Ya tê çareserkirin ne kêlî dîrok e, ne kes civak e. Em wexta vê vegotinê li PKK’ê bipîvin wê hînê baştir were fêmkirin. Bi PKK’ê hem dîroka Kurd, hem jî civaka wî hat çareserkirin. Ev çi bi aliyên xwe yên erênî, çi jî bi yên neyînî welê ye. Hema tenê em bizanibin rast bixwînin û dersên baş bigirin.
PKK’yîbûn mîladeke hemdem -hilatina Kurd- a Kurd e, min ti car ji vê yekê guman nekir. Lê min ti car texmîn nekiribû ku ferdên wek Kurd têne bi navkirin ji aliyekî ve zêde bi nakok, bêmane û qelsin bin, ji aliyê din ve jî zêde dûz û pirxet, fedekar û egîd bin. Min li ser kesayetiyê gelek analîz kirin, lê hînê jî ez nikarim bibêjim; min xwe gihand Kurd û ew çareser kir. Ji ber ku ew ji xwe pir dûr hatiye xistin. Her çend bi şekil Kurdewarî xuya bike jî di cewherê xwe de bûye yê din. Li sînorên îxaneta xwe hayil jî nîne. Li ser wî ne qanûnên însanan, ne jî yê heywanan dimeşin. Mîna ku cureyê afirîneran ê sêyemîn be.
Di PKK’yîbûyînê de rola bingehîn a min dixwest ez bilîzim, eşkere di warê zêhniyetê de bû. Lê belê ez wek ferd û wek çavkaniya jê hatibûm Kurd û civaka Kurd bi teoriyên heyîn çareser nedibû û her çend ji bo vê yekê min xwe pir ceriband jî min nikarîbû ji kêmasî û çewtiyan xilas bibim. Hînê di gavavêtina sala 1975 de min bi M. Xeyrî Dûrmûş re bi bangewaziyeke Zerduştwarî li ser emperyalîzm û mêtingeriyê dest bi beyankirina fikrên pêşnûmeyekê kir. Ew pêşnûmeya ku ez texmîn dikim hîn di dest de heye, ji girîngiya xwe hînê tiştek wenda nekiriye û welê radiweste. Niha jî weke ku heye mirov dikare bi kar bîne. Pêşnûmeyeke baş bû, ji fikrên mora xwe li şoreşgeriya demê xistibû pêk dihat; dikarîbû di şerê zihniyetê yê Şoreşgerên Kurdistanê de alîkariyeke ciddî bike. Gera min ên di çarçoveya vê pêşnûmeyê de balkêş bûn. Di Adara sala 1976 de min bi axaftina xwe ya li civîna Odeya Mîmarên Enqerê start da. Paşê min gera xwe bi Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Amed, Ûrfa, Dîlokê dewam kiribû û careke din min di meha Gulanê de li Enqerê bi dawî kiribû. Meşa min di 15 Gulanê de bi dawî bûbû û wek bersiva vê meşa min Hakî Karer di 18 Gulanê de ji aliyê komeke gumanbar bi navê ‘Stêrka Sor’ bi komploya Alaattîn Kapan hat şehîd kirin. Şehadeta Hakî Karer mîna aveke sar bi serê me de hatibû xwarê. Ev bûyerek welê bû rêveçûna dîrokê diguhert. Heye ku têkiliya koma gumanbar bi PDKê re jî, bi bermahiyên hin komên Tirkan û hin komên li ser navê dewletê radibûn re jî hebe. Ji lewra şerê me yê zihniyetê pir bi lez berê xwe da komeke hedefên tevlîhev. Şerê me yê zihniyetê pir zû ket wê xeterê ku bibe amûrê şerê maddî.
Di wan şert û mercan de em gihîştin biryarê ku kom bi lez partîbûyînê pêk bîne. Wek erk û wezîfeyeke dilsoziya bi bîranîna Hakî Karer re min di payîza heman salê de li Dîlokê Pêşnûmeya Bernameyê amade kir. Ez cardin vegeriyam Enqerê û dîsa ji wir bi zewaca seyr re di serê Havîna sala 1978 de bi balafirê firiyam Amedê.
Duyemîn pêngava min a mezin a zihniyetê, nirxandina min a bi navê ‘Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê’ bû. Min ev nirxandin bi xwe, bi destnivîskî di Tîrmeha sala 1978 de li Amedê kir. Ji bo hin tiştan ronî bike û belkî jî seyr be divê ez bibêjim ku ev nirxandin di nav şerê belaya ‘zewacê’ de hat nivîsandin.
