasî bi yekbûna jina kirêt û mêrê desthilatdar re, ketî û qirêj nabe. Dîsa tu yekbûn qasî bi jina azad û mêrê ku desthilatdarî derbas kiriye re bi nirx, xweş û rast nabe.
Pêdivî bi şoreşeke azad a mezin heye ji bo jiyaneke bi wate. Ji ber vê sedemê divê şoreşa Rojhilata Navîn weke şoreşeke azadiya jinê were pêşxistin. Bi rastî jî qadên ku hûn lê dijîn, ji ber qadên ku çanda xwedawendiyê zayîn e, ez bawerim ku cihê we bêhempa ye. Ez pêbawerim ku çîroka we ya azadiyê li ser vê bingehê birêve diçe. Wêrekî û fedakariya we ya bêhempa, nayê nîqaşkirin. Lê, hîna jî em ji encamê dûr in. Em di rêya rast de ne, lê di rê de ne. Asta ku hatinê weke min jî diyar kir hebe hebe nîvê rê ye. Lê em ji bîr nekin ku ya girîng dawiya rê nîne (dibe ku dawiyeke wisa nebe), ya girîng di rê de bi kelecan, kolektîf, bi evîn, xweşikayî meş e, bezîn e.
Ez gêhîştim vê encamê; xweşikiya jin a xwedayî, başbûn û rastbûnê bigire û bi wê re bijî! Vaye pir kêm be jî me para xwe ya li hember jiyanê girt, me ev jiyan parve kir, me jiyan kir. Dema ez dibêjim me jiyan kir, ez dixwazim diyar bikim ku felsefeya jiyana azad encax li ser bingehê parvekirinê dikare wate bibîne. Em weke jin û mêr dema di ezmûnên weke agir re derbas dibin, em ji hevdû re soza azadî û wekheviyê didin. Me sond xwar ku ev soz wê bi welateke azad û civakek demokratîk re pêk were. Ji bo ez ji soza me û biryara me re girêdayîbim min hemû hewildanên xwe diyar kir, hûn nikarin vê înkar bikin. Egîdiya rast di nava van pênaseyan de dikare wate bibîne. Mirov rêzê ji eleqe û meylên evînê ên kesên wisa re nîşan dide. Keç û xortên me yên ku xwe diavêjin agir, di heman demê de ji bo em ji evînê re îxanet nekin dibine şiyarî. Ew ji bo gel û welatê me jî, ji bo pêkanîna qûralên evînê ên pîroz, hem rêgez hem pêkanîner hem jî qehremanên rast in. Divê qet nebe em ji bo van qehremanan hêza xwe ya rêzgirtinê nîşan bidin. Ez dizanim ku ev pîvan pir zehmet in. Lê ji qîreqîr (cayır cayır) şewitandinê zehmetir çi heye! Evîn rastiya me ya herî bê-eman dide şerkirin.
Ez ji şehîdên me yên mezin, ji wan nirxên bilind fêrbûm ku jin hebûneke bi nirx e. Ya ku min bi wan re jiyan kir belkî jî welatekê windabûyî, nasnameya civakeke windabûyî û evîna ji nû de û azad serxistinê bû. Jixwe ev jî weke evîneke pir bi nirx, mezin û heqîqî bû. Evîneke ku xayînê wê û du rûyên wê ji pir bûn, min jî bi vî awayî hem bîranîna Mem û Zîn zindî dikir, hem jî pêk dianî. Ji niha de bi ewqas şehîdên wê yên jin ku ketine dîrokê hene, me weke tevger û Rêbertî ev ispat kiriye. Ger li ser were fikirandin wê bê dîtin ku rêgeza azadiyê ya pîroz û mezin dikare van şehadetan vebêje. Hûn li ser vê bingehê ji bo jiyanê têne kişandin. Qasî teqdîra mezin a her kesî divê ji vê awayê jiyanê re hurmet bê nîşandan, rêz bê girtin. Di vê mijarê de bêyî çav were niqandin xwe şewitandin, ji bo teslîm nebûnê bombeya dawî di xwe de teqandin, rastiya şehadetên me ye û ev herî zêde di şehadetên hevalên jin de hatiye dîtin. Rêberên rast tu caran winda nakin, ew bimrin jî winda nakin, lê rêberên kêm herdem winda dikin. Di vî milî de ger weke milîtaneke rast şereke rast neyê kirin, serkeftin çênabe. Wê demê mafê vê dayîn deynê stuyê we ye.
Ez ji vir banga jinan dikim û dibêjim ku ji azadiya rast re qasî ku di ti deman nêz nebibûn, niha hûn nêz bûne. Vîna gelê Kurd a azadiyê hêvî dide min. Ez bi hêvî me ku em bi vê biharê re azadiya xwe saz bikin. Emê bi biharê re azadiya xwe saz bikin. Ez şervaneke azadiya jin im, di vê mijarê de pir radîkal im. Ez bawerim ku wê azadiya jin li Rojhilata Navîn li ser bingehê jîrbûn, parastin, xwaşikbûn bi biharê re weke rojekê biafirînin. Wê teqez rojekê mêrê paşverû û zordest bînin rê, wê xwe bighînin jina bi hêz, bi vê baweriyê ez hêvidarim li gor rihê pêvajoyê tekoşîna xwe bilind bikin, ji hemû jinan re silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Hemû qadan û hevrêyên li qadan, dostan, bi zanyarî, xwaşikayî û evînî silav dikim, hembêz dikim, serkeftin dixwazim, sal û salên wextê we pîroz dikim.
Rêber APO
