Ji bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê re girêdayî mayîn, meseleyeke pir mezin e. Rêhevaltiya partî, hevaltiya dozê, eger ku rastiya berxwedêrên xwe yên herî bîngehîn, bi her milî ve tênegihêje, wê demê, xirabiya herî mezin ji xwe re dikin.
Em vêya dikarin pir eşkere bêjin ku di nav partiya me de ji bîranîna şehîdên berxwedaniya mezin re layîq nebûn, wêya ji hemû nebesiyên xwe re jî weke perde bikaranîn, li ser wê, jiyaneke erzan xwestin, bi wê re her cûre paşverûtiya xwe, xwedîkirine. Ev biryarên roja mezinin ku bangawaziyeke mezin a şehîdên berxwedaniyê ne. Bi ti awayî neye fêmkirin jî egerên wan û weke ku jiyaneke normal e, tevgerandin, bi taybet jiyana şehîdên berxwedaniya mezin, tengkirine. Bi demê re weke ku bîranînên wan wenda bûye, hişê xwe wendakirin, bi bîranînên şehîdan dev ji xwe bihêzkirinê berdin, bi mîrateya wan re xwe dayîna jiyandin heye. Eger, ev heta vê qonaxê hatibe, em bizanin ku ew hevaltiya partî û rêya dozê, bi rewşeke herî xeternak re rû bi rû ye.
Me, her tim ev anî ser ziman; eger ku me karibû hinekê jî bi erkê xwe re girêdayî mabin û hê jî dev ji berxwedayinê bernadin, xisûsa bingehîn a ku di vir de rol dilîze; bi teqez, girêdanbûna ku me ji hemû berxwedêran û bi taybet jî yên şehîdên berxwedaniyê re nîşan daye ye. Qasî ku pêkan e, wê di xwe de hîskirin û bêyî ku jê re were gotin “helal e” bi serkeftî, ji bo dayîna jiyandina “bîranîna wan” hêz anîne.
Hemû nirxandinên ku me kirî, vêya nîşan dide ku; niha yên erkên partî, çekên têkoşîna partiyê digirin destê xwe, ji bersivdayîna fermana bîranînên şehîdên berxwedêr didin, pir dûr e. Xeteriya ku herî zêde tê jiyandin. Li gorî bîranîna şehîdên berxwedanê, kesayeta xwe amadekirin, li gorî wê, çekgirtin, li gorî wê, li ser erkan çûyîn, na; hineke din, mîrateyê xwarin, hewldanên ji bo parastina vê mîrateyê tê dayîn, wana di nav takekestiya xwe de tiraşkirin û kesayeta xwe ya belengaz, bi vêya li ser pêya hiştin, heye. Yê/a ku herî dawî şehîd dikeve jî tê de, ev bersiva ku ji bîranînên hemû şehîdan re tê dayîn, xeteriyeke rast û pir zêde ye.
Min, her tim ev anî ser ziman; di bin her nebesiyê de, beramberî nirxên xwe, rast nêzîknebûn, vê hêzê nişan nedayîn, heye. Bênamûstiya mezin, bêasîltî, mîratexûrî, di vir de ye. Em ê di vê xalê de, eger pêwîst kir, pevçûnê bêhtir bi şîdet bikin. Divê hûn vêya fêhm bikin, sîstemê hûn anîbin çi rewşê, ne girîng e; dîsa jî mecbûr in ku fêhm bikin. Nexweşiya takekestiyê, çi qasî we girtibe bin bandora xwe, ne girîng e; em ê mîrateya şoreşgerî ya ku nirxa herî bilind a kedê ye, ji vê feraset û helwestê re nedin, binpêkirin.
Nirxên ku hûn jî jê berpirsin, hene. Ez bi israr dipirsim ku çima pêwîste hûn xwe bi hêz û têrker perwerde bikin? Çima pêwîste hûn ji hemû erkan re, di asta herî kêm de bi serkeftî bersiv bidin? ji bo wan şehîdên berxwedaniyê û hemû berxwedêran, zêdetir fêhm bikin û hinekî ji wan re bibine bersîv. Di vê mijarê de, erka we ya herî bingehîn, vê hurmetê, veguherandina hêzeke pêkanîna pratîkî ya şoreşgeriya rastî, hêza serkeftinê ye. Li cihê vê eger ku hê jî devre vebe û derfet ji we re bê dayîn; hûn ê çi ji van nirxên mezin bikin û bînin çi astê, diyar e; bi şekleke rast li ser xwe de neçûn û çi dizane wê kirin; weke tê yeqînkirin zêdetir, xwedî bingeha hemû cûre xeteriyên bi vî awayî ye û cewhera her cûre ji rê derketin û belavbûnê ye.
