YPS-JİN – YPS Kurdi https://yps-online.org Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be Sun, 07 Aug 2022 05:59:32 +0000 en-US hourly 1 https://wordpress.org/?v=6.8.3 Parastina Jiyanê Li Beramber Aqilê Mêr-Dewletê -2 https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-2/ https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-2/#respond Sun, 07 Aug 2022 05:59:32 +0000 https://yps-online.com/?p=20972 2- Faşîzma Medya ya Şerê Taybet

Îro mêjiyê civaka Tirkiyê hatiye tevizandin. Herî zêde jî bi rêka medya ya şerê taybet ev yek pêk tê. Ji sektorên reklaman bigire, heta bi fîlm, belgefîlm û rêzefîlman ji nûçeyan bigire heta bi her cure amûrên medya mecazî hemû ji aliyê medya ya şerê taybet ve ji bo tevizandina mêjiyê civakan tên bikaranîn. Ya faşizm dike hovîtî, bê edaletî û zilmeke mezin e. Ji bo civak wan nebine, ango guh, çav û zimanê xwe ji wan re bigire, divê mêjiyê wê were tevizandin, refleksên wê yên herî xwezayî jî were kuştin. Birçîbûn, destavêtin, kuştin, qetilkirin, şer û her cure tundî bi rêka medya tê normalîzekirin. Bi rastî dema em li derdora xwe temaşe bikin, bêyî ku pergala heyî û aqilê wê yê texrîbkar lêpirsîn bikin, em çawa dikarin rastiyên heyî bibînin. Aqilê faşîzan û kûjer xwe bi awayekî veşartî û sergirtî di tevahiya şaneyên medyayê de bi cih dike. Nûçeyên ku em rojane temaşe dikin û ji me re ji rêzê tên, gelekî bi zanebûn tên hûnandin. Armanc û konsepteke wan a esasî ye. Têgînên ku derdixe holê ew e ku dewlet gelekî bi hêz e, her tim di xizmeta gel de ye, siyaset her tim karê mêrane û jin jî di bin siya wê û wek mankena di vîtrînan de li pey zilam tê û diçe. Wisa nîşan didin ku, aqilê rêveberiyê ne aqilê jin e, aqilê mêr e. Di nûçeyan de civakê her tim ditirsîne. Qeza, lehî, erdhej, dizî, xirabî û her cure belayên xwezayî û nexwezayî wek mijarên ji rêzê tên nîşandayîn. Mijara herî esasî ku tê normalkirin şîdet û tundiya li ser jin, zarok û tevahiya civakê ye. Polîsên dewletê her tim bi hêz tê nîşandayîn, baş û pozitife qaşo. Şêwazê dayîna nûçeyên li ser jin ewqasî besît bûye ku, her ferdek civakê dema li van nûçeyan temaşe dike, dîmenê dibîne, gotina ku dibihîze têgîneke wisa çêdike ku heta jin bixwe jî şîdeta li dijî xwe rewa bibîne. Wek mînak jinek heta derengiya şevê nehatiye mal, nizanim cil û bergên vekirî qaşo li xwe kiriye, bi tena serê xwe di kolanê de digeriya! Ev gotin bi tevahî bi zanebûn tên hilbijartin. Di encam de tabloya derdikeve holê ew e ku mixabin jin bixwe jî dibe gurê jinê. Jin bixwe jî bawer dike ku ew sûcdare. Derûniya xwe sûcdardîtinê di her endamek civakê de pêş dikeve. Her kes bi awayî xwe li beramber dewletê kêm û lewaz dibîne. Di rêzefîlmên tên dayîn de mirov dikare heman tiştan bibîne. Qehremanê tevahiya rêzefîlman mêr e. Jin a ber dest e. Bê aqil e, atifî ye, rast biryaran nade, bê mêr nikare tiştekî bike. Ji bo xwesteka mêr pêk bîne her cure fesadî û fitneyan dike. Mêr di van rêzefîlman de bi karê herî girîng re qaşo mijûl dibe, lê jin tenezulî her kareke besît dike. Di bernameyên TV’de jin ji bo xwarinê bi hev dikevin, ji bo cil û bergan bi hev dikevin. Ji bo zilamekî bi rojan nîqaş dikin û bi hev dikevin. Nîqaşên jin di bernameyan de dikin, nîqaşên ji rêzê û tenê di eksena xwarin, vexwarin, seks û moda de ye.

Reklam, rêzefîlm û bernameyên heyî xwedî konsepteke hevbeş in, ew jî pêşxistin û xurtkirina ajoyên cinsî ye. Ajoyên cinsî yek ji sedema herî esasî ya tevizandina mêjiyê civakê û zêdebûna tundiyê ye. Ger mêr roja îro ewqasî di civakê de êrişkar e û di her firsendê de dest diavêje jinê, harkirina ajoyên cinsî bi rêka medya ye. Reklamên ku me behsa wan kir, tevahiya nirxên civakê dike amûra rêklamê, herî zêde jî dixe bin xizmeta ajoyên cinsî. Ne tenê bi rêka medya, bi rêka dibistan, zanîngeh û akademiyên cur be cur ev hişmendî ji civakê re tê enjekte kirin. Bi taybet di temenê biçûk de zarok bi hişmendî û aqilê desthilatdariyê tên perwerde kirin. Şêwazê perwerdekirinê bê guman bandoreke mezin li ser şêwazê jiyanê jî dike. Perwerdeya heyî bi taybet bi mebesta kolekirina zêde ya jinê û firotina nirxên manevî yên civakan tê pêşxistin.

Rêbazên Xweparastinê

Li beramber van hemû rêbazên qirêj bêguman erkên mezin dikeve ser mile jinan. Di serî de divê were zanîn ku jin di civakê de ji hişmendiya parastinê hatiye dûrxistin. Li beramber her cure polîtîkayên me behsa wan kir, parastin nabe tenê di çarçoveyek teng de were destgirtin. Hemû qadên jiyanê ji aliyên aqilê dewlet-mêr ve hatiye dagirkirin. Ji bo wê jî pêwîstî pê heye ku di tevahiya qadên jiyanê de mekanîzmayên parastinê were xurtkirin. Pêwîstiya jinê her tim bi vê heye ku li pey alternatîfên cuda bigere, lêgerîna ji bo alternatîfan misoger divê li derveyî dewlet û desthilatdariyê be. Di serî de perwerde, di qadên civakî, siyasî, leşkeri û aborî de jin ger nebe xwedî gotin û erka xwe pêk neyne, valatiya heyî wê ji aliye desthilatdariyê ve were tijekirin. Ji ber dixwaze xwe di hemû şaneyên jiyanê de bi cih bike. Li ku êriş hebe divê parastin jî li wir hebe. Amûrên medya pêwîste werin valaderxistin. Her wiha li gor asta tundiya li ser jinê divê amûrên tên bikaranîn jî bi vî rengî be. Amûrên faşîzmê tên zanîn. Di holê de kuştin û qetilkirina jinan heye. Çawa dewlet sînoran derbas dike, welatan dagir dike, talanê dike û destdirêjiyê dike. Bi heman şêwazê heman hişmendiya dewletê bi destê mêr di hemû qada jiyanê de êrişî jinê dike.

