Taktîk û Rêbazê Şoreşa Kurdistanê Hemû rêxistinên tundî yên di dîrokê de, encex bi hêza rêxistineke din ya tundiyê re tê hilweşandin. Tundiya li ser Kurdistanê jî tim roleke talanker û texrîbkar leyîstiye. Ger ku tundiya ji derve her roj, her seet û her deqîqe li ser gelê me bandora xwe nîşan dide, wê demê pêwîste tundiya şoreşgerî ya li gor berjewendiyên gelê me jî her roj, her seet, her deqîqe û her saniye li tundiya dij-şoreşê bixîne.
Têkoşîna rizgariya gelên mêtîngerkirî quraleke giştî fêr dikin, ew jî wiha ye: ger ku gelek şer bike, divê ji şerê gel ê demdirêj re xwe hazir bike. Ev şer, ji qonaxên cuda derbas dibe û wî gelî digihîne rizgariyê. Ger ku gelê Kurdistanê wêrekiya şerkirinê nîşan daye, teqez divê ji şerê gel ya demdirêj re xwe hazir bike. Yekemîn qonax û taktîka şerê demdirêj ya gel çiye? Taktîka şoreşgerî ji hêla şertûmercên şênber yê welat û rêxistina heyî ve diyar dibe. Li welatekî ku şebekeyên sîxor û rêxistinên îstîxbaratê wek tevnekê belav bûne, taktîka şoreşgerî jî di qonaxa yekemîn de divê têkoşîna li dijî van, rêxistinbûneke li gor pêwîstiya vê têkoşînê esas bigire. Şoreşa welatekî, ger bi salan bi taktîkên têkoşîn û rêxistinbûneke wiha xwe xwedî neke û nebe pola, nikare pêş bikeve. Şerê gel terzê têkoşîna me ya bingehîn e. Di hunera şerê gel de pêşketin jî bi rastiya rêxistinê ve ji nêz ve pêwendîdar e. Herwiha pêwîstî heye pêvajoya rizgariya netewî bi xurtî were bidest xistin, stratejiya şoreşgerî were ferzkirin û bi taktîkên rast jî were pêkanîn. Ji bo vê jî têgihiştin, biryardarî û baweriyeke xurt hewce ye. Erkên taktîka rojane ya Şerê Gel Şerê gel di esas de dabeşî sê pêvajoyan dibe. Ev, pêvajoyên parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk e. Parastin, ango tê wateya pusu dayîn û xwe bi tevahî arastekirin. Li cem me parastin di wateya hebûn-tunebûnê de ye. Gelê me di rewşekî de ye nikare nefes bistîne, parastina cewherî qet nîne. Gel nikare navê xwe bêje, nasnameya xwe biparêze, ji bo pêwîstiyên herî jirêzê yên aborî, tendirûstî û çandî tiştekê bike. Bi kurtahî parastina wê ya cewherî hatiye tarûmarkirin. Bi eşkere; pêşeng erkdar e, ji rastiya ku gel di nav de ye bikeve rê, di pêvajoya parastinê de rê û rêbazên ku parastina cewehrî ya gel derxîne holê, peyda bike. Di vir de hedef ewe ku bi derfetên herî kêm, gel nêzîkê berxwedanê bibe. Taktîk, ji xwezaya vê rastiyê derdikeve holê. Beriya hertiştî berpirsyariya bingehîn ewe ku gel bînin rewşa prastina cewherî. Beriya wê, gel bi pêwîstiya parastinê bidin bawerkirin. Ango gel zane bikin, şiyar bikin û hêdî hêdî berxwedanê timam bikin, wiha jî bi pêwîstiya prastina xwe bawer bike. Taktîka partiya me li ser vê bingehê derketiye holê. Di her du pêvajoyên taktîkî de, ev erk heya astekê bi cih hatiye, di gel de berxwedan pêşketiye. Pêvajoya em di nav de, erka qonaxa taktîkê jî ewe ku berxwedana gel li her derê welat bi awayeke serwext pêş bixin. Mînakên heyî nîşan didin ku di kêmkirina qeybên me, hem jî di zêdekirina qezencên me de, pêkanînarast ya taktîkê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Helwesta rast çawa dibe? Ev îfadeya xwe di taktîkên rast de dibîne. Taktîk li gor şertên şênber yên rêxistinbûna heyî û çalakiyên wê de derdikeve pêşiya me. Çalakiyên me yên vê pêvajoyê, ji bo prastina xebatên me yên siyasal, beriya her tiştî divê yekîneyên şerê taybet ku êrîşê me dike, bi taybet jî derdorên çete, sîxor û muhbîr, tasfiye bikin. Ji bo tesfiyekirina van jî dikare rêbazên têkoşîna çekdarî biceribînin. Ji bo vê, pusu, sabotaj, dest danîn, şewitandin, hilweşandin û cureyên cuda yên rê û rêbazan pêk bînin. Di vî karî de bi şûna