{"id":20968,"date":"2022-08-04T02:57:23","date_gmt":"2022-08-04T06:57:23","guid":{"rendered":"https:\/\/yps-online.com\/?p=20968"},"modified":"2022-08-07T01:54:16","modified_gmt":"2022-08-07T05:54:16","slug":"parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/yps-online.org\/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1\/","title":{"rendered":"Parastina Jiyan\u00ea li beramber aqil\u00ea m\u00ear-dewlet\u00ea -1"},"content":{"rendered":"<p><strong>1-Nasnameya \u00c7\u00eakir\u00ee ya m\u00ear<\/strong><\/p>\n<p>Nasnameya jin, nasnameyek bi kr\u00eez e. Dest ji v\u00ea nasnamey\u00ea hatiye werdan. Ne bixwe ye; wek xwe nakene, wek xwe nagir\u00ee, wek xwe name\u015fe \u00fb di encam de wek xwe naj\u00ee. Ango ji jiyana hey\u00ee gelek\u00ee hatiye xer\u00eebketin. B\u00eag\u00fbman sedema v\u00ea ya her\u00ee bingeh\u00een, \u015fikilgirtina nasnameyek din a ku her roj di\u00e7e xwe bi gewde dike \u00fb mezin dibe nasnameya m\u00ear\u00ea desthilatdar a bi h\u00eaz \u00fb h\u00eelebaz e. Ev nasname di berd\u00eala b\u00ea nasname hi\u015ftina jin \u00fb jiyan\u00ea de hatiye mezin kirin \u00fb nepixandin. Mirov dikare j\u00ea re nasnameyek b\u00eanasname \u00fb \u00e7\u00eakir\u00ee j\u00ee bib\u00eaje. Ji ber ku civak di destp\u00eaka \u00e7\u00eab\u00fbna xwe de bi jin b\u00fbye xwed\u00ee nasname \u00fb bi w\u00ea hatiye p\u00eanasekirin. Her ku nasname yan j\u00ee heb\u00fbna jin ketiye n\u00eeqa\u015f\u00ea, xetere li ser \u00e7\u00eab\u00fbye, jiyan bi temam\u00ee veguheriye \u00fb ji cewher\u00ea xwe d\u00fbr ketiye. Her \u00e7end mirovahiy\u00ea hewl daye statuya dayik bi awayek\u00ee li ser piyan bih\u00eale \u00fb bi \u00e7avek p\u00eeroz l\u00ea tema\u015fe bike, l\u00ea bel\u00ea ya bi cih may\u00ee ten\u00ea dayikek dilrehm \u00fb b\u00eadeng b\u00fbye! Bi \u015fikilgirtina aqil\u00ea m\u00ear jiyan li dor wer\u00e7erxek din ziviriye yan j\u00ee mirov b\u00eaje berovaj\u00ee ziviriye w\u00ea h\u00een di cih de be. Ev aqil\u00ea \u00e7\u00eakir\u00ee ku em behsa w\u00ea dikin ji bo xwe bi aqil n\u00ee\u015fan bide, ne\u00e7are jin her tim bi b\u00ea aqil\u00ee \u00fb b\u00ea hi\u015fb\u00fbn\u00ea tewanbar bike. Ji bo bibe h\u00eaz, ne\u00e7are bi zexta fiz\u00eek\u00ee, \u00e7or \u00fb hi\u015fk jin \u00fb heta zarokan j\u00ee bixe bin bask\u00ean xwe, ser\u00ee li wan bitew\u00eene \u00fb wisa derkeve qat\u00ean jor.<\/p>\n<p>Her qat \u00fb pileya ku ev aqil rab\u00fbye jor \u00fb bilindtir b\u00fbye jin \u00fb di kesayeta w\u00ea de civak ketiye r\u00eaya serberj\u00ear. Bi v\u00ee away\u00ee nasnameya civak\u00ea li dor nasnameya \u00e7\u00eakir\u00ee ya m\u00ear hatiye h\u00fbnandin. Desthilatdariya m\u00ear a li ser civak \u00fb xwezay\u00ea b\u00fbye sedem ku xwe bixe navenda tevahiya heb\u00fbnan. Ango nasnameya xwe li ser b\u00eanasnametiya jiyan\u00ea damezrandiye. Her ti\u015fteke li dervey\u00ee xwe wek ku tineye dihesib\u00eene, xwe dixe \u015funa tevahiya mirovan. Jixwe p\u00eanaseya mirov-\u00eensan ten\u00ea wek m\u00ear t\u00ea famkirin. Her heb\u00fbn\u00ean