Wek mînak, leşkerek sînor derbas dike diçe heta bi Efrînê yan jî deverek din a Kurdistanê. Cihê dagir kiriye wek milkê xwe dibîne, wek xenîmeta xwe ya şer dibîne. Ne tenê dest datîne ser xakê, dest datîne ser hemû nirxên civakê. Ev leşkerê kujer û tecavuzkar ê dewletê dema ji erka xwe ya leşkertiyê vedigere, li bajarên Bakurê Kurdistanê rastî kîjan jinê tê, dest diavêje wê yan jî dikuje. Heman leşker dema ji destê gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê darbe dixwe, dîsa vedigere û berê xwe dide jineke bê parastin li gund, tax, an jî bajarek Kurdistanê. Ji bo vê jî pêwîste mantiqê êrişkariya mêr-dewletê rast were famkirin. Her dema ku mêr-leşker-dewlet li beramber vîna jinan yan jî gelan têk diçe, di şer de wenda dike, hîn zêdetir êrişkar dibe. Ev di dîrokê de hatiye îspatkirin ku dema zilam bin dikeve, di şer de wenda dike û hêza wî têra yê beramber nake, hemû kîn, hêrs û nefreta xwe bi serê jinan vala dike. Îro rewşa aborî ji ber polîtîkayên şer ên faşîzma AKP-MHP li seranserî Tirkiyê gelekî giran e. Mêr ji bo qurûşek pere serê xwe sibê heta êvarê li beramber dewletê ditewîne. Piştre jî bi hezar û yek heqaretan heqdestek kêm bi dest dixe. Binketina di qada aborî de dibe sedem ku zilam hîn zêdetir êrişkar be û jixwe sedema zêdebûna rêjeya kuştin û qetilkirina jin jî mirov dikare wiha îfade bike. Êriş ne ji rêzê ne. Ji bo wê jî pêwîste parastin jî ne ji rêzê be. Dewlet-mêr bi çek êriş dike, ji bo wê jî divê jin di serî de xwe bi çek bike. Em li welatek wek Tirkiyê de nikarin behsa demokrasiyê bikin û çalakiyên kolanan ên di çarçoveya demokratîk de jî gelekî bê wate ne. Heta astekî dibe bandora wan hebe. Lê belê ti caran nikare ji êrişên hovane ên faşîzmê re bibe bersiv.

Faşîzm ji medya û perwerdeyê destpê dike. Lê di esas de dixwaze hestên netewperest, şoven û milîtarist di civakê de pêş bixe. Li beramber polîtîkayên milîtarîstkirina civakê bêguman çeka herî esasî ji bo jinê ew e ku xwe di her alî de bi gurç û pêç bike. Wek mînak leşkerek faşîst çawa dikare ewqas bi hêsanî li bajarek Kurdistanê dest biavêje bi dehan jinên Kurd û li beramber wî ti bertek nebe. Bi yek, du daxuyanî û çalakiyan jixwe ew leşker dest ji wan kiryarên xwe bernade. Her wiha qanûn jî heta dawiyê dikare wê leşkerê biparêz e. Wê demê çi wateya wê heye ku, mirov behsa çalakiyên medenî û huqûqan bike. Komek jinên ciwan dikarin wisa xwe birêxistin bikin ku şevekî di kolanê de pêşiya wî leşker an jî polîsên faşîst bigirin û heyfa kiryarên ku kiriye rakin. Hemû şêniyên taxek li Kurdistanê hevdu nas dikin, dema bûyerên bi vî rengî diqewime agahiya her kesî çêdibe. Yan jî di taxekê de kîjan leşker û polîs hene, çi dikin, tevlî çi karên qirêj dibin, hemû tên zanîn. Ji bo wê jî ew tax bixwe dikare biryara wê bide, plansaziya xwe bixwe çêbike, ka li beramber van êrişan çalakiyek çawa bike. Êdî bi şermezarkirin an jî bi bêdengiyê kiryarên faşîzmê nayê sekinandin. Ew çi amûran bikar tîne divê asta bersivdayînê jî li gor wê be. Heta asta bersivdayînê divê qat bi qat zêdetir be. Wer lê were ku polîs an jî leşkerek dagirker û kujer nekaribe ewqas bi hêsanî di nava kolanên Kurdistanê de destê xwe bihejîne û bigerîne. Yan jî em dibînin carnan bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk jin an jî zarokekî dixe bin panzerên xwe. Ger ev panzer werin hedefgirtin û ji aliyên ciwanan ve werin îmhakirin êdî careke din cesaret nake ku hema wisa bi hêsanî pêlî kesekî bike. Mînakên me li jor dan, beşek gelekî biçûk ji rêbazên çalakiyane.

Di vê mijarê de bi taybet jinên ciwan dikarin rêbazên hîn xuliqkar bi kar bînin û her der bikin qada xwe parastinê. Çawa jinek gerîla bi derfetên herî kêm û di şert û mercên herî dijwar de li beramber her cure çekên pêşketî li ber xwe dide û hişmendiyeke parastinê bi pêş dixe û textê faşîzmê dihejînin, her jinek li Kurdistanê dikare li gor derfetên di destê xwe de darbeyên mezin li dijmin û dagirkeriya li ser xaka xwe bide. Parastina xakê di serî de erka jinê ye. Ger dagirkerî welat û xakê dagir bike, wê herî zêde êrişî jinan bike. Xakek dagirkirî tê wateya jinên kole û serîtewandî. Ji bo wê jî xakek azad jinên azad û aza perwerde û mezin dike. Parastina xakê, parastina jin û jiyanê ye.

Esmer Amed

]]>
https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-2/feed/ 0
Parastina Jiyanê li beramber aqilê mêr-dewletê -1 https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/ https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/#respond Thu, 04 Aug 2022 06:57:23 +0000 https://yps-online.com/?p=20968 1-Nasnameya Çêkirî ya mêr

Nasnameya jin, nasnameyek bi krîz e. Dest ji vê nasnameyê hatiye werdan. Ne bixwe ye; wek xwe nakene, wek xwe nagirî, wek xwe nameşe û di encam de wek xwe najî. Ango ji jiyana heyî gelekî hatiye xerîbketin. Bêgûman sedema vê ya herî bingehîn, şikilgirtina nasnameyek din a ku her roj diçe xwe bi gewde dike û mezin dibe nasnameya mêrê desthilatdar a bi hêz û hîlebaz e. Ev nasname di berdêla bê nasname hiştina jin û jiyanê de hatiye mezin kirin û nepixandin. Mirov dikare jê re nasnameyek bênasname û çêkirî jî bibêje. Ji ber ku civak di destpêka çêbûna xwe de bi jin bûye xwedî nasname û bi wê hatiye pênasekirin. Her ku nasname yan jî hebûna jin ketiye nîqaşê, xetere li ser çêbûye, jiyan bi temamî veguheriye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Her çend mirovahiyê hewl daye statuya dayik bi awayekî li ser piyan bihêle û bi çavek pîroz lê temaşe bike, lê belê ya bi cih mayî tenê dayikek dilrehm û bêdeng bûye! Bi şikilgirtina aqilê mêr jiyan li dor werçerxek din ziviriye yan jî mirov bêje berovajî ziviriye wê hîn di cih de be. Ev aqilê çêkirî ku em behsa wê dikin ji bo xwe bi aqil nîşan bide, neçare jin her tim bi bê aqilî û bê hişbûnê tewanbar bike. Ji bo bibe hêz, neçare bi zexta fizîkî, çor û hişk jin û heta zarokan jî bixe bin baskên xwe, serî li wan bitewîne û wisa derkeve qatên jor.

