NIRXANDIN – YPS Kurdi https://yps-online.org Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be Wed, 10 Jul 2024 06:52:10 +0000 en-US hourly 1 https://wordpress.org/?v=6.8.3 XWE PARASTIN https://yps-online.org/xwe-parastin-2/ https://yps-online.org/xwe-parastin-2/#respond Wed, 10 Jul 2024 06:52:10 +0000 https://yps-online.org/?p=21305

]]>
https://yps-online.org/xwe-parastin-2/feed/ 0
Parastina Jiyanê li beramber aqilê mêr-dewletê -1 https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/ https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/#respond Thu, 04 Aug 2022 06:57:23 +0000 https://yps-online.com/?p=20968 1-Nasnameya Çêkirî ya mêr

Nasnameya jin, nasnameyek bi krîz e. Dest ji vê nasnameyê hatiye werdan. Ne bixwe ye; wek xwe nakene, wek xwe nagirî, wek xwe nameşe û di encam de wek xwe najî. Ango ji jiyana heyî gelekî hatiye xerîbketin. Bêgûman sedema vê ya herî bingehîn, şikilgirtina nasnameyek din a ku her roj diçe xwe bi gewde dike û mezin dibe nasnameya mêrê desthilatdar a bi hêz û hîlebaz e. Ev nasname di berdêla bê nasname hiştina jin û jiyanê de hatiye mezin kirin û nepixandin. Mirov dikare jê re nasnameyek bênasname û çêkirî jî bibêje. Ji ber ku civak di destpêka çêbûna xwe de bi jin bûye xwedî nasname û bi wê hatiye pênasekirin. Her ku nasname yan jî hebûna jin ketiye nîqaşê, xetere li ser çêbûye, jiyan bi temamî veguheriye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Her çend mirovahiyê hewl daye statuya dayik bi awayekî li ser piyan bihêle û bi çavek pîroz lê temaşe bike, lê belê ya bi cih mayî tenê dayikek dilrehm û bêdeng bûye! Bi şikilgirtina aqilê mêr jiyan li dor werçerxek din ziviriye yan jî mirov bêje berovajî ziviriye wê hîn di cih de be. Ev aqilê çêkirî ku em behsa wê dikin ji bo xwe bi aqil nîşan bide, neçare jin her tim bi bê aqilî û bê hişbûnê tewanbar bike. Ji bo bibe hêz, neçare bi zexta fizîkî, çor û hişk jin û heta zarokan jî bixe bin baskên xwe, serî li wan bitewîne û wisa derkeve qatên jor.

Her qat û pileya ku ev aqil rabûye jor û bilindtir bûye jin û di kesayeta wê de civak ketiye rêya serberjêr. Bi vî awayî nasnameya civakê li dor nasnameya çêkirî ya mêr hatiye hûnandin. Desthilatdariya mêr a li ser civak û xwezayê bûye sedem ku xwe bixe navenda tevahiya hebûnan. Ango nasnameya xwe li ser bênasnametiya jiyanê damezrandiye. Her tişteke li derveyî xwe wek ku tineye dihesibîne, xwe dixe şuna tevahiya mirovan. Jixwe pênaseya mirov-însan tenê wek mêr tê famkirin. Her hebûnên li derveyî cinsê mêr ji statuya însanbûnê dûr tê hiştin. Ev navendparêziya mêrê desthilatdar ku hewl da xwe bixe şûna jina ku jiyan afirandiye û rola wê jê bidize, heta roja îro jî bi awayên cuda û hîn dijwartir dimeşe û berdewame. Hest û aqilê ku di kesayeta mêr de bi sazî dibe û şekilê dewlet û desthilatdariyê bi xwe digire, derveyî hebûna xwe ti hebûnek din napejirîne. Her tiştî ji bo hebûna xwe wek qurbanekî dibîne. Ev aqilê çêkirî digihêje astekî ku tevahiya zindiyên derveyî xwe tine dihesibîne. Wer difikire ku hemû hebûnên li derdora wî neçarin jê re bimirin. Jixwe qurbanîkirina mirovan, kolekirina mirovan û herî dawî jî pêşxistina amûrên şer û kuştinê ji ber vê hişmendiyê çêdibe. Aqilê ku di navenda wê de ew bixwe heye û wer çavkore ku derveyî xwe ti hebûnek din nabîne. Pênaseya însan jî tenê li derdora xwe û ji bo xwe dike. Însanbûnê bi tenê hêjayî xwe dibîne. Dibe ku ev pênase di destpêkê de ji her kesî re pênaseyek gelek çor û ecêb were. Lê dema mirov hinek din li ser aqilê mêr û dewletê yê hatiye şekilgirtin, lêhûrbûn dike, ev rastî derdikeve holê.