ku yekîneyên gerîla bikar bînin, mîlîsên gel bixin tevgerê. Bi bandora xwe re tirsandin û teslîmgirtin, dikare bi xebatên milîsan bi wendahiyên herî kêm, ev werin tesfiyekirin. Gerîla dema ku dijmin şer ferz dike, jê direve. Ev zagoneke giştî ye; hemû şerên gerîla yên di cîhanê de jî wiha pêşketine. Ku dijmin hate ser me, li cihekê ku bixwe diyar kiriye şer li me ferz bike, em li wir nînin. Di rewşeke wiha de em direvin û xwe nepenî dikin. Lê dema dijmin ji şer vegerî û westiya, biryardariya xwe ya şer wenda kir, bi lez li cihê ku nizane û tedbîr negirtiye, li noqteya wî ya lewaz bixin. Ev dikare bi pusuyekê jî be, bi êrîşê jî be. Yekîneya gerîla dikare rêbazê vê peyda bike. Şêwazên Çalakiyan Ger ji prestîjeke berfireh ya siyasî re rê veke û me ber bi çekdarbûnê ve bibe, dikare çalakiyên mezin jî çêbibin. Taktîka herî girîng di vir de ewe ku dijmin ji biryargehan derxin û li qadên çiyayî û kendal, darbeyên herî giran li wan bixin. Ger wiha be, dijmin nikare gav biavêje çiyayên me. Ev qad jî wê hemû bikevin bin kontrola gerîla. Di van qadan de kontrola me ya li ser girse û coxrafya tam bibe, van deran dikarin wek qadên perwerdeya gerîla bikar bînin. Ev jî wê rê li ber pêşketina otorîteya me veke. Lewma di van qadan de bêbandorkirina hêza dijmin, xwedî nirxeke mezin bibînin. Emê giranî bidin van qadan û bikin cihên stargehan. Ji vir dikarin bikevin bajêr û gundan jî, ev êdî dibin saheyên serweriya partiyê. Li van deran êdî zagonên şoreşgerî dikeve meriyetê. Çeteyên dij-şoreşê yên liberxwe didin têne cezakirin, xayîn têne dûrxistin û dest datînin ser malên wan. Di qadên din yên ku nû nû herêmên gerîla pêşdikevin jî bi taybet çalakiyên sabotajê dikare encamgir be. Rêbazê sabotajê li dijî hedefên aborî, civakî, siyasî û leşkerî dikare pêşbikevin. Ev rê li ber bandoreke cidî ya siyasl jî vedike. Ger taktîkên me rast pêk bên, li Kurdistanê hêza hevkaran ya xweragirtinê jî namîne. Bandora me ya li gundan jî her biçe pêşbikeve. Pênaseya îşxalkirina gundan, dibe destpêkê tundiyê bîne bîra mirov. Na! Têkiliyên me yên li gundan dostane ne. Ji piraniyê re bi dostanî nêzkatî raber bibe, li cihên ku hakimiyeta xayînan heye jî ku hejmar kêm be, bi zorê emê bikevinê. Teqez divê gund wek dost werin bidestgirtin. Girseya li bajêran jî divê wek bingeha girseya partiyê were dîtin. Ji bo vê xebat were kirin. Ji bo xistina bajaran jî teknîk û taktîk rast emê pêk bînin. Ji bo çalakiyên wiha bi şûna ku em yekîneyên mezin seferber bikin, milîsên herî jirêzê bixin nav û çalakî bidin kirin. Hûn dizanin em di pêvajoya îşxalkirin û bi tevahî kontrolkirina bajaran de nînin. Em bandora xwe ya li bajaran pêş dixin û çalakiyên li gor vê bikin. Di van hemû qadan de jî şêwazên me yên çalakiyan curbecur in. Şêwazên çalakiyê li gor şertûmercên şênber curbecur pêşxistin, erka gerîlayên xweliqkar e. Ev jî girêdayî hêza wê ya nirxandina şertûmercên şênber e. Yên bi şiyariyekê werin ser rê, em çima ceza bikin. Bi sîleyekê ger çareser bibe, em çima çek bikar bînin. Ger bi sabotajeke besît encam were girtin, em çima yekîneyeke mezin bi rojan li pey bidin bazdan. Çalakiya ku bi pusuyekê ku baş hatiye amadekirin, em çima biqulipînin êrîşeke donkîşotwarî. Beriya her çalakiyekê divê pêşiya çalakiyê û piştî wê, xusûsên dijber û sudwer, pêwîstiya rêzkirina wan, hêz têra çi dike, têra çi nake, ev mijar baş werin nirxandin. Beriya çalakiya leşkerî were rêxistinkirin, encamên wê yên siyasî dê çi bin, li ser vê teqez divê rawestin. Yanî, pirsa ‘Çima çalakî?’ tim di rojevê de be. Were hesabkirin ku çalakî li dijî kî, bi çi re çalakî were kirin, dê qeyb û qezencên wê çi bin. Em çalakiyên xwe tenê ji bo çalakî bin, an jî ji bo tolhildanê nakin, wek pêwîstiya plansaziyeke siyasî ya teqez dikin. Ji bo em bigihîjin encamên rêxistinî û siyasal yên girîng, bi vê hedefê dikin. Herwiha di çalakiyan de şuxulandina hêza xwe, pir bi dîqet nêzîk dibin. Hêza di destê me de demdirêj û demkiin pêwîste çi bike? Vê tim plan dikin û li gor wê tevdigerin. Di şer de şuxulandina hêz karê herî zehmet e. Divê em hunera çalakgeriyê pir baş bikar bînin û tim mêjiyê xwe bi vê re mijûl bikin. Pêwîste şêwazê me yê xebatên û şêwazê lêxistina me, li gor taybetmendiyên pêvajoyê pêş bikeve. Divê were zanîn, parastina aktîf terzê xwe hertim veşartin nîne. Li cem me xwe veşartin, tenê ji bo lêxistineke hîna xurt e. Hîna xurtir lêdan, nayê wateya em biser dijmin de biçin. Pusuyeke baş jî, êrîşeke baş û lêxistineke xurt e. Dema êrîş tê gotin, wek bêyî tedbîr bi vekirî bi ser dijmin ve êrîşkirin hate fêmkirin. Rêbazeke dijmin ya wiha heye; destpêkê jinedîtî ve tê ku em li qadekê kom bibin, bi derdor û gel re têkiliyên rehet deynin, heta sengeran çêkin. Dizane, lê nayê ser me. 5-6 mehan çavên xwe digire. Vê ji bo êrîşê guncaw nabîne. Ev dişibe nêçîra bi oltayê. Cihên wiha, rola nêçîrgehê dileyîze. Paşê jî bi darbeyên peyderpey, wek masiyên li qadên teng kom bûne, di van qadan de gerîla nêçîr dike. Dorpêçkirina qadên wiha rehet e. Dizane li cihên din jî hêzeke zêde nemaye, hemû hêza xwe dixîne qadên wiha û darbeyên bi bandor lê dixe. Li qadên wiha pêwîste veşartîbûn û ewlehî pir baldarî hebe. Ku dijmin êrîş kir, darbeyên giran bixwe. Hêzên me herêmên çiyayî pir baş bigirin, ji dijmin re ji her derê darbeyan bixînin. Hertiştî em plan dikin, em li benda kêliya lewaz dimînin, em lêdixin. Şerê gerîla wiha ye. dijmin şerê teybet li me ferz dike, em ji vê re bersiv bidin jî, em terzê ku ew dixwaze bikar nayînin. Ev terz, ne terzê şerê me ye. Li vir rizgarî tune ye, îmha heye, teslîmiyet heye. Terzê me yê şer li noqteya ku dijmin nabihîze, nizane, fêm nake û li bendê nîne, şer pêşxistin e. Emê nêçîrê tesbît bikin, emê plan bikin û emê lêxin. Ji bilî vê, di pevçûneke din de em tune ne. Em vê rêgezê teqez pêk bînin. Perçekirin û daqurtandina dijmin di esas de taktîka me ye. Dijmin hêzeke bi sîstem e. Ew tim li ber çavan e. Em dikarin bişopînin, bikişin ber bi xwe ve û li erdê bidin. Cewhera Şerê gel, gerîla çiye? Ev avantaja mezin e. Ruhê vê demê yê ku pêwîste serwer be, ruhê qezenckirina bilind û wêrekiya şer e. Piştî ku dikevî nav şer de, îradeya herî tûj, hestên herî xurt, nirxandina herî teqez û egîdiya herî watedar tê pêşkêşkirin. Li vir cih ji şaşfêmkirinê re tune ye. Xelitîn tê wateya mirinê. Sekinîn û reşbînî tê wateya mirinê. Qada çalakiyê pir berfireh e; ji çavkaniyên aborî yên dijmin bigire heya hebûna civakî, siyasî, leşkerî û çandî, her tiştek ku zirarê bide dijmin hedef e. Cih, dem û amûrên êrîşa van, ne mijara gotinê ye; ji xefikên xwezayî heya teqemeniyan û çekan, hemû berfireh dikarin werin bikaranîn. Em dikarin li dijî her hedefeke dijmin êrîşan bikin; ya herî girîng înîsiyatîf di destên me de be û encamên wê bi kêr me were. Dikare di plansaziya herêman de bi hûrbînî lîsteke hedefên siyasî, civakî, ekonomîk û leşkerî were amadekirin. Kîjan destpêka lîsteya hedefê de bin, kîjan dawiyê, bi awayeke baş rêzkirin çêbibe. Divê lîsteyeke hedefan ya pir dewlemend hebe. Ger hedef net neyê diyarkirin, lêxistina jî rast tesbît nabe. Ji ber vê tê gotin ku şerê gerîla şerê kêliyan e. Tê gotin di nav 24 seetan de guhertina taktîk û planê çêdibe. Em şerê gerîla wiha bipejirin, wiha xwedî lê derkevin û ji vî şerî re fermandariyê bikin.
Rêber APO