Her qat û pileya ku ev aqil rabûye jor û bilindtir bûye jin û di kesayeta wê de civak ketiye rêya serberjêr. Bi vî awayî nasnameya civakê li dor nasnameya çêkirî ya mêr hatiye hûnandin. Desthilatdariya mêr a li ser civak û xwezayê bûye sedem ku xwe bixe navenda tevahiya hebûnan. Ango nasnameya xwe li ser bênasnametiya jiyanê damezrandiye. Her tişteke li derveyî xwe wek ku tineye dihesibîne, xwe dixe şuna tevahiya mirovan. Jixwe pênaseya mirov-însan tenê wek mêr tê famkirin. Her hebûnên li derveyî cinsê mêr ji statuya însanbûnê dûr tê hiştin. Ev navendparêziya mêrê desthilatdar ku hewl da xwe bixe şûna jina ku jiyan afirandiye û rola wê jê bidize, heta roja îro jî bi awayên cuda û hîn dijwartir dimeşe û berdewame. Hest û aqilê ku di kesayeta mêr de bi sazî dibe û şekilê dewlet û desthilatdariyê bi xwe digire, derveyî hebûna xwe ti hebûnek din napejirîne. Her tiştî ji bo hebûna xwe wek qurbanekî dibîne. Ev aqilê çêkirî digihêje astekî ku tevahiya zindiyên derveyî xwe tine dihesibîne. Wer difikire ku hemû hebûnên li derdora wî neçarin jê re bimirin. Jixwe qurbanîkirina mirovan, kolekirina mirovan û herî dawî jî pêşxistina amûrên şer û kuştinê ji ber vê hişmendiyê çêdibe. Aqilê ku di navenda wê de ew bixwe heye û wer çavkore ku derveyî xwe ti hebûnek din nabîne. Pênaseya însan jî tenê li derdora xwe û ji bo xwe dike. Însanbûnê bi tenê hêjayî xwe dibîne. Dibe ku ev pênase di destpêkê de ji her kesî re pênaseyek gelek çor û ecêb were. Lê dema mirov hinek din li ser aqilê mêr û dewletê yê hatiye şekilgirtin, lêhûrbûn dike, ev rastî derdikeve holê.

Tirsa Mirin û Hilweşînê

Aqilê çêkirî hebûna xwe li ser derew û hîleya ku me li jor behs kir, damezrandiye. Ji bo wê jî divê wê statu yan jî nasnameya xwe biparêze. Mantiq û hişmendiya parastina hebûna aqilê mêr li ser esasê kuştin, dagirkirin, talan, destdirêjî û kolekirinê pêş ketiye. Em bi vî rengî digihêjin formûla herî besît ku heta niha jî desthilatdarî xwe bi wê li ser piyan dihêle; Ji bo bijî divê bikuje! Ji bo bikuje divê di serî de tevahiya refleks û mekanîzmayên parastinên yên di destê civakan de bê bandor bike. Ango ya xistiye bin desthilatdariya xwe divê wer serê xwe bitewîne ku nekaribe careke din li beramberê wî derbikeve. Bi aqilê xwe yê analîtîk sîstema parastinê xistiye bin yekdestdarî û serweriyê. Parastin wek ku tenê mafê wî ye bi civakan daye qebûlkirin. Wek ku her tim aqilê mêr û dewletê di bin xetereyê de ye. Ya vê xetereyê jî çêdike bêguman di serî de jin û civak in. Sedema herî esasî ku aqilê mêr sîstema xwe ya parastinê bê pîvan, bê hed û bê sînor berfireh kiriye, tirsa wî ya ji mirinê ye. Tirsa mirin û jinavçûnê ye. Tirsa hilweşandin û mirinê wê kêliyê çêdibe ku di serî de jin tevahiya civakê xwedî pergaleke xurt a parastinê be. Ango zanebûna siyasî, civakî, dîrokî û heta ketina ferqa hebûna xwe û pênaseya rast a ji jiyanê mirov bi gelemperî dikare wek parastin jî pênase bike. Civaka ku bikare bixwe xwe birêve bibe, civakek parastî ye. Em dizanin êrişa herî destpêkê li ser pergal û mekanizmaya parastina civakê bi êrişa li ser jinê pêk hatiye. Civakbûna ku li dora jinê hatiye birêxistinkirin, ji dema ku ketiye bin xetereyan wê demê êdî mekanîzmayên parastinê jî her ku çûye lawaz bûye. Her çiqas civakbûna jin ji hev belav bûye ewqasî jî bê parastin hatiye hiştin. Mirov hebûnek civakî ye û bi mekanîzmayên civakî dikare xwe û jiyana xwe biparêz e.

Roja îro em behsa lewaziya mekanîzmayên parastinê dikin. Ger em bersiv bidin pirsa ku, çima civak li gor tê xwestin nikare xwe li beramber aqil û hişmendiya mêr-dewletê biparêze, sedemên lewaziyan derdikevin pêşberî me. Çawa me li jor behsa serweriya bê sînor a xweda-dewlet-mêr kir. Sazîbûna heyî têgihiştinek wisa derxistiye holê û bi civakê daye bawerkirin ku yekane mekanizmaya ku dikare xwe pê biparêze ev her sê tifaq in. Di rewşekî ku ev her sê tifaq bi aqilê mêr-dewletê ku me behs kir, hatiye avakirin. Aqilê ku bi xwe xetereya herî mezin ji bo ewlekariya civakê ye, çawa dikare bibe mekanizmaya parastinê. Ev têgihiştin û bawerî bûye sedem ku êdî civak xwe bêyî dewlet, bê parastin bibîne. Têgihiştineke bi temamî şaş û çewte ku heta dawiyê serê rastiyê nixumandiye. Wer lê hatiye ku aqilê dewlet-mêr ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xwe her cure rêbazên hovane bi kar aniye, lê ji ber ku kiraseke qanûnî-huqûqî lê kiriye, rewa hatiye dîtin.

Hestên Êrişkariya Mêr-Dewletê

Êrişa li ser nirxên civakan, wek parastina cewherî û parastina rewa tên dîtin. Her wiha sedema ku aqilê texrîbkar, talanker û dagirker ê desthiltadariyê nehatiye dîtin ew e ku rêbazên cur be cur hatine bikaranîn. Herî zêde di kirasê olî de wek çarenûsa mirovan hatiye hesibandin. Wek ku êdî rastî ev e û her kes neçare ya bi serê wê hatiye bipejirîne. Rêber Apo di nirxandinek xwe ya sedema kûrbûna kolektiyê û nebûna refleksên pêwîst li beramber wê mînaka şewitandina jinan di çaxa navîn a Ewrupa de dike ku bi hezaran jin di bin navê Nêçîra Sîhîrbazan de di nava kolanan de zindî zindî hatin şewitandin. Rêber Apo diyar dike, yek ji sedemên teslîmbûna jin û bikaranîna wê di civaka îro ya Ewrûpa de dîtin û şahidî ji sehneyên şewitandina jinan re kiriye. Ango ew sîstema teror, tirs û wehşeta ku sedan sal beriya niha li ser jinan hatiye meşandin, îro di kûrkirina koletiyê û metakirina jina îro ya Ewrûpa de roleke wê ya sereke heye. Ev tenê mînakeke di gelek parzemînan jî bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn bi taybet di bin navê serî rakirina li beramber xweda-zilam de gelek pêkanînên dijwar li ser jinan pêk hatiye. Dibe reng û asta wan li dever û sedemên cuda, cihêreng be, lê belê dema mirov li naveroka wan temaşe dike, hemû berhema aqilê mêr-dewletê ye. Ya tê ferzkirin kuştin û qetilkirina jiyanê ye.