Tirsa Mirin û Hilweşînê

Aqilê çêkirî hebûna xwe li ser derew û hîleya ku me li jor behs kir, damezrandiye. Ji bo wê jî divê wê statu yan jî nasnameya xwe biparêze. Mantiq û hişmendiya parastina hebûna aqilê mêr li ser esasê kuştin, dagirkirin, talan, destdirêjî û kolekirinê pêş ketiye. Em bi vî rengî digihêjin formûla herî besît ku heta niha jî desthilatdarî xwe bi wê li ser piyan dihêle; Ji bo bijî divê bikuje! Ji bo bikuje divê di serî de tevahiya refleks û mekanîzmayên parastinên yên di destê civakan de bê bandor bike. Ango ya xistiye bin desthilatdariya xwe divê wer serê xwe bitewîne ku nekaribe careke din li beramberê wî derbikeve. Bi aqilê xwe yê analîtîk sîstema parastinê xistiye bin yekdestdarî û serweriyê. Parastin wek ku tenê mafê wî ye bi civakan daye qebûlkirin. Wek ku her tim aqilê mêr û dewletê di bin xetereyê de ye. Ya vê xetereyê jî çêdike bêguman di serî de jin û civak in. Sedema herî esasî ku aqilê mêr sîstema xwe ya parastinê bê pîvan, bê hed û bê sînor berfireh kiriye, tirsa wî ya ji mirinê ye. Tirsa mirin û jinavçûnê ye. Tirsa hilweşandin û mirinê wê kêliyê çêdibe ku di serî de jin tevahiya civakê xwedî pergaleke xurt a parastinê be. Ango zanebûna siyasî, civakî, dîrokî û heta ketina ferqa hebûna xwe û pênaseya rast a ji jiyanê mirov bi gelemperî dikare wek parastin jî pênase bike. Civaka ku bikare bixwe xwe birêve bibe, civakek parastî ye. Em dizanin êrişa herî destpêkê li ser pergal û mekanizmaya parastina civakê bi êrişa li ser jinê pêk hatiye. Civakbûna ku li dora jinê hatiye birêxistinkirin, ji dema ku ketiye bin xetereyan wê demê êdî mekanîzmayên parastinê jî her ku çûye lawaz bûye. Her çiqas civakbûna jin ji hev belav bûye ewqasî jî bê parastin hatiye hiştin. Mirov hebûnek civakî ye û bi mekanîzmayên civakî dikare xwe û jiyana xwe biparêz e.

Roja îro em behsa lewaziya mekanîzmayên parastinê dikin. Ger em bersiv bidin pirsa ku, çima civak li gor tê xwestin nikare xwe li beramber aqil û hişmendiya mêr-dewletê biparêze, sedemên lewaziyan derdikevin pêşberî me. Çawa me li jor behsa serweriya bê sînor a xweda-dewlet-mêr kir. Sazîbûna heyî têgihiştinek wisa derxistiye holê û bi civakê daye bawerkirin ku yekane mekanizmaya ku dikare xwe pê biparêze ev her sê tifaq in. Di rewşekî ku ev her sê tifaq bi aqilê mêr-dewletê ku me behs kir, hatiye avakirin. Aqilê ku bi xwe xetereya herî mezin ji bo ewlekariya civakê ye, çawa dikare bibe mekanizmaya parastinê. Ev têgihiştin û bawerî bûye sedem ku êdî civak xwe bêyî dewlet, bê parastin bibîne. Têgihiştineke bi temamî şaş û çewte ku heta dawiyê serê rastiyê nixumandiye. Wer lê hatiye ku aqilê dewlet-mêr ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xwe her cure rêbazên hovane bi kar aniye, lê ji ber ku kiraseke qanûnî-huqûqî lê kiriye, rewa hatiye dîtin.