Qasî ku em dibînin, di partiya me de, ruxmê ewqas nirxên berxwedaniya pir mezin heye, ruxmê nirxên qehremantî ne tene yek car, sed hezar caran bikaribe kesekê bi hêz bike, hene; nexweşiya ku bi wan re neyekbûne. Berovajî vê, li ser mîrateya wan, hesabên erzan ên jiyandinê têne kirin. Ev bênamûsiyeke mezin e, bêberpirsiyartiyeke mezin e. Mixabin, di serî de eniyên şer tê de, di gelek qadan de ev heye. Halbûkî bi mirinê re rû bi rû jiyandin heye û ruxmê vê jî gelek kesên ku di qadan de dimînin, dibêjin ku “rojekî jî be, bila wek paşayan bijîn” ev kariyerîzm dibe, nexweşiya îktîdara zû. Li ser yekîneyekê, axatiyeke rojekî dibe; çayek dibe, ehbap-çawiştiya erzan dibe, ferq nake dibêjin “em vana bikin çi dibe bila bibe” yanî ketîbûn heye. Bêrêziya ku hûn li hember jiyanê nîşan didin, bêhurmetiya mezin a li beramberê bîranîna şehîdên berxwedêr, nebesî, xaflet di vir de ye. Yek jî sedema bingehîn a ku nahêle hûn mezin bibin, ev e.
Weke ku hatiye serê hemû şoreşan, li gel qetlîama ku li ber serê we, tê kirin; pey hev ewqas êşên mezin tên jiyandin, hin kesên ku her tim takekestiyê esas digirin û dixwazin vêya bi hêztir bikin û bêyî ku ked bide, dixwazin vêya bikin, jiyana herî bi lanet û xeter e û ev xeterî, nêzîkê we ye. Ji ber nebûna tecrûbeya siyasî, heta rast nenirxandina rêza we ya bi xwe, feraseta îktîdarê ya pir xeter û feraseta jiyana takekestî ku em li ser vêya, hêza bandorkirina sîstemê ya rojane jî zêde bikin, dîsa arezûyên we yên pir seqet ên îktîdarbûnê jî zêde bikin; ev, we tîne rewşa ku yên bi nirxên şoreşgerî re nakokî dijîn, yên ji mêj ve sînorên nayên qebûlkirin derbas dikin û weke xwediyê pratîka sûc, her tim weke ku rû li paş bimîne, serê xwe li dîwar, kevirekê dide. Ev, rewşeke pir xirab e, ji erka herî bingehîn re jî bi layiqî, bersiv nedayîn e.
Di berdêla bîranîna van hemû nirxên berxwedaniya mezin, ma çi nayê kirin? Ruxmê vê jî, çalakiyeke ji rêzê ya gerîla, nesazkirin, rêxistinbûnekê pêşnexistin, kampanyayeke propagandayê pêkneanîn, heqê civîneke rêxistinê jî nedayîn û her tim bi helwesta nexweşiyên xwe, nêvengê mijûlkirin, helwesta herî rezîl e û her cûre hesabê berjewendiyê, tê de heye. Ev rewş, xwe ferzkirineke bûrjûwaziya biçûk, kesayeta civata me ya pir ketî, ji her tiştê re razî, çi bikeve destê wî xwe jê re dide razandin e. Dîsa di derdora nirxên xwe de, xwe terbiye nekirin, her cûre takekestiyê, dayina pêşiya van nirxan, an jî feraseteke fedakariyê ya ku ji xwekuştinê wêdetir tiştek nikare bike ye. Di wateyekê de, ev; henekê xwe bi nirxan kirin e.
Ev feraset, kesayet nabe tu derê. Çi dikin, bikin jiyana şehîdên berxwedanê û hemû berxwedêrên asîl, bînin pêşiya jiyana xwe. Destpêkê jiyana wan, piştre jiyana me. Nexwe, bi şekle din, hûn ê pir rezîl bibin.
Ez, bi mehan in, diqîrim; di şexsê we de yên ku van hemû rewşan dijîn, bang li wan dikim; hûn, berxwedaniya mezin çawa difikirin? Hêza min jî têr nake, ez pir bi zehmetî hewl didim ji bîranînê wan re bibim bersiv û wan bidim jiyandin. Ma hûn nabînin? Ji aliyekê ve em hewl didin pêşketina teorîk ava bikin, ji aliyekê ve derfetên pratîkê heta hêza xwe ya dawî, pêş bixin. Gelo hûn çi dikin? Hûn perwerdeya xwe jî di dema hatiye diyarkirin de nikarin bikin.
Nirxên hatine avakirin hene. Ev nirx, mîrateya şehîdên berxwedaniya mezin in. Ji ber ku şehîd hat dayîn, pir mezin berêxwedayîn çêbû û nirx jî mezin dibin. Milekî vê ya neyê fêhmkirin, nîn e. Lê ev hemû ji bo ji we re were pêşkeşkirin, nîn e. Di nav de, mirovatiya nû avakirin heye; di nav de, serxwebûna gelekî ya misoger afirandin heye; di nav de bersiva berdêla azadî û ked dayîn heye. Nirx ji ber vê bi nirx in. Teoriya şoreşgerî; polîkaya ku çavkaniya xwe jê digire, her cûre qûral û hêza jiyanê, ji bo vê ye.