li dervey\u00ee cins\u00ea m\u00ear ji statuya \u00eensanb\u00fbn\u00ea d\u00fbr t\u00ea hi\u015ftin. Ev navendpar\u00eaziya m\u00ear\u00ea desthilatdar ku hewl da xwe bixe \u015f\u00fbna jina ku jiyan afirandiye \u00fb rola w\u00ea j\u00ea bidize, heta roja \u00eero j\u00ee bi away\u00ean cuda \u00fb h\u00een dijwartir dime\u015fe \u00fb berdewame. Hest \u00fb aqil\u00ea ku di kesayeta m\u00ear de bi saz\u00ee dibe \u00fb \u015fekil\u00ea dewlet \u00fb desthilatdariy\u00ea bi xwe digire, dervey\u00ee heb\u00fbna xwe ti heb\u00fbnek din napejir\u00eene. Her ti\u015ft\u00ee ji bo heb\u00fbna xwe wek qurbanek\u00ee dib\u00eene. Ev aqil\u00ea \u00e7\u00eakir\u00ee digih\u00eaje astek\u00ee ku tevahiya zindiy\u00ean dervey\u00ee xwe tine dihesib\u00eene. Wer difikire ku hem\u00fb heb\u00fbn\u00ean li derdora w\u00ee ne\u00e7arin j\u00ea re bimirin. Jixwe qurban\u00eekirina mirovan, kolekirina mirovan \u00fb her\u00ee daw\u00ee j\u00ee p\u00ea\u015fxistina am\u00fbr\u00ean \u015fer \u00fb ku\u015ftin\u00ea ji ber v\u00ea hi\u015fmendiy\u00ea \u00e7\u00eadibe. Aqil\u00ea ku di navenda w\u00ea de ew bixwe heye \u00fb wer \u00e7avkore ku dervey\u00ee xwe ti heb\u00fbnek din nab\u00eene. P\u00eanaseya \u00eensan j\u00ee ten\u00ea li derdora xwe \u00fb ji bo xwe dike. \u00censanb\u00fbn\u00ea bi ten\u00ea h\u00eajay\u00ee xwe dib\u00eene. Dibe ku ev p\u00eanase di destp\u00eak\u00ea de ji her kes\u00ee re p\u00eanaseyek gelek \u00e7or \u00fb ec\u00eab were. L\u00ea dema mirov hinek din li ser aqil\u00ea m\u00ear \u00fb dewlet\u00ea y\u00ea hatiye \u015fekilgirtin, l\u00eah\u00fbrb\u00fbn dike, ev rast\u00ee derdikeve hol\u00ea.<\/p>\n<p>Tirsa Mirin \u00fb Hilwe\u015f\u00een\u00ea<\/p>\n<p>Aqil\u00ea \u00e7\u00eakir\u00ee heb\u00fbna xwe li ser derew \u00fb h\u00eeleya ku me li jor behs kir, damezrandiye. Ji bo w\u00ea j\u00ee div\u00ea w\u00ea statu yan j\u00ee nasnameya xwe bipar\u00eaze. Mantiq \u00fb hi\u015fmendiya parastina heb\u00fbna aqil\u00ea m\u00ear li ser esas\u00ea ku\u015ftin, dagirkirin, talan, destdir\u00eaj\u00ee \u00fb kolekirin\u00ea p\u00ea\u015f ketiye. Em bi v\u00ee reng\u00ee digih\u00eajin form\u00fbla her\u00ee bes\u00eet ku heta niha j\u00ee desthilatdar\u00ee xwe bi w\u00ea li ser piyan dih\u00eale; Ji bo bij\u00ee div\u00ea bikuje! Ji bo bikuje div\u00ea di ser\u00ee de tevahiya refleks \u00fb mekan\u00eezmay\u00ean parastin\u00ean y\u00ean di dest\u00ea civakan de b\u00ea bandor bike. Ango ya xistiye bin desthilatdariya xwe div\u00ea wer ser\u00ea xwe bitew\u00eene ku nekaribe careke din li beramber\u00ea w\u00ee derbikeve. Bi aqil\u00ea xwe y\u00ea anal\u00eet\u00eek s\u00eestema parastin\u00ea xistiye bin yekdestdar\u00ee \u00fb serweriy\u00ea. Parastin wek ku ten\u00ea maf\u00ea w\u00ee ye bi civakan daye qeb\u00fblkirin. Wek ku her tim aqil\u00ea m\u00ear \u00fb dewlet\u00ea di bin xeterey\u00ea de ye. Ya v\u00ea xeterey\u00ea j\u00ee \u00e7\u00eadike b\u00eaguman di ser\u00ee de jin \u00fb civak in. Sedema her\u00ee esas\u00ee ku aqil\u00ea m\u00ear s\u00eestema xwe ya