Hestên êrişkariya mêr-dewletê çawa ku me li jor jî behs kir, xwedî rabirdûyek dûr û dirêje. Amûr, têgihiştin û hişmendiya ku van hestan har dike çi ne gelo? Di civaka îro ya Tirkiyê de ku aqilê mêr ê faşîzan serwere mirov dikare gelekî bi hêsanî van sedeman bibîne. Aqilê serwer ê mêr ku xwe dixe navenda her tiştî û derveyî cinsê xwe ti cins û hebûnek din li kêleka xwe nabîne, bêguman cinsiyetparêzî ye. Cinsiyetparêzî pîşeya mêrê serwere ku, ger nebe nikare kêliyekî jî xwe li ser piyan bihêle. Di mantiqê cinsiyetparêziyê de cinsek her tim li jêr û yek li jore, yek lewaz û yek jî bi hêz e. Ev rewş ne tenê jiyana mirovan hevsengiya di navbera tevahiya zindiyan de jî xira dike û têk dibe. Bi taybet di sedsala 18’an de li Ewrûpa zanista pozîtîvîst ango zanista ku mêr bi tenê dixe navenda lêkolîna xwe û teoriya lewaz û bi hêz pêş dixîne, berhema hişmendiya cinsiyetparêz a mêr e ku heta niha jî bi şêwazên cuda berdewam dike.

Teoriya vê zanistê ku em jê re teoriya Darwinist jî dibêjin, dibe ku ji me re mijarek ji rêzê were. Lê belê ger îro faşîzm gihîştiye vê astê û bi çavsorî bi ser jinan û gelan ve tê, para xwe ji van teoriyan digire. Wek mînak qanûnên ku li dijî xwezayê bi kar tînin, bi heman şêwazî dixwazin li ser civakan bi taybet li ser jinan pêk bînin. Ango tundiya ku li ser xwezayî dimeşînin, di heman astê de û bi heman rêbazan li ser jinan jî pêk tînin. Ji bo vê jî cinsiyetparêzî tenê wek ku hinek tevgerên marjînal pênaseya wê dikin, tenê çend gotin yan jî kirinên di nava jiyanê de nîne. Ew parçeyek gelekî biçûk ji vê rastiyê ye. Dema wisa were destgirtin, tekoşîna li beramber wê jî gelekî ji rêzê dibe. Nahêle ku çavkaniya bingehîn a cinsiyetparêziyan ango aqilê mêr-dewletê yê ku bi hezaran salan li ser civakan hatiye ferzkirin, were lêpirsînkirin. Mixabin cinsiyetparêziya heyî kiraseke modern li xwe kiriye û bi çav nayê dîtin. Ango her çiqasî koletî were kûrkirin ewqasî mirov bi asta wê nahese. Faşizm ji bo xwe mayînde bike, pêwîste di serî de mêjiyê civakê bitevizîne.

Esmer Amed

]]>
https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/feed/ 0
Têkoşîna Hebûn û Azadiyê bi Xweparastinê Pêkane https://yps-online.org/tekosina-hebun-u-azadiye-bi-xweparstine-pekane/ https://yps-online.org/tekosina-hebun-u-azadiye-bi-xweparstine-pekane/#respond Wed, 25 Nov 2020 07:35:21 +0000 https://yps-online.org/?p=17018    Şîdeta ku li ser jinê tê meşandin berhemê hişmendiya deshilatiye. Mejiyê mêr-dewletê ji derveyî koletiyê ti jiyan dî ji jinêre nasnake. Jina ku yan wê di malde bibe amêrek ya xemlê yan jî wê bi taciz, tecawiz û qirkirinêre rûb rû bimîne. Jin di gelek cihên jiyana xwede mal, cihê kar û kolanêde bi van êrîşanre rûb rû dimîne. Bi aweyek sîstematîk li ser jinê çanda tecawizê tê meşandin. Şîdeta li ser jinê û qetliyamên wê di nava civakêde hatiye normal kirin û gihaye lûtkeya herî xeter.

   Bi taybet di pêvajoya ku hişmendiya faşîst ya AKP-MHP hatî ser deshilatê heta niha şîdeta li ser jinê zêde bûye. Deshilata faşîst ya AKP-MHP deshilateke ku îradeya jinê hedef digre. Şîdeta li ser jinê û qetliyamên wê di pêvajoya deshilata van de qat bi qat zêde bûye. Ji ber ku dewleta çete ya AKP-MHP bi awayek rastî dijminê jinê ye. Azadiya jinê wê hilweşîna faşîzmê bîne. Faşîzma AKP-MHP ya ku ji hêza jinê di tirse li her cihî jinê hedef digre. Ji ber vê ji aliyê jinê ve têkoşînek pir alî ya hebûnê tê meşandin. Bi hişmendiya mêrê deshilatre têkoşîn kirin her roja derbaz dibere zêdetir girîngî distîne. Şîdeta li ser jinê sûcek ya mirovahiyê ye. Li dijî vê sûcê mirovahiyê sekinîn ne tenê erka jinê ye erka herkesê ye.

   Dijî şîdeta mêr em weke jin di bingehê xweparastinê de êdî em dest ji jiyanê na berdin. Têkoşîna hebûn û azadiyê herî zêde bi xweparastinê dibe. Ji bo xwe parastinê divê têkoşîn were mezin kirin û di her cihê jiyanê de xwe rêxistinkirin were çêkirin. Pêwîstiya jinê tûkesê nîne ji bo parastinê.  Hebûna me, nasnameya me û laşê me emê bi xwe bi parêzin. Di bin destê mede kel û pelên xweparastinê hene. Bes em bikarin hemberî vê derkevin. Bêyî ku em bi tirsin û paşde gav bavêjin di kolanan û qadande em bidin nîşandan ku em hene. Dijî şedeta mêr em dengê xwe bilind bikin.

   Hêza xweparstina jinê YPS-JIN wê li herderê ji hişmendiya dewlet-mêr hesabê qirkirinên li ser jinê û pêkanînên wan yên faşîzane bi pirsin. Bi Şîara Xwebûn û Xweparastinê di 25’ê Mijdarê de ku roja dijî şîdeta li ser jinê têkoşîn kirine em bang li herkesê dikin ku dijî koletiya li ser jinê xweparastinê rakin hemû qadên jiyanê.

Kordînasyona YPS-JIN

25.11.2020

]]>
https://yps-online.org/tekosina-hebun-u-azadiye-bi-xweparstine-pekane/feed/ 0
Ji Koletiyê Ber Bi Azadiyê https://yps-online.org/ji-koletiye-ber-bi-azadiye/ https://yps-online.org/ji-koletiye-ber-bi-azadiye/#respond Tue, 25 Aug 2020 13:17:51 +0000 https://yps-online.org/?p=16552 Binevş Gabara Nisêbînê hemberî koletiyê bû bê mirin.

Endamê YPS-JIN’ê (Binevş Gabar) li nisêbînê Şehîd Ketibû dayika wê Zubeyde Yagiz qala wê dike û dibêje Binevşê modela koletiyê ku sîstemê ser jina ferz dikir qebûl nekir û tevlî refên azadiyê bû.