Li gel ku vana hemûyan, tişta ku pir zêde tê jiyandin; bi rayeyan çawa tê lîstin, derfetên qadekî çawa têne çarçûrkirin, çawa xwe wenda dikin, derfetan çawa digirin û bi xwe re dibin e. Ez bi vekirî tînim ser ziman; çi têkiliya vêya bi nirxên berxwedaniya mezin heye? Çima ev bêrêztî, hewl hat dayîn wisa bi kûrahî were jiyandin? Di asta herî jor a berpirsiyartiyê de, her roj bi eniyên şer re nîqaş dikin ji me re dibêjin: “me nekarî binirxînin, nedît, me xwe da jiyandin, em ketin pey arezûya îktîdara zû an jî me nekarî vêya asteng bikin.” Gelo, ev gotin, gotinên ku şoreşgerekî bîne ser ziman in? Dîsa kesekî heye ku ev gotin neanîbin ser ziman? Va kesayeta ku pêş nakeve! Va kesayeta ku di polîtîka, rêxistinbûn û leşkerî de henekê xwe bi xwe dike! Ez nizanim em ê vê kesayetê çawa bidin jiyandin an jî hûn ê çawa bidin jiyandin?
Ma hûn nirxên mezin çawa digirin dest? Ji bîranîna wan re girêdayî mayînê çawa dizanin? Çawa xwedî li nirxên wan derdikevin? Gera bersiva we ji van pirsan re hebe. Pêwîst e, hûn ew qas ketiyê nirxan, çarçûrkerê nirxan û xafîlê nirxan nebin. Heta ji gelek milan ve dev jê berdana we hebe jî, dema ku zîndîbûna jiyanî û serwerkirina van nirxan bibe mijara gotinê, divê hûn qiyametê rakin. Ji ber ku hebûn-nebûna gelê me di vir de ye. Gera hêza xwedî li vê derketinê, hinekî nîşan bidin.
Însan, temaşeyê rûyê we dike, bi tevahî, çavê we li jêr temaşe dike, dibêjin “ez ê çawa bikaribim, bi basîtbûnê xwe xilas bikim, çawa bikevim, bixînim.” Ev helwest, nirxan çawa bilind dike? Gelo di we de hesabê “ez ê van nirxan li kevir û çiyayan nexş bikim, çawa veguherînim serkeftineke mezin” heye? Pratîk, berovajiyê vêya nîşan dide. Va dema rêxistin hinekî serde diçe, dibêje; “ez ê çawa bigirîm, binalim” dema hinek kar jê were xwestin, tê gotin; “ez ê çawa li gerekçeyan bigerim” bi giranî, rewşên ku hûn xwe dixinê nav de ev in.
Temaşeyê li hemû nirxandin û raporên ku yên kar dikin, bikin; bi kêmanî û nebes! Gelo yekî ku xwe xilas kiribe, diviyabû wisa bûya? Ma hûn ew kes nebûn ku rizgariya welat dabûn ber çavê xwe, bi îmhayê re rû bi rû bûn, azadiya gel û pêşîgirtina îmhayê ji xwe re kiribû erk? Ma ne diviyabû wisa bûna? Temaşeyê pratîka xwe bikin, rê ji bo vêya vedike an jî dide wendakirin? Ma hûn ê tu carî vê pirsê li xwe bikin?
Girêdanbûna min a ji nirxên berxwedanê, di rêza yekemîn de ye û tu carî nahêlim were binpêkirin. Lê bi tena serê xwe, nehiştina binpêkirina min, têr nake. Ji binî heta serî hemû partiyî, şervan, divê di heman helwestê de bin. Hûn pir ciwan in, di tabloya we ya serkeftinê de tişteke zêde jî nîn e. Li hember vê rewşê, ma hûn ê nebêjin: “ez mecbûr im ku ji bo serkeftinekê bijîm, di vê jiyana min de hin serkeftin hebin.”? hûn însaneke ji rêzê bin jî, ma ne pêwîst e ku vê pirsê ji xwe bipirsin? Ma hûnê nebêjin, di nav xirabkariyeke wisa de ne? Hûn her tim dibêjin, “me raye xesp kir, li ser kedê, xwe bi bandor, erkdar an jî bi hêz nîşan da”. Ma ev helwest dikare were efûkirin? Kesekî ku xwe dabe ber bayê vê jî wê her cûre pirsgirêka bi lanet dernakeve?
Wateya bi terbiyebûn; tê wateya bi nirxan re bi layîqî girêdayî mayîn, bi kedê re girêdayî mayîn, bi serkeftinê re girêdayî mayîn e. Wê demê, em mecbûr in ku vê bêterbiyetiya mezin, bêrêziyê, bibihurînin. Ev çawa dibe? Li hember erkekê, kêm-zêde nirxek îfadekirin, wê dayîna meşandin, qet nebe, nebûyîna sedema wendahiyeke xirab pêwîst dike. Di vê mijarê de divê, hinekê wijdanê we bikeve tevgerê.
Rêber APO