Manîfesto ya damezrandina partiyê ye ku îlankirina wê tê fikirîn. Rojnameya bi navê ‘Serxwebûnê’ ku weşandina wê hatibû plankirin, manînfesto wek yekemîn hejmara xwe belav kir. Em dema ji bo manîfestoyê vedigerin li pişt xwe dinê¬rin, em dibînin lûtkeya civînên sala 1973, dîrektîfên 1975 û axaftinên 1977an e, û şêweyekî wan ê herî bi serhevhatî ne. Eşkere Manîfestoya Komînîst bi bîr dixîne. Ji naveroka wê diyar e, ne tenê gelê Kurd, hewl dide bang li hemû civakên Rojhilata Navîn bike. Naverok û uslûba wê ji netewparêztiyê wêdetir nêzî azadiya civakî ye. Netewîtiyeke bêyî azadî nayê qebûlkirin û azadiyeke rengê wê yê netewî jî nebe nayê fikirîn. Bi leza ji manîfestoyê dihat wergirtin êdî partîbûyîn şert bû. Tenê hin mijarên teknîkî mîna nav û wê bi kê dest pê bike hebûn ku ew jî ewqas girîng nebûn.
Li gorî wê demê avakirina partiyê bûbû meseleyek şerefê û heysiyetê. Li naverastê derfet û îmkanên yekser bibin bersiv nebûn. Lê di her gavavêtinê de bêşerefiyeke mezin li her deverê diyar dibû. Min li ku bineriya rezîlî û bêşerefiyê xwe dida hiskirin. Mîna ku her tişt li îxanetê hatibe qewimandin. Çiya-deşt, gund-bajar, dîrok-îro, ferd-civak, dewlet-welatî, jin-mêr, zarok-dêûbav, rê-rêwî bi kurtî her dualîte bi awayekî kor û xayînane dinerî. Ji sedî sed diviyabû hin tişt bihata kirin. Belkî jî partiyê maneyek bidiya van dualîteyan wê karîbûya wan bixe rêya çareseriyê. Partiya hatibû avakirin di maneyeke teng de nebû û ji partiyê wêdetir şêwazekî nû yê jiyanê bû. Veguherîna nasnameyê dihat ferzkirin. Bi dîrok û welat re, bi hemdemiyê re lihevnekirin bi ti sedeman rave nedibû. Sedem û qelsiyên me çi dibûn bila bûbûna destwerdana li rewşa heyî şert bû. Di vê rewşê de partîbûyîn mîna çalakiyeke întîharî bû. Lê ev întîharek bi zanebûn a ferd nebû, ji bo jiyaneke bi şeref a bi qasî serê derziyê li dijî civakê nerazîbûn bû ku êdî jiyan tê de nedibû, ji lewra mîna çalakiyeke xilaskirina namûsê bû. Şêwazê partîbûyîna me bi awayekî xweser şêweyekî din ê çalakiya xilaskirina namûsê bû. Pir zehmet e, mirov vê çalakiyê bi berjewendiyên çînî û netewî, etnîk, dînî û malbatî yên diketin rojevê rave bike. Hêmana bingehîn ew bû ku hin mirovên ji gel bi zor û zehmetî xwe perwerde kiribûn û ev çalakiya wan bû, bawer dikim îzahek bi vî rengî hînê nêzî rastiyê ye. Eger mirov bişibîne Narodnîkên Rûsan ên di dîrokê de wê hînê baştir were fêmkirin. Em wexta li bandora wê dinerin, em dikarin bibêjin rola partiyê lîstiye. Ji bûyeran diyare bersiva pêdiviya bi şerefê û giştî daye.
Tevî hemû dorgirtina li dijî xwe PKK li her quncika dunyayê çeperên xwe yên dostane û tevna xwe ya têkiliyan diparêze û dewam dike. Bi hezaran şehîdên wê yên qehreman li benda hevalên xwe ne ji bo karibin wan bi zêhniyet û pratîkeke rast temsîl bikin.
Bi kurtî û cewherî mirov dikare bibêje; mirov ti car ji hewldan û xebatên ji bo azadiyê poşman nabe. Tenê ji ber wendahiyên bêmane, rikeberiyeke çavê wê kor, wezîfeyên di dem û cihê xwe de pêk nehatine mirov dikare êşê bikişîne. Êş û keser jî ji bo kesên nirxê wê bizanibin her tim bûne mamosteyên baş. Vê carê jî wê ji mamosteyê herî baş dersên qencî, rastî û bedewtiyê bi ked û heq bihata hînbûn.
Rêber APO