parastin\u00ea b\u00ea p\u00eevan, b\u00ea hed \u00fb b\u00ea s\u00eenor berfireh kiriye, tirsa w\u00ee ya ji mirin\u00ea ye. Tirsa mirin \u00fb jinav\u00e7\u00fbn\u00ea ye. Tirsa hilwe\u015fandin \u00fb mirin\u00ea w\u00ea k\u00ealiy\u00ea \u00e7\u00eadibe ku di ser\u00ee de jin tevahiya civak\u00ea xwed\u00ee pergaleke xurt a parastin\u00ea be. Ango zaneb\u00fbna siyas\u00ee, civak\u00ee, d\u00eerok\u00ee \u00fb heta ketina ferqa heb\u00fbna xwe \u00fb p\u00eanaseya rast a ji jiyan\u00ea mirov bi gelemper\u00ee dikare wek parastin j\u00ee p\u00eanase bike. Civaka ku bikare bixwe xwe bir\u00eave bibe, civakek parast\u00ee ye. Em dizanin \u00eari\u015fa her\u00ee destp\u00eak\u00ea li ser pergal \u00fb mekanizmaya parastina civak\u00ea bi \u00eari\u015fa li ser jin\u00ea p\u00eak hatiye. Civakb\u00fbna ku li dora jin\u00ea hatiye bir\u00eaxistinkirin, ji dema ku ketiye bin xetereyan w\u00ea dem\u00ea \u00ead\u00ee mekan\u00eezmay\u00ean parastin\u00ea j\u00ee her ku \u00e7\u00fbye lawaz b\u00fbye. Her \u00e7iqas civakb\u00fbna jin ji hev belav b\u00fbye ewqas\u00ee j\u00ee b\u00ea parastin hatiye hi\u015ftin. Mirov heb\u00fbnek civak\u00ee ye \u00fb bi mekan\u00eezmay\u00ean civak\u00ee dikare xwe \u00fb jiyana xwe bipar\u00eaz e.<\/p>\n<p>Roja \u00eero em behsa lewaziya mekan\u00eezmay\u00ean parastin\u00ea dikin. Ger em bersiv bidin pirsa ku, \u00e7ima civak li gor t\u00ea xwestin nikare xwe li beramber aqil \u00fb hi\u015fmendiya m\u00ear-dewlet\u00ea bipar\u00eaze, sedem\u00ean lewaziyan derdikevin p\u00ea\u015fber\u00ee me. \u00c7awa me li jor behsa serweriya b\u00ea s\u00eenor a xweda-dewlet-m\u00ear kir. Saz\u00eeb\u00fbna hey\u00ee t\u00eagihi\u015ftinek wisa derxistiye hol\u00ea \u00fb bi civak\u00ea daye bawerkirin ku yekane mekanizmaya ku dikare xwe p\u00ea bipar\u00eaze ev her s\u00ea tifaq in. Di rew\u015fek\u00ee ku ev her s\u00ea tifaq bi aqil\u00ea m\u00ear-dewlet\u00ea ku me behs kir, hatiye avakirin. Aqil\u00ea ku bi xwe xetereya her\u00ee mezin ji bo ewlekariya civak\u00ea ye, \u00e7awa dikare bibe mekanizmaya parastin\u00ea. Ev t\u00eagihi\u015ftin \u00fb bawer\u00ee b\u00fbye sedem ku \u00ead\u00ee civak xwe b\u00eay\u00ee dewlet, b\u00ea parastin bib\u00eene. T\u00eagihi\u015ftineke bi temam\u00ee \u015fa\u015f \u00fb \u00e7ewte ku heta dawiy\u00ea ser\u00ea rastiy\u00ea nixumandiye. Wer l\u00ea hatiye ku aqil\u00ea dewlet-m\u00ear ji bo rakirina astengiy\u00ean li p\u00ea\u015fiya xwe her cure r\u00eabaz\u00ean hovane bi kar aniye, l\u00ea ji ber ku kiraseke qan\u00fbn\u00ee-huq\u00fbq\u00ee l\u00ea kiriye, rewa hatiye d\u00eetin.<\/p>\n<p>Hest\u00ean \u00cari\u015fkariya M\u00ear-Dewlet\u00ea<\/p>\n<p>\u00cari\u015fa li ser nirx\u00ean civakan, wek parastina cewher\u00ee \u00fb parastina rewa t\u00ean d\u00eetin. Her wiha sedema ku aqil\u00ea texr\u00eebkar, talanker \u00fb dagirker \u00ea desthiltadariy\u00ea nehatiye d\u00eetin ew e ku r\u00eabaz\u00ean cur be cur hatine bikaran\u00een. Her\u00ee z\u00eade di kiras\u00ea ol\u00ee de wek \u00e7aren\u00fbsa mirovan hatiye hesibandin. Wek