Endamê YPS-JIN’ê Fîlîz Yagiz (Binevş Gabar) ku di berxwenada Nisêbînêde şehîd ketibû dayika wê Zubeyde Yagiz qala wê dike û dibêje “ Binevş hîn emrê zarokatîde hemberî polîtîqayên dewlet û mêr ku yên jinê tûne dibînin û zextê dike xwedî seknekê bû. Bi vê sekna xwe re tevlî refên azadiyê bû û nava tevgera azadiya jinê de cih girt. Ez ji bo keça xwe dûh jî îro jî serbilindim. Ezê xwedî tekoşîna wê dayî derkevim û berdewam bikim”.

‘Di temenê gelek biçûk de dil dabû tevgera Kurd’

Salên 90’ande malbata Binevşê ji ber zextên dewletê yên sîstema cerdevantiyê li gundê Kardeş (Cinata) ku girêdayî navçeya Mêrdîn Nisêbînê bû koçî Edeneyê kirin. Malbata Binevşê jî restî zehmetiyên metrepolan tê. Binevş zarokê 8. yê malbatê bû yê dawî bû, binevşa li Edeneyê di rojek ya Zivistanê hatî cîhanê navê Filiz lê hat kirin. Binevş dema diçû dibistana seretayî tevgera Kurd naskir, di têkoşînê de cihgirt û dest karkirinê kir.

Dayika Zubeyde “ Binevşa min di temenê gelek biçûk de weke mirovên mezin hemberî bê mafiyê berxweda û tevlî xebatan bû û hemû meheleyê kir heyranê xwe. Zexta li jinê qebûl nake û ji bo guhertina sîstemê tevlî xebatan dibû û fedekariyek mezin nîşa dida. Piştre jî li Navenda Çanda Mezoptamyayê (NÇM) perwerdeya çandî, mûzîk zimanê dayikê dît rexmê temenê xweyê biçûk jî xebatên mezin kir. Di NÇM’ê de nêzî 3 sal xebitî. Di pîrozbahî û Newrozan de cih girt û stan got. Em hemû heyranê deng û sekna wê dibûn û serfiraz dibûn.

‘Tişta ku lê wê dihat kir’

Zubeyde diyar kir ku di têkoşîna li Nisêbînê hatî dayîn de Binevşê îradeyek mezin nîşan kir, “ xebera Binevşa mina ku weke segvan kar dikin hat ji mere. Dema xebera şehadeta wê hatî weke her dayikekî ez jî pir xemgîn bûm, belav bûm. Ew kesên em kirin vê rewşê de bila şerm bikin ma kê dixwaze bikeve vê rewşê de? Ew kesên me layiqê mirina zarokên me dibînin bila kor bibin. Bila ev şerê bi nalet xilas bibe hûn çi jime dixwazin, mirin ne bes bûn, ne bes bû histirên dayikan rijandî”

‘Rexmê laşên zarokên me yên hatî parçe kirin jî me got aşitî’

Zubeyde dibêje: “Me her got aşitî, biratî, wan her kuşt. Rexmê laşê zarokên me yên hatî parçekirin jî em dibêjin aşitî. Bila tûkes ne mire ne dayikên leşkeran ne jî yê gêrîlayan” Zubeyde got ‘pêşniyara gelê Kurd aşitî bû lê wan bi kuştina zarokên me bersiv dan. Zubeyde got: “ li Sûrê, Nisêbînê, Şirnexê û Cizîrê di jêr zemînan de sedan can şewitandin. Ne gotin jin ne zarok ne jî pîr… herkes di çavê wande terorîst bû û gorî wan bi maf bû qetilkirina wan”

‘Evên he ji DAIŞ’ê xirab tirin, tiştek bi navê mirovatî nîne’

Zubeyde dibêje : “Heroj tavêtin ser mala me û hûzûra me xira dikirin û rojekê 4 zarokê min girtin û avêtin zindanê. Êdî ez şaş mabûm ku ezê herim serdana kîjanê, em perîşan kirin. Zarokê minê biçûk 12 salî bû ew avêtibûn hûcreyek yek kesî, fişkek jî avêtibûn gel. Wê çil ji pîskolojiya wî were, wê çawa were ser xwe û wê vê pîskolojiyê çawa ser xwe bavje. Ji kona taziyêre jî tehemûlê wan ne bû êrîşî konê kirin û li me xistin û çadir rakirin û birin. Zîhnîyet kû ji mirîyê mirovanre jî rêzdarî ne bû, hûnê çi jê hêvî bikin? Xaleta Binevşê birîndar kirin. Êrîşî jinan kirin. Me rexmê evqas êrîşan jî bersiv neda. Me bersîv daba wê gelek tişt serê ciwanan hatiba me got ji bo binçav kirin neçêbe me bersiz neda van hovan. Ev jî DAIŞ’ê jî xirabtirin nizanin mirovatî çiye. Lê bila vê ji bîr nekin çi bibe bila bibe em tûcarî ji vê têkoşîna em rast dizanin qut nabin, tûcarî nikarin me bitirsînin, herî dawî emê aşitiyê bînin vî welatî û ew histirê dayikan rijandîn zûha bikin.

]]>
https://yps-online.org/ji-koletiye-ber-bi-azadiye/feed/ 0
Jı Şehit Berfin Cizre Ra Namêyek https://yps-online.org/ji-sehit-berfin-cizre-ra-nameyek/ https://yps-online.org/ji-sehit-berfin-cizre-ra-nameyek/#respond Sat, 30 May 2020 13:31:26 +0000 https://yps-online.org/?p=14750 Rojeke payîzê bû. Lê disa jî Amed germ bû. Di wê demsala payiz ê de germahîyekê cuda hebû. Him li Amedê û him jî li tevahî Kurdistanê. Hemû kurdistan bı agirê tekoşîne germ bubu. We roje giraniyeki wisa bi ser min de hatıbu ku min ne dixwest ez tisteki bikm. Dane evare xebera te hat. Le ne diyar bu ki tu yi. Nizanim çima le min çawa ew xeber bihist tu hati biramin. Herkes bi aliye min de dihat u tiştek digot le min nedibihist. Ez derketim derva u min li düre nehirt u surete te ye ruken hate berçave min. Ez çiqas wisa mam naye je biramin. Piştra ez ketim nav kolanen kevnar u meşiyam. Min dıxwest ku ez biqirim le min tene karıbu bigota ax berfin ax.

    Li ser axa me jiyan çiqas zor ê. Jiyana heyi hatiye jehr kirin u mirov di nav de nikare nefese bistine. Desthilatdara wisa kiriye ku em di cenete de cehenneme dijin. Mejiye me welate me u her tiste me parce parce kirine. Jiyana ji me re mayi ne jiyan bu. Di nav de wate, hevalti, azadi u evin tunebu. Mirov u civaka me ji habuna xwe hatibu durxistin. Ji xwe ev ji mirine.te got ez ve jiyane najim.hey di emre xwe ye ciwane de tu keyibuyi legerina jiyane ke nu, azad u hevpar. Ev legerin ji bere te da çiyayen Kurdistane. Ji xwe ji bo kurdan azadi bi çiya ve te penase kirin. Evindariya azad u watedar li çiye te jiyin.hebuna kurda bi çiyayen xwe re giredayî yê.  Tu lı bajare Cızıre hatıye dınyaye lı ber çiyaye Cudiye bı heybet mezın buyi. Cih u ware Mem u Zin da geriyaye. U te çiroka wan guhdar kırıye. Jı bo ve ji te pır zu fem kir wateya çiya evin u  azadiye.