Hestên Êrişkariya Mêr-Dewletê

Êrişa li ser nirxên civakan, wek parastina cewherî û parastina rewa tên dîtin. Her wiha sedema ku aqilê texrîbkar, talanker û dagirker ê desthiltadariyê nehatiye dîtin ew e ku rêbazên cur be cur hatine bikaranîn. Herî zêde di kirasê olî de wek çarenûsa mirovan hatiye hesibandin. Wek ku êdî rastî ev e û her kes neçare ya bi serê wê hatiye bipejirîne. Rêber Apo di nirxandinek xwe ya sedema kûrbûna kolektiyê û nebûna refleksên pêwîst li beramber wê mînaka şewitandina jinan di çaxa navîn a Ewrupa de dike ku bi hezaran jin di bin navê Nêçîra Sîhîrbazan de di nava kolanan de zindî zindî hatin şewitandin. Rêber Apo diyar dike, yek ji sedemên teslîmbûna jin û bikaranîna wê di civaka îro ya Ewrûpa de dîtin û şahidî ji sehneyên şewitandina jinan re kiriye. Ango ew sîstema teror, tirs û wehşeta ku sedan sal beriya niha li ser jinan hatiye meşandin, îro di kûrkirina koletiyê û metakirina jina îro ya Ewrûpa de roleke wê ya sereke heye. Ev tenê mînakeke di gelek parzemînan jî bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn bi taybet di bin navê serî rakirina li beramber xweda-zilam de gelek pêkanînên dijwar li ser jinan pêk hatiye. Dibe reng û asta wan li dever û sedemên cuda, cihêreng be, lê belê dema mirov li naveroka wan temaşe dike, hemû berhema aqilê mêr-dewletê ye. Ya tê ferzkirin kuştin û qetilkirina jiyanê ye.

Hestên êrişkariya mêr-dewletê çawa ku me li jor jî behs kir, xwedî rabirdûyek dûr û dirêje. Amûr, têgihiştin û hişmendiya ku van hestan har dike çi ne gelo? Di civaka îro ya Tirkiyê de ku aqilê mêr ê faşîzan serwere mirov dikare gelekî bi hêsanî van sedeman bibîne. Aqilê serwer ê mêr ku xwe dixe navenda her tiştî û derveyî cinsê xwe ti cins û hebûnek din li kêleka xwe nabîne, bêguman cinsiyetparêzî ye. Cinsiyetparêzî pîşeya mêrê serwere ku, ger nebe nikare kêliyekî jî xwe li ser piyan bihêle. Di mantiqê cinsiyetparêziyê de cinsek her tim li jêr û yek li jore, yek lewaz û yek jî bi hêz e. Ev rewş ne tenê jiyana mirovan hevsengiya di navbera tevahiya zindiyan de jî xira dike û têk dibe. Bi taybet di sedsala 18’an de li Ewrûpa zanista pozîtîvîst ango zanista ku mêr bi tenê dixe navenda lêkolîna xwe û teoriya lewaz û bi hêz pêş dixîne, berhema hişmendiya cinsiyetparêz a mêr e ku heta niha jî bi şêwazên cuda berdewam dike.

Teoriya vê zanistê ku em jê re teoriya Darwinist jî dibêjin, dibe ku ji me re mijarek ji rêzê were. Lê belê ger îro faşîzm gihîştiye vê astê û bi çavsorî bi ser jinan û gelan ve tê, para xwe ji van teoriyan digire. Wek mînak qanûnên ku li dijî xwezayê bi kar tînin, bi heman şêwazî dixwazin li ser civakan bi taybet li ser jinan pêk bînin. Ango tundiya ku li ser xwezayî dimeşînin, di heman astê de û bi heman rêbazan li ser jinan jî pêk tînin. Ji bo vê jî cinsiyetparêzî tenê wek ku hinek tevgerên marjînal pênaseya wê dikin, tenê çend gotin yan jî kirinên di nava jiyanê de nîne. Ew parçeyek gelekî biçûk ji vê rastiyê ye. Dema wisa were destgirtin, tekoşîna li beramber wê jî gelekî ji rêzê dibe. Nahêle ku çavkaniya bingehîn a cinsiyetparêziyan ango aqilê mêr-dewletê yê ku bi hezaran salan li ser civakan hatiye ferzkirin, were lêpirsînkirin. Mixabin cinsiyetparêziya heyî kiraseke modern li xwe kiriye û bi çav nayê dîtin. Ango her çiqasî koletî were kûrkirin ewqasî mirov bi asta wê nahese. Faşizm ji bo xwe mayînde bike, pêwîste di serî de mêjiyê civakê bitevizîne.

Esmer Amed

]]>
https://yps-online.org/parastina-jiyane-li-beramber-aqile-mer-dewlete-1/feed/ 0
Yaşar Çiya: Her ciwanekî Kurd gerîlayekî bajêr e https://yps-online.org/yasar-ciya-her-ciwaneki-kurd-gerilayeki-bajer-e/ https://yps-online.org/yasar-ciya-her-ciwaneki-kurd-gerilayeki-bajer-e/#respond Wed, 11 May 2022 17:42:51 +0000 https://yps-online.com/?p=18897 Ji Fermandarên HPGê Yaşar Çiya derbarê êrîşên qirker yên dewleta dagirker de axivi.

Li hember van êrîşên dagirkeriyê di xeta şerê gelê şoreşgerî û rastiya şerê gelê şerker de erk û berpirsiyarên dikeve ser milê herkesê diyar kir.