ku \u00ead\u00ee rast\u00ee ev e \u00fb her kes ne\u00e7are ya bi ser\u00ea w\u00ea hatiye bipejir\u00eene. R\u00eaber Apo di nirxandinek xwe ya sedema k\u00fbrb\u00fbna kolektiy\u00ea \u00fb neb\u00fbna refleks\u00ean p\u00eaw\u00eest li beramber w\u00ea m\u00eenaka \u015fewitandina jinan di \u00e7axa nav\u00een a Ewrupa de dike ku bi hezaran jin di bin nav\u00ea N\u00ea\u00e7\u00eera S\u00eeh\u00eerbazan de di nava kolanan de zind\u00ee zind\u00ee hatin \u015fewitandin. R\u00eaber Apo diyar dike, yek ji sedem\u00ean tesl\u00eemb\u00fbna jin \u00fb bikaran\u00eena w\u00ea di civaka \u00eero ya Ewr\u00fbpa de d\u00eetin \u00fb \u015fahid\u00ee ji sehney\u00ean \u015fewitandina jinan re kiriye. Ango ew s\u00eestema teror, tirs \u00fb weh\u015feta ku sedan sal beriya niha li ser jinan hatiye me\u015fandin, \u00eero di k\u00fbrkirina koletiy\u00ea \u00fb metakirina jina \u00eero ya Ewr\u00fbpa de roleke w\u00ea ya sereke heye. Ev ten\u00ea m\u00eenakeke di gelek parzem\u00eenan j\u00ee bi taybet\u00ee li her\u00eama Rojhilata Nav\u00een bi taybet di bin nav\u00ea ser\u00ee rakirina li beramber xweda-zilam de gelek p\u00eakan\u00een\u00ean dijwar li ser jinan p\u00eak hatiye. Dibe reng \u00fb asta wan li dever \u00fb sedem\u00ean cuda, cih\u00eareng be, l\u00ea bel\u00ea dema mirov li naveroka wan tema\u015fe dike, hem\u00fb berhema aqil\u00ea m\u00ear-dewlet\u00ea ye. Ya t\u00ea ferzkirin ku\u015ftin \u00fb qetilkirina jiyan\u00ea ye.<\/p>\n<p>Hest\u00ean \u00eari\u015fkariya m\u00ear-dewlet\u00ea \u00e7awa ku me li jor j\u00ee behs kir, xwed\u00ee rabird\u00fbyek d\u00fbr \u00fb dir\u00eaje. Am\u00fbr, t\u00eagihi\u015ftin \u00fb hi\u015fmendiya ku van hestan har dike \u00e7i ne gelo? Di civaka \u00eero ya Tirkiy\u00ea de ku aqil\u00ea m\u00ear \u00ea fa\u015f\u00eezan serwere mirov dikare gelek\u00ee bi h\u00easan\u00ee van sedeman bib\u00eene. Aqil\u00ea serwer \u00ea m\u00ear ku xwe dixe navenda her ti\u015ft\u00ee \u00fb dervey\u00ee cins\u00ea xwe ti cins \u00fb heb\u00fbnek din li k\u00ealeka xwe nab\u00eene, b\u00eaguman cinsiyetpar\u00eaz\u00ee ye. Cinsiyetpar\u00eaz\u00ee p\u00ee\u015feya m\u00ear\u00ea serwere ku, ger nebe nikare k\u00ealiyek\u00ee j\u00ee xwe li ser piyan bih\u00eale. Di mantiq\u00ea cinsiyetpar\u00eaziy\u00ea de cinsek her tim li j\u00ear \u00fb yek li jore, yek lewaz \u00fb yek j\u00ee bi h\u00eaz e. Ev rew\u015f ne ten\u00ea jiyana mirovan hevsengiya di navbera tevahiya zindiyan de j\u00ee xira dike \u00fb t\u00eak dibe. Bi taybet di sedsala 18\u2019an de li Ewr\u00fbpa zanista poz\u00eet\u00eev\u00eest ango zanista ku m\u00ear bi ten\u00ea dixe navenda l\u00eakol\u00eena xwe \u00fb teoriya lewaz \u00fb bi h\u00eaz p\u00ea\u015f dix\u00eene, berhema hi\u015fmendiya cinsiyetpar\u00eaz a m\u00ear e ku heta niha j\u00ee bi \u015f\u00eawaz\u00ean cuda berdewam dike.