Hevala delal; li welate me çuyinen be dem gelek çebibin. Mirov her çıqas kabul neke ji ev buye rastiya jiyana me. Her çuyinen be dem dile min dışewitine. Le tu çuyina be dem weki a te li ser min bandor nekir. Belki ne demeki dırej bu naskırına me ya hevdu. Le hevaltiya demen zor u zahmet u parvekırınen watedar hevaltiyeke xurt çekırıbu dı nava me da. Disa tu her dem ruken b moral u coş buyi. Eviya ji her tim enerjiyeke ereni havirdora te belav dikir. Te herkes difikiri u disa  te her kesi parast ji. Te tene xwe ne parast.

     Bele heval, iro li Kurdistane dirok çawa te nivisandın. Belki zede naye zanin. Yen we diroke dinivisinin weki kahramanen benav derbasi diroke dibin. A rast ne benavin le wısa derbas dibe. Ev jî dile min pir diêşîne. Ez jê bawerim ku rojêk  bê u ev kahramaniyen ê destanê jî ben nivîsandin. U herkes bizanibe ku tê mirin çawa bi rukenî hembez kiriye, tu çawa bi kahramani tevli karwana azadiye buyî u te xwe çawa gihandiye Zilan u Beritanan.

    Pisti tevli karwana azadiye buyi u li şunda tu vegeriyaye bajare evina mezin a Cizira Botan. Mem u Zin hatin bi xeyr hatina te. Le bırca belek bekes ma. Ava Dicle disa xwe gihan te le edi bedeng diherike. Li pey te qirina Cudi gihişt ezmana. 

Cihan Deniz

]]>
https://yps-online.org/ji-sehit-berfin-cizre-ra-nameyek/feed/ 0
EM HEMÛ JINAN VEDIXWÎNIN BEŞDARBÛN Û PÊŞKÊŞÎ KIRINA BERXWEDANÊ – AVESTA ZEND https://yps-online.org/em-hemu-jinan-vedixwinin-besdarbun-u-peskesi-kirina-berxwedane-avesta-zend/ Wed, 07 Mar 2018 08:40:16 +0000 http://yps-online.com/ku/?p=8811 Ez 8’ê Adar’ê Roja Jinên Kedkarên Cîhan’ê di serî de li xuliqkarê berxwedana rûmeta mezin Rêber APO, piştre li hemû jinên kedkarên kû tevahiya dîrokê berxwedan kirîn û heya roja meya îro meşa wan pêl bi pêl mezin bûyî û di berxwedana azadiya jinê de mohra xwe li dîrokê xistîn pîroz dikim.

Têkoşîna azadiyê, têkoşîneke kû li derdora jinê şêwe girtiye. Berxwedana destpêkê kû jinê nîşandaye berxwedaneke kû civak xuliqandiye. Li hemberî zêhniyeta desthilatdariya zilam her tim dinava têkoşînê de bûye û heya roja me ya îro jî berdewam kiriye. Îro jî, di pêvajoyek kû zêhniyeta desthilatiya zilam hewil dide çewisandinê li ser civakê bike, dîsan berxwedana jinê xwe nîşan daye. Rêber APO gotibû; “sedsala 21.’an wê bibe sedsala jinan, serdema jinan”. Niha em raveya vê ya şînber di şoreşa Rojava û rastiya Efrîn’ê de dibînin. Di berxwedana serdemê de di pêşengiya Avesta Xabûr’an û Avrîn’an de û têkoşîna kû Barîn’an pêşxistî de nîşan daye kû ev sedsala 21.’an wê bibe sedsala jinan. Li Efrîn’ê bi vî rihî, dîsan li Amed’ê bi rihê Tekoşîn Amed, li kû derê be bila bibe wê têkoşîna xwe ya li hemberî zêhniyeta desthilatdar ya zilam berdewam bike û wê serî ne tewîne. Wê têkoşîna jinê di her mercî de têkoşîna xwe berdewam bike, rihê berxwedanê bilind bike, wê bibe bersiva tîbûna azadiyê ya hemû civakên tê perçiqandin. Em di vê çarçovê de destnîşan dikin kû Adar’a 2018’an wê bibe sala azadiya jinê û em hemû jinan vedixwînin beşdarbûna berxwedanê; hemû jin û ciwanan vedixwînin di berxwedanê de pêşengiyê bikin.

Her wiha, di berxwedana serdemê ya Efrîn’ê de rihê berxwedana Avesta’yan, rihê şerker yê Avesta’yan ne tenê Rojhilata Navîn û Kurdistan’ê, hemû cîhanê rakiriye li ser piyan, kêşaye têkoşînê. Di vê têkoşîn jî wê di pêşengiya jin û ciwanan de her tim berdewam be. Di be kû 8’ê Adar’ê sembola rojek ya berxwedana jinê ya dîrokê be. 5’ê Adar’ê ya ragihandina YPS-JIN jî di vê herikîna dîrokî de di rojaneyê de tevgerek ya jinê ye kû  raveya xwe bi xwe dîtî û şerê xwe pêşxistî ye. Di tevaya Kurdistan’ê de dest bi vê berxwedanê kiriye û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Di dîrokê de jî em dibînin kû tenê rihê berxwedêr yê jinê kariye li hember zêhniyeta desthilatdar ya jinê bêje raweste. Ango, em di karin bêjin kû yekane rihê rêxistinî, şerker, berxwedêr ya kû  nekariyîn birûxênin û derbaz bibin, rihê jinê ye. YPS-JIN jî di nava vê herikîna dîrokî de tevgereke kû raveya xwe dibîne û şerê xwe yê rojane pêşdixe ye. Ji vir û şûnde jî, bi şêweyek ya rêxistinî ya hîn bi hêztir, wekî YPS-JIN di hemû qadên civakê de wê têkoşîna xwe berdewam bike; sekna xwe ya li hember zêhniyeta desthilatdar ya zilam pêşan bide û wê azadiya xwe bi ragihîne. Di vê çarçovê de em dûbare 8’ê Adar’a Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz dikin.

 

Avesta Zend

Şervana YPS-JIN

]]>
YPS-JIN, Şerek yê Tolhildanê li Hember Zêhniyeta Desthilatdar ya Zilam Dide Meşandin – Hêvî Herekol https://yps-online.org/yps-jin-serek-ye-tolhildane-li-hember-zehniyeta-desthilatdar-ya-zilam-dide-mesandin-hevi-herekol/ Tue, 06 Mar 2018 10:17:25 +0000 http://yps-online.com/ku/?p=8834

8’ê Adar’ê Roja Jinên Cîhan’ê di heman demê de 5’ê Adar’ê roja ragihandina YPS-JIN li Rêber APO û li hemû jinên kû ev roj  bi rihê berxwedana jinan heya roja me aniyî û berdewam kirî pîroz dikim. Asta kû îro jin di civakê de gihiştî ji koletiyê zêdetir ne çi tişte. Lê belê, dema di roja me ya îro de li têkoşîna jinê dinêrin, di rastiyê de gelek jinên lehengên kû pêşengî jibo nivîsîna destanek dîrokî kû ne hatî nivîsîn derketine holê. Bi taybetî îro tişta kû di berxwedana Efrîn’ê de pêkhatî, rihek yê têkoşîn û berxwedanê ye kû di şexsiyeta hevalên wek Awesta Xabûran de  li hemû cîhanê deng dayî vedane. Bi taybetî di pêvajoya dawî de li hember nêzîkatiyên kû dij exlaqî yên kû dujmin li ser cenazeyê Rêheval Barîn pêkaniyî divê xwedî derketinek mezin were kirin û pêwîste kû yekem parêzvanên vê jin û jinên ciwan bin. Ji hêla jinan ve pêwîste ev tişt qet neyê pejirandin. Bêgoman, di nava vê civakê de ev tişt ji hêla çi malbatê ve jî nayê pejirandin. Lê belê di roja me de rihek fedaiyane hebe, ji xwe li  hemberî vê hêzek ya tirsê hebe,  li hemberî vê şerek têt kirin. Tişta kû giring, gelek jin û rêxistinên jinan hene kû li vê berxwadana jinan a li hember vê zêhniyetê xwedî derdikevin, piştgirî kirina wan tê zanîn. Divê heyîna têkoşînek kû hem piştgirî, hem beşdarbûn û hem jî lutkekirina vê, xwedî derketina li jinê were zanîn.

Em dikarin bêjin kû berxwedana Efrîn’ê çandek, kevneşopeke ya berxwedanê ye kû Rêbertî pêşxistî ye. 20 salin kû Rêbertî li Îmralî’yê bi tena serê xwe li hemberî vê sîstemê, sîstema Îmrali’yê berxwedanekê destnîşan dike û ev kevneşopiya berxwedanê ya  di şexsê Arînan de yên kû berxwedana wî piştgirî dikin, li hemberî bêmafiyê jinên kû têkoşîn dikin, di heman demê de îro xwe bi cîhanê dayîn bihîstin destpêkirî û heya hevalên Awesta Xabûran berdewam kirî  îro hemû cîhan sersorman kiriye.

Ji bilî wê YPS-JIN ji xwe riheke kû bi rihê Arîn Mîrkan’an pêşketî, îro di Bakûr’ê Kurdistan’ê de xuliqandina parastina cewherî armanc dike. Bi taybetî bîrdoziya rizgariya jinê, têkoşîna jinê hîn zêdetir li ser vî bingehî  em dê kûrtir bikin. Ev, şerê tolhildanê ya li hemberî vê zêhniyetê ye. Îro bi milyonan keçên ciwan tên tecawûz kirin, bi taybetî hilbijartina vane ya ji keçên Kurdan mijarek cûda ye. Ji ber kû berê xwe dana heyîna Kurdan bi taybetî jî di kesayeta jinan de xwestina biçûk kirina civakê hîn zêdetire. Ji bo vê zanîna parastinê ya YPS-JIN’ê xwe dewlemend kirina bi ciwanan bi taybet jina ciwan û hemû jinan ya di vî warî de di gav avêtinê de zorî kêşabin jî; bêyî kû xemsar bin bi kombûna di bin banê YPS-JIN’ê de beşdarbûna li vê têkoşînê û bi hev re li hemberî vê zêhniyetê divê em têkoşîn bikin. Ji bo vê jî tişta kû em di serî de bikin jî xwe parastina cewherî ye.

Di parastina cewherî de rolê jinê bê goman pir li pêş e. Her çawa li Nisêbîn’ê Rêheval Binevş, Yildiz; di berxwedana Sûr’ê de Rêheval Berfîn, Evîn, Arjîn; li Şirnex’ê pêşengên berxwedanê Rêheval Zeryan di rastî de rihê wê berxwedanê ya jinên Kurd ya hem xwe hem jî civak parastin, bi wê parastin, bi wê vînê şer û têkoşîn dana wê ji xwe wêrekiya di jina Kurd de derxistiye holê. Bê goman dema em li cîhanê dinêrin yên kû herî zêde serdeçûn lê heyî jina Kurd e. Lê belê yên kû xwedî vîna herî mezin jî jina Kurd’e. Ger kû em ji dîrokê jî bigrin dest; rêheval Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Awesta Xabûr ji xwe nimûneyên herî şînber in. Ev kevneşopek ya berxwedana dîrokî ye. Yên kû herî zêde vê kevneşopiyê bidin berdewam kirin endamên YPS-JIN’in. Li ser vî bingehî, wekî endamek ya YPS-JIN bi zanebûna parastina cewherî ya bi hêza me ya cewherî ya vê têkoşînê, li her qada kû em lê ji bo hemû gelan û bi taybet ji bo jinan têkoşîna xwe bi rihê tolhildanê hilavêtinek ya hêrsê li  ser vê sîstemê em dê kûr bikin û bi berdewamî bi vî rihê berxwedanê em dê beşdar bûnê bingeh bigrin.

 

Hêvî Herekol

Endama YPS-JIN

]]>
Pêwîste Em Li Hemberî Zêhniyeta Dewletê Şerekî Mezin bi Meşînin – Eylem Bagok https://yps-online.org/pewiste-em-li-hemberi-zehniyeta-dewlete-sereki-mezin-bi-mesinin-eylem-bagok/ Sat, 03 Mar 2018 09:45:46 +0000 http://yps-online.com/ku/?p=8830

Ez di serî de 8’ê Adar’a Roja Jinên kedkar ya Cîhanê li Rêber APO, hemû jinên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim. Di heman demê de ez weke endamek ya YPS-JIN’ê  vê rojê li gelê me, hevalên di zîndanan de, hemû gelên tên perçiqandin û tevayî jinan pîroz dikim. Ev roja pîroz ji bo me rojekî pir girînge. Daxwaza  Rêbertiya me ya ked dayîna jinê divê em bi cih bênin. Di bîrdozî û felsefeya Rêbertiya me de divê em xwe hîn zelaltir û kûrtir bikin. Divê em hêza xwe ya cewherî ya kû di me de veşartî derxin holê.

Dema kû YPS-JIN 5’ê Adar’ê hatî ragihandin, di min de kelecanek pir mezin peyda bû. Ez dihizirîm kû divê di nava YPS-JIN’ê de cih bigirim, hêza xwe bibînim û şerbikim. Ez jî wekî her jina li Kurdistan’ê ji mal dernediketim. Dema kû beşdarî YPS-JIN’ê bûm jî min xwe û hêza xwe ya heyî dît.  Min hêza xwe ya veşartî, heyîna xwe ya tûne kirî dît. Bangawaziya min li hemû jinên tên perçiqandin ewe kû beşdarî YPS-JIN bibin. Hêza her mirovî heye. Ya giring ewe kû mirov wê hêzê di xwe de bibîne. Daxwaza Rêbertiya me jî ewe kû em hêza xwe bi bînin. Divê em vê hêza xwe bikaribin li hember dujmin şerbikin.

Em dujminê xwe bi başî nas dikin. Em dikarin şerê qirêj yê li ser gelê me, bi taybetî jî li ser jin û ciwanan bibînin. Tê dîtin kû polîtîkayên komkujiyan li ser gelê me heye. Pêwîste êdî em jî ji bo vê bêjin na, serî hildin û derbek mezin li dujmin bixin. Şûna kû dest û piyên me girê bidin, divê em wan tûne bikin. Divê em şerekî mezin li hember vê zêhniyetê bi meşînin. Divê em vê sîstema kirêt binpê bikin. Heya kû em bi dujmin re şer dikin, em dê bikarin Rêbertiya xwe û hevalên xwe yên di zindanê de azad bikin. Wekî jin, ez di hizirim kû divê ez bi vî awayî hêrs û kîna xwe ya li hemberî dujmin bidim derê. Em dê hîn çiqas serî bi tewînin? Li hember koletiya kû tê ferzkirin, divê em serî hildin û bi temamî ji vê koletiyê rizgar bibin. Jin divê hertim vê ji xwe bi pirsin û li ser vê bi fikirin, ez kî me? Ji berî her tiştî ez mirovekim, ez jinekim. Rolê min çiye? Rolekî min kû bi salane tê veşartin û dizîn heye. Divê em vê û zêhniyeta kirêt a dewletê bibînin. Bi vî şêweyî hizirînê; divê em li hember dujmin şer bikin û beşdarbûnek bihêz pêkbînin.