Bi taybetî bang li ciwanan kir û wiha got:

‘’Her ciwanekî Kurd gerîlayê bajêran e. Her ciwanek gerîlayeke. Gerîlayên bajaran ango YPS’yî ye. Li gor vê divê bi çalak be. Gerîlayekî ne çalak mirî ye. Divê li her derê çalakî bike. Asta welatperwerî yê jî çalakbûyin e.’’

]]>
https://yps-online.org/yasar-ciya-her-ciwaneki-kurd-gerilayeki-bajer-e/feed/ 0
Xwerexnekirin çeka me ya herî pîroz e – Mehmed TÛNÇ https://yps-online.org/xwerexnekirin-ceka-me-ya-heri-piroz-e-mehmed-tunc/ https://yps-online.org/xwerexnekirin-ceka-me-ya-heri-piroz-e-mehmed-tunc/#respond Tue, 11 Jan 2022 18:08:47 +0000 https://yps-online.org/?p=17488      Rêbertî dibêje: “Xwerexnekirin, bilindbûna ku mirov şaşî û kêmasiyên xwe bibîne ye. Bi awayekî giştî li hemberî pêşketinê, bi awayekî taybet jî di pêşengiya partiyekê de taybetmendiyên dihêlin ku kar ne bi awayekî saxlem û serketî, zeîf bibin, vala derkevin û her diçe rê li ber têkçûnê vedikin, di ber çavan re derbaskirin e. Dîsa bi çûna ser xwe re bi qasî dîtina wê wek tişta divê bê avêtin û mîna mirov bi kêrê qut bike, vê bi awayekî pir bi bawerî û heman demê mirov ji pêwîstiya wê yeqîn bike, ne wek ferzkirineke ji derve, wek hêmana nexweşiyeke ne layiqî xwe û mirov bilind nake bibîne, bi rêbazên guncaw derbas bike. Diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin ev e. Û ev bi awayekî xwe ji nû ve çêkirin e. Em gelekî wiha ne ku mimkun e, di cîhanê de divê herî zêde biçe ser xwe, xwe li ber çavan re derbas bike, eger mimkun be bi hêza xwe, xwe rast bike. Bêguman em gelekî wiha ne ku divê di pêvajoya xwerexnekirinê de cih bigire, xwe li ber çavan re derbas bike, hem jî bi awayekî pir bêrehm, bi salan bi xwe re mijûl bibe.”