<\/p>\n<p>Teoriya v\u00ea zanist\u00ea ku em j\u00ea re teoriya Darwinist j\u00ee dib\u00eajin, dibe ku ji me re mijarek ji r\u00eaz\u00ea were. L\u00ea bel\u00ea ger \u00eero fa\u015f\u00eezm gih\u00ee\u015ftiye v\u00ea ast\u00ea \u00fb bi \u00e7avsor\u00ee bi ser jinan \u00fb gelan ve t\u00ea, para xwe ji van teoriyan digire. Wek m\u00eenak qan\u00fbn\u00ean ku li dij\u00ee xwezay\u00ea bi kar t\u00eenin, bi heman \u015f\u00eawaz\u00ee dixwazin li ser civakan bi taybet li ser jinan p\u00eak b\u00eenin. Ango tundiya ku li ser xwezay\u00ee dime\u015f\u00eenin, di heman ast\u00ea de \u00fb bi heman r\u00eabazan li ser jinan j\u00ee p\u00eak t\u00eenin. Ji bo v\u00ea j\u00ee cinsiyetpar\u00eaz\u00ee ten\u00ea wek ku hinek tevger\u00ean marj\u00eenal p\u00eanaseya w\u00ea dikin, ten\u00ea \u00e7end gotin yan j\u00ee kirin\u00ean di nava jiyan\u00ea de n\u00eene. Ew par\u00e7eyek gelek\u00ee bi\u00e7\u00fbk ji v\u00ea rastiy\u00ea ye. Dema wisa were destgirtin, teko\u015f\u00eena li beramber w\u00ea j\u00ee gelek\u00ee ji r\u00eaz\u00ea dibe. Nah\u00eale ku \u00e7avkaniya bingeh\u00een a cinsiyetpar\u00eaziyan ango aqil\u00ea m\u00ear-dewlet\u00ea y\u00ea ku bi hezaran salan li ser civakan hatiye ferzkirin, were l\u00eapirs\u00eenkirin. Mixabin cinsiyetpar\u00eaziya hey\u00ee kiraseke modern li xwe kiriye \u00fb bi \u00e7av nay\u00ea d\u00eetin. Ango her \u00e7iqas\u00ee kolet\u00ee were k\u00fbrkirin ewqas\u00ee mirov bi asta w\u00ea nahese. Fa\u015fizm ji bo xwe may\u00eende bike, p\u00eaw\u00eeste di ser\u00ee de m\u00eajiy\u00ea civak\u00ea biteviz\u00eene.<\/p>\n<p><em><strong>Esmer Amed<\/strong><\/em><\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>1-Nasnameya \u00c7\u00eakir\u00ee ya m\u00ear Nasnameya jin, nasnameyek bi kr\u00eez e. Dest ji v\u00ea nasnamey\u00ea hatiye werdan. Ne bixwe ye; wek xwe nakene, wek xwe nagir\u00ee, wek xwe name\u015fe \u00fb di encam de wek xwe naj\u00ee. Ango ji jiyana hey\u00ee gelek\u00ee hatiye xer\u00eebketin. B\u00eag\u00fbman sedema v\u00ea ya her\u00ee bingeh\u00een, \u015fikilgirtina nasnameyek din a ku her roj [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":44,"featured_media":20969,"comment_status":"open","ping_status":"closed","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"footnotes":""},"categories":[1,31,51],"tags":[],"class_list":["post-20968","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-gisti","category-nirxandin","category-yps-jin"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/20968","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/users\/44"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/comments?post=20968"}],"version-history":[{"count":2,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/20968\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":20971,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/20968\/revisions\/20971"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/media\/20969"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/media?parent=20968"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/categories?post=20968"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/yps-online.org\/wp-json\/wp\/v2\/tags?post=20968"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}