Di roja me de li Rojava hem ji hêla zilam hem jî ji hêla jinan ve berxwedanek pir mezin tê meşandin. Li vir fedekarî û pêşengiya herî mezin, wekî kû di nimûneya Avesta Xabûr de jî tê dîtin jin dikin. Bû sembolek pir mezin. Dinava dîrokê de dîrok hatiye nivîsandin. Divê em bi vî şêweyî li ser bi hizirîn. Divê em kelecana kû bi salane di hûndirê me de tê çewisandin derbînin holê û li gorî vê gav bavêjin. Em bi vî şêweyî dikarin ji bo şehîd û berxwedana gelê xwe û jinan bibin bersiv.

Ez ê wekî jinekî têkoşîna xwe berdewam bikim. Bi vî awayî em dê bikarin azadiya Rêbertiya xwe, hevalên xwe yên di zêndanan de û gelê xwe pêkbînin. Dûbare ez 8’ê Adar’ê Roja Jinên Cîhanê li Serok APO û hemû jinên cîhanê pîroz dikim.

 

Eylem Bagok

3 Adar 2018

]]>
YPS-JIN Ji Bo Şkandina Zincîra Koletiyê Ya Kû Bi Sedsalan e Li Ser Jinê Tê Ferzkirin Di Rolê Kilîlê De Ye! https://yps-online.org/yps-jin-ji-bo-skandina-zincira-koletiye-ya-ku-bi-sedsalan-e-li-ser-jine-te-ferzkirin-di-role-kilile-de-ye/ Thu, 01 Feb 2018 13:09:46 +0000 http://yps-online.com/ku/?p=8778 Biloka faşîst ya AKP kû paralelê TC’yê ya kû xwedî hêzên têkdana kaosa kû li Rojhilata Navîn heyî ye û hewil dide tehakkûmên wê damezirîne li kêleka şerê topyekûn, bi tecrîda li ser şexsê Rêbertî tê pêkanîn kû tê xwestin dûbare planên Şark-ı Islahat bixin meriyetê, di armanca komkujîkirina gelê Kurd de ne. Wekî bersivek ya van hemû hewildanên faşîzan, bi derbas kirina miladek ya YDG-H û biryar girtina avakirina YPS’ê kû berxwedanên rêveberiyên xweser destpêkirî, bi ragihandina YPS-JIN kû yek ji herikînên şoreşgerî ye, li hember dogmatîzma li Rojhilat’a Navîn hukûm dikir û bi taybet jî ji jina Kurd re deriyên têkoşînek nû vebû. Bi agirê tolhildanê ya piştî berxwedanê gur bûyî, damezirandina YPS-JIN ya kû li hemû şehîdên berxwedanê hatî nav kirin, rolê modelek cîhanî hilgirtiye. Bi sonda tolhildana şehîdên me yên di jêrzemînan de hatî qetil kirin û hemû şehîdên me yên din kû berxwedayîn, roj bi roj mezin bûye û qadên xwe berfirehtir kirine.

 

YPS-JIN a kû bûyî heza pêşeng ya berxwedanên rêveberiya xweser kû dûbareya dîrokê tarûmar kirî, ji hêla gel ve jî bandorek pir mezin daye xuliqandin. Bi damezirandinê re YPS-JIN a kû bûyî dengê gel, xwe dispêre mîratek bi kok. Bersiva herî şînber ji bo pirsa “çima û çawa hat damezirandin?” çavkaniya xwe ji hîtap kirina her jinekî digire. Di naveroka xwe de azadiya jinê û xwe gihandina nasnameya xwe, ji bo rizgarbûna ji jintiya aşxanê li gel kû YPS-JIN avantajeke, ji bo şkandina zincîrên koletiya hişkbawer ya baviksalarî û emperyalîzm bi sedansal li ser jinê dide ferz kirin, di rolê kilîlê de bû. Jina kû bûyî afirandeya sereke ya hemû qadên qirêj kû wekî pergala reklamê, ji bo mîsyonek nû ji xwe re bi bijêre erkê rota yê girtiye ser milên xwe. Her jina kû gihiştî zanîna vê yekê bi parastina xwe, kariye hemû tabûyên hevsengiyên yoz û marjînal bişkîne. Bi taybetî jî berxwedana kû dayîkan di xendekan de nîşan dayî û bi temamî xwe berdêlkirina li parastinê, bûye sedemê ji takekesiyê hîn zêdetir bibin.

YPS-JIN Kariye Bibe Qêrîna Hemû Bêdengiyan û Zemînê Serhildanê Afirandiye!

Her çendî YPS-JIN ne yekem tevgera jinan ya hatî damezirandine jî di wesfê roniya hêviyê ya her jinê de ye kû vê mîratê bibe serkeftinê. Hêza me, bi wergerandina qêrînên hemû jinan ji bo tilîliyên keyfxweşiyê, bi vegera cewherê xwe parzakirina xwebaweriyê armanc digre. YPS-JIN  di heman demî de kariye bibe qêrîna hemû bêdengiyên kişiyayîn hev, bi hîtap kirina jinên ji her qadê zemînê serhildanê afirandiye. Bi hêwirandina van hemû tiştan, wekî bersiva tiştên hatîn jiyîn û werin jiyîn ez jinan vedixwînim xwe parastin, serhildan û zanebûna bi gavek pêş de avêtinê dikarin çi serbixin. Di serî de rêheval Asya Yüksel a kû yek ji jinên pêşengên vê damezirandinê ye û dayikeke, bi şopandina dewsên Şehîd Nûcan, Şehîd Rûken, Şehîd Zeryan, Şehîd Warbîn, Şehîd Binevş û bi milyonan jinên kû me nekariyî navên wan bijmêrin kû di Sûr û qadên me yên din de bi rûhê fedayî navên xwe neqşandîn û li gel bi serkeftinê tacîdar kirina xeyalên wan yên têkoşînê, em neçarin dûbare destnîşan bikin kû em stûbarê dayîna jiyankirina bîranînên wan in. Azadiya jinê kû Rêbertî wekî “projeya min ya nîvtemam mayî” bi nav kirî bi serxistin û yekane riya gihandina vê ya ji bo zanebûnê, bilindkirina berxwedanê heya radeya herî bilind û girtina pozîsyona parastinê re derbazbûna wê dikirpînê. Li ser van hîman, wekî xwediyê vê sekna pêvajo dixwaze, dibe bersivek ji bo pêvajoyê, bi îşaret kirina rêya azadiya jinê di berxwedanê re derbaz dibe, bi nasnameyên siberojên wê azad, bi vînek azad, bi hêrsa têkoşîna gav avêtinên li ser xakên azad, bi baweriya kûr kirina berxwedanê û  bi hêviya “Encama Rewneqdar” çêkerî kirina şer û bi şiyara azadiya Rêbertî bi kilîtbûna serkeftinê, ez di destnîşand dikim kû emê heya dawî berxwedanê bidomînin.

 

LORÎN ANDOK

19 Kanûn 2017

]]>