     Wek gel bê çi qasî hewce ye, em di pêvajoyeke xwerexnekirinê ya wer berfireh de derbas bibin, wê daîmî bikin, îro hê baştir tê fêmkirin. Bi vê perspektîfa giştî re mirov bi sînor be jî lê binihêre, nayê fikirîn ku em li qada zindanê xwe li derveyî vê rastiyê bibînin. Her wiha di aliyê xwesertiya wê de jî li zindanê bi qasî ku bi tu deveran re neyê muqayesekirin misoger e hewcedariya me bi rexne û xwerexnekirinê heye. Qezenckirina îradeyê, bûyîna şoreşger, pêkanîna veguhertina kesayetê, bêyî mirov di nav çerxên zindanê û nexweşiyên wê de bê hûrkirin, xwe pêşxistin, bi şoreş, partî û şer re bûyîna yek bi awayekî din nayê fikirîn. Ya rastî mîna di mijarên din de jî, ne ku em mane û cihê xwerexnekirinê yê di nav jiyana partiyê de nizanin. Pirsgirêk ev e ku mirov vê weke serwextbûnê di xwe de ava bike û temsîla wê bike. Kompleks hene, îhtîras hene, hînbûn û xirûr heye. Û ev hemû jî têr dikin û zêde ne jî ku me ji hêza temsîlê dûr bixin.
Di xwerexnekirinê de hin şaşiyên bingehîn ên zêde tên bikaranîn mewzûbehs in. Hin heval xwerexnekirinê wek “xweweşandina ji gunehan” digirin dest. Bi awayekî pir rehet xwe rexne dikin, lê ne jidil in. Ji bo derbaskirina wê kêliyê ye û piştî derbas dikin jî her tişt mîna berê dewam dike. Di nuqteyên ku dibe xwerexnekirinê de tu guhertinek çênabe. Hin heval di asta zêde de bi awayekî mubalexe bi nêzîkatiyeke ku xwe 40 qat dixin bin erdê, kêmasî û şaşiyên di wan de nîn in jî dikin malê xwe û wê wek “xwerexnekirinê” difikirin. Bêguman şaş in. Divê sedema xwerexnekirinê hebe ku rolekî pêşketin, veguhertin û nûbûnê bilîze. Xwerexnekirineke bi wî awayî ji derveyî ku wê şîlo dike, hêsan dike û vala derdixe rolekî din nalîze. Kesên ji xwe nebawer û hurmetê nadin xwe, nikarin bi cesaret nêzî rastiyên xwe jî bibin û nikarin bi ser bikevin. Kesên wiha xwerexnekirineke baş û xurt bi qasî ku weke hilweşîn û tunebûnê dibînin di nav nêzîkatiyeke paşdemayî û şaş de ne. Kesên ku kesayeta xwe terkî tesîra bûrjûvaya biçûk an jî xirûra feodal-gundî kirine jî ji bo xwe rexne nekin, ji heft bîran avê dikişînin. Bi van nêzîkatiyên xwe, xwe dikin rewşeke ku hê zêdetir zehmetiyan bikişînin. Her wiha ne di wê ferqê de ne ku diyardeya têde ketine parastinê taybetmendiyên pergalê û dijmin in. Yekane pirsgirêka wan ev e ku xirûra wan zerarê nebîne, kompleksa wan neşike û ji bilî wê tofan be jî ne girîng e. Ne hewce ye em diyar bikin ku heman israr û înad di mijara parastina jiyan, têkilî û rastiyên partiyê de nayê nîşandan. Jixwe diyardeya xwe pêre rûbirû dikin ji derveyî jiyan û rastiya partiyê ne tiştekî din e.
Rêbertî dibêje: “Naxwe ev rastiyeke nikare were înkarkirin ku, rastiyeke me ya gelekî yê di asta cîhanê de divê herî zêde xwe rexne bike heye. Kesê divê herî zêde bi xwe re şer bike, kesê ku bi awayê, ez çima ketim vê rewşê, lanetê li xwe bibarîne, bi hêrseke mezin ji rewşa ketiye nav, ji her tişta dihêle xwe biecibîne nefret bike hebe, wê yekemîn gava pêşketinê jî bê avêtin. Di rastiya me de pêşketin hinekî jî wer dest pê dike. Zilamê ku li hember rebentî, îflas, hilweşîn, bêbingehiya xwe, hemû nirxên wî ku bi mirovatiyê re têne qutkirin li ber nakeve, hêrs nabe, hewce nabîne li ser mijûl bibe bê çima wer çêbû, vê li ber çavan derbas nake tune ye. Nikare tu karî bi ser bixe. Dikare bibe demagog, dibe ku bibe lûmpen jî. Dikare bibe axayekî qeşmer jî, hevkar jî, lê tu carî nikare bibe mirovekî bi rûmet. Ev jî navekî din ê rastiya me ye. Tevgera azadiyê, di vê çarçoveyê de navê, mirov bi vî awayî li rastiya xwe ya neteweyî û gel binihêre, rexneyeke mezin an jî ji bo wê hêrsek mezin hîs bike, xwe li erdê bixe, bihejîne, eger mimkun be di ber çavan re derbas bike û çareser bike. Dema destpêkê hinekî jî îfadeya hewldanên wiha ne. Tevgera xwerexnekirinê ya herî mezin e.”
     Em dibînin ku hewce ye xwerexnekirin çi qasî bi feraseteke kûr were destgirtin. Aşkera ye ku dîsa di vir de ji ferasetbûn, hevgirtîbûn û cidiyetê re bangek heye. Ya di me de tê jiyîn jî bêferasetî û nehevgirtîbûn e. Di mijara xwerexnekirinê de kes li ser hin kesên me re nîn e. Nêzîkatiyên kesên wiha mîna herî berçav a nehevgirtîbûnê ye. Wer diyar dike ku nêzîkatiyeke pir hurmetdar nîşan dide. Xwe rexne dike, hem jî bi tehlîlkirinan. Lê dema mijar dibe derbaskirina wê ya jiyanê, di pratîkê de temsîla wê, bicihanîna hewcedariyên wê, asê dimîne.
Kesên me yên wer qet ne kêm in. Beguman ev oportunîzm, durûtî, nehevgirtîbûn bi xwe ye. Li hember xwe û derdora xwe bêhurmetiya herî mezin e! Mirov dikare bêje, pirsgirêkeke kesayetê ye ya têde rehê namûsê qut bûye. Li zindanê taybetmendiyên kesayetên pir diaxivin, lê kêm dikin, gotinên xweş dikin, lê hewcedariyên wê nayînin cih, zimandirêj, demagog, bi awayekî herî berçav di şexsên wiha de xwe nîşan dide. Şoreşger, xwedî li soza xwe derdikevin! Ji ber maneya gotinê dizanin! Ev bi taybet ji bo Tevgera Azadiyê hê berçavtir e û xwedî maneyeke rêgezî ye. Tevgera me her tişt bi du gotinan daye destpêkirin û hê jî li gor şertên van gotinan têkoşîn dike. Gotin û soz ji bo me xwedî maneyeke ku di oxira wê de wê dinya bê xerakirin. Ev mijareke rûmetê ye. Di nêzîkatiya xwerexnekirinê de jî gotin û soz têkildarî derbaskirina şaşî kêmasiyan di maneya diyarkirina biryar û îradeyê de ye.
Rêya ku mirov şertên wê yên pratîk bîne cih ev e ku, mirov xwe bi awayekî zêde bixe nav lêhûrbûn û ponijandineke cidî. Di me de weke pir tê dîtin, rexne û soz tê besîtkirin, ji cewhera wê tê valakirin û bi hêsanî tê binpêkirin di mijara xirûra xwe derxe pêş, li gor têkiliyên me yên siyasî, rêxistinî û exlaqî de sûc e. Şoreşger tenê di nuqteyekê de pir bi xirûr in û tu carî ji vê tawîz nadin. Ev jî; armanc û rêgez şertê jiyan û têkoşînê ye. Ji derveyî wê xirûr, xisûseke ku divê bê avêtin e.
Bêguman bi awayekî tenduristî pêşxistina rexne û xwerexnekirinê, girêdayî mijara atmosfera wê çi qasî hatiye afirandin an na de ye. Ji bo vê hewce ye mirov jiyana partiyê bi awayekî yekpare bigire dest. Ji diyardeyên ku jiyanê diafirînin eger yek xerab be, diyardeyeke din wê bi awayekî tenduristî nexebite.
Mînak li cihekî ku perwerde li ser esasê armanc û rêgezan hatiye pêşxistin, rexne, xwerexnekirin û pêwendî bi cih dibin. Xwerexnekirin ne ev e ku mirov gunehan derxe û qet ne rizgazkirin û derbaskirina rewşê ye. Divê em bi vê nêzîkatiyê li diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin, bi awayekî wer berfireh, encamgir û vediguherîne binihêrin. Em hewl didin vê dest nîşan bikin.
Ev heman demê vê nîşan dide; eger mirov bi çeka rast a partiyê neçe ser qisûra hundirîn, kêmasiya hundirîn, mubalexeya hundirîn, hewesbaziyê, lumpenîzma hundirîn, bi nêzîkatiyeke rast a rêxistinî-siyasî di hundir de şerekî muezem û bi hostayî neyê meşandin, ev her biçe wê bigihêje asteke bi tehlûke. Wê demê bi zanebûna ku xwerexnekirin çekeke bilind û pîroz e, ji bo em wê li hember kêmasiyên xwe bi awayekî rast, encamgir û bêeman bi kar bînin divê em hê zêdetir xwedî hewldaneke erênî bin û hişyar bin.

Ev nivîs ji pirtûka Şehîd Mehmed TÛNÇ hatiye girtin.

]]>
https://yps-online.org/xwerexnekirin-ceka-me-ya-heri-piroz-e-mehmed-tunc/feed/ 0
MAFÊ PARASTINA REWA Û PARASTINA CEWHERÎ https://yps-online.org/mafe-parastina-rewa-u-parastina-cewheri/ https://yps-online.org/mafe-parastina-rewa-u-parastina-cewheri/#respond Fri, 02 Apr 2021 12:55:26 +0000 https://yps-online.org/?p=17151 RÊBER APO

Bê guman em mîrasê ARGK ê di ber çavan re derbas dikin. Di vê berxwedana ARGK ê de gelek tiştên pîroz hene. Gelek destanên berxwedanê û serboriyên (tecrubeyên) ku mirov ji ARGK ê bigrin hene.  Lê belê sitratîjiya ku ARGK ê pê şerdike, duktorîna şer ya ARGK ê pê şerdikir û nêrîna ARGK ê û HPG ê ji şer re cuda ye. Pêwîste mirov vê bibînê. Lê belê di her tiştî de ji hevdû qutkirin, di milê derûnî(manewî) de siqet e. Lê belê di bin navê derûnî û wê berxwedanê de xwe veşartin, ne qebûlkirina guhartinê, di tarzê berê de israrkirin, biqasî feraseta yekemîn xeteriya wê heye. Emê ji wî mîrasî re rêzdarbin, emê feyde ji wan serboriyan bibînin û ew berxwedan wê bibe finda ronakbûna riya me. Lê belê di aliyê felsefîk, nêrîn, armanc û piradîgma de pêwîste em xwe bugherînin û guhartinê qebûlbikin. Di vê de seqetî derdikevê holê û di xwe de israrkirin derdikeve holê. Ji dubarekirina tiştê berê kevnarbûn dertê holê. Di nêrîna felsefîk de mirovekî ku tiştê berê nehilweşîne, nikarê tiştê nû avabike. Rê û rêbazên berê mehkûm neke wê nikarbe yê nû bixe rojevê. Di  kwantûmê de tê gotin: ji bona ku tu li gorî felsefa kwantûmê jiyanbike, pêwîste hemû rastiyên sexte yên ku, nû têne dîtin û qebûlkirin, mirov redbike û wan rastiyan wek rastî nebîne. Ev tê wateya ku mirov nezaniya xwe qebûlbike heta ku mirov tiştên nû qebûlbike. Rastiyên siqet nasbike, li gorî wê xwe zanebibînê û xwe bipejirîne, hem jî bêjê ez tiştên nû dizanim, ne gengaze(mumkine) ku guhartinê çêbike. Yekî ku qet nizanbe deh tiliyên daktîlo bikarbîne, di hefteyekê de fêrdibe. Lê belê yê ku bi du tiliyan bizanibe du heyîvan  nikare deh tiliyan bikarbîne. Ji ber ku her çiqasî bixwaze bi deh tiliyan binivîse, wê her du tiliyên wî yên berê li pêşiya wî bibin asteng! Li ser vî esasî hêceta(hicet) guherînê ya felsefîk pêwîste heval xwe tê de iqnabikin. Tiştên berê yên kevnar (kilasîk), yên ku şer di asta pîrozbûyînê de derdixe û dike asta gunehbariyê de, pêwîste mirov rexnebike û li şûna wê  li gorî piradîgma nû nêzîkbibe. Bê guman hêcetên vê guhertinê yên cuda jî hene. Hêcetên me yên siyasî û hiqûqî jî hene. Îro em bi cîhanekê re şerdikin. Tenê em serê  xwe têxin berxwe şerbikin û haya me ji tiştekî nebe, wiha jî nabe. Li ser vî esasî li gorî  rewşên siyasî û hiqûqî pêwîste em şiyarbin û hesas nêzîkbibin. Dibe ku heval bêjin ev hiqûq ya lîbralîzmê ye û Kurdistan înkarkiriye, ev raste. Lê belê nirxên hiqûqî û demokrasî yên ku derketine holê bi berxwedana gelên bindest çêbûye. Gava em van rewşan ji xwe re esas bigrin nayê wateya ku em bi van zagonên Imperyalîstan bawerdikin. Em li hemberî têkoşîna bi hezaran mirovên bindest yên ji bo nirxên mirovahî û demokrasiyê, li berxwedane, rêzdarin. Li ser vî bingehî parastina rewa, hiqûqî û zagoniye. Rewşên hiqûqî yên navnetewî esas digre.

Parastina rewa mafekî xwezayî ye û beşek ji parastina cewherî ye. Her zindiyek di xwezayê de mekanîzma wê ya parastina cewherî heye û yek ji şertên jiyanê ye.

Her zindiyek ji bo ku di gerdûnê de jiyanbike pêwîste ji xwe re derfetên jiyanê çêbike. Ev rastiyekî xwezayê û gerdûnê ye. Ev bi fikrê Markîsîzm yê nakokî û yekbûna tiştên li dijî hev, Yan jî bi mentiqê Hîgel yê doz x dijî doz(tez x dijî tez) de ku hatiye destnîşankirin, fîzîka hemdem jî isbatdike ku hemû made di xwezayê de di hundirê têkiliyekê de ne. Di hundirê danûstandinê û bandorkirin û pertekirinê  (etkî û tepkî) de ne. Ji ber vê yekê tu zindî, ji xwezayê razber (soyut) nikare jiyanbike. Biqasî bandora ku çêdibe û pertek raberdike, bi vî rengî ji bo ku bikarbe aşîtiyekê avabike, pêwîste şensê xwe yê pertek dayînê hebe. Pêwîste mekanîzma xwe ya parastina cewherî hebe. Di hundirê madekê de gava hêza vekêşandinê(çekîmê) di navbera notron û piroton û dendikan de hêzeke vekêşandinê heye. Ew hêza vekêşandinê nebe, ew made wê belavbibe. Ji ber ku hêzeke wê ya vekêşandinê di navbera dendikê û pirotonan de heye. Bi qasî hêza vekêşandinê ya pirotonan, bi qasî wê hêzeka eliktronan ya pertekdayînê heye.  Ev jî nasname û berxwedanê dide madê. Hejmarekî wê nasnamê dide xuyakirin.  Bi qasî hêza vekêşandinê, pertek û parastina cewherî hebe, ew made xwe li hemberî madên dîtir diparêze. Cihê ku ev made lê qelsbû, madeyeke eliktronê wê ji xwe re birevîne û nasnama madeya dîtir diguherîne. Ji bo giyayekî, dewarekî û însanekî jî ev rastî wehaye. Heta di asta şaneyan (hucre) de jî  ev heye. Di xwîna însan de kopê sor û sipî hene, yên sor wezîfa wan kedîkirine û yên sipî jî wezîfa wan parastine. Li hemberî her mîkrobekî û nesaxiyekî ku êrîşî ser laş bike,  Jehrê dafirîne û wî mîkrobî bê bandor dike. Li hemberî wê dikevin parastinê . Li ser vî esasî her zindiyek ji bo jiyanbike pêdiviya xwe bi parastinê heye. Pîvana jiyankirina zindiyekî bi pîvana parastina wî ve girêdayî ye. Bi qasî şensê wî yê parastinê hebe ewqasî şensê wî yê jiyanê heye! Rêber APO vê rastiyê mîna ramangeriya gulê bi navdike. Striyê gulê, gulê bi  rêzbûn dike û dihêle ku gul xwe biparêze.  Ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî, mekanîzma wê ya jiyanê ya parastinê, ango parastina cewherî heye. Ev bi rengekî felsefîk, biyolojîk û sosyolojîk jî weha ye. Ji bo gelê Kurdistanê azad bibe, pêwîste mekanîzmeke xwe ya parastina cewherî çêbike. Rêber APO dibêjê “ Ew civaka ku mekanîzma wê ya parastinê tunebe, civakeke kole ye û dîl hatiye girtin.” Civakek çiqasî hêza xwe ya parastinê hebe, ew qasî azad e. Hêceta şer û berxwedana parastina rewa û parastina cewherî di milê felsefîk û biyolojîk de weha ye. Li ser vî bingehî xwe tevger kirin pêwîste.

Parastina cewherî ya gelê Kurdistanê mirov dikare, di sê pileyan (katogeriya) de binirxîne. Ev rêxistina parastina rewa û parastina cewherî bi giraniya zora ku derdikeve pêş, bi wê ve girêdaye. Êrîşkirin li ser gelê Kurdistanê, di çi astî de be, parastina gelê Kurd jî wê di wê astê de be. Heger êrîşkirin li ser Kurdistanê bi artêşê be, wê gelê Kurd di asta artêşê de xwe biparêze. Heger êrîş di asta polîsan de be, wê gel di asta polîsan de xwe biparêze. Êrîş li ser ziman be wê bi ziman xwe biparêze. Êrîş li ser civakê be, civak wê xwe biparêze. Êrîş li ser jinê be wê jin xwe biparêze. Ji bo vê parastinê çi rêxistin pêwîst bike, bi asta êrîşan ve girêdayî ye. Rewşa Kurdistanê ya siyasî, civakî, aborî û ya leşkerî gava mirov binirxîne, pêwîstiya parastina rewa eşkere ye û zelal derdikeve holê. Parastina rewa tenê di milê leşkerî de nîne. Partî di vî alî de me rexnedike. Heval tenê hêlên wê yê leşkerî dinirxînin, hêlên wê yê siyasî, civakî û aborî ihmal dikin. Ji ber vê yekê siqetî derdikevin holê. Ji xetê derketin çêbûye. Şerekî derveyî xetê tê jiyankirin. Pêwîste parastina rewa di her milî de were fêhimkirin. Rêber APO rewşa Kurdistanê bi (dagirkirina leşkerî) bi navdike. Rêber APO navê wê dike qirkirina çandî û dagirkirina aborî. Heger qirkirina çandî tê çêkirin, pêwîste em xwedî li çanda xwe derkevin. Ev qirkirin bi rê û rêbazên şerê taybet tê meşandin. Li hemberî wê pêwîste saziyên parastina çandî di nava gelê me de werin avakirin. Saziyên ziman pêwîste werin avakirin. Bi qasî ku dijmin dibistan vekirine, gelê Kurd di bişaftin (asîmlasyon) û di qirkirina çandî re derbas dikin, pêwîste dibistanên Kurdan yên xwe perwerde kirinê hebin. Di aliyê aborî de dagirkerî heye, Kurdistan bi xêr û bereketa xwe tê talankirin, lewre mekanîzmên parastina Kurdan yên aborî pêwîste hebin. Rêber APO şûna wê (alternatîf) aboriya hevkar(koperatîv) pêşniyar dike. Li ser civaka Kurd çi êrîş heye, li hemberî wê gelê me wê xwe bi tevgerbike. Parastina xwe ya civakî wê çêbike. Wê ciwan û jinan bi tevgerbike. Lingekî parastinê ewe ku jin têkoşîna zayendî pêşbixe û ji bona nasnama xwe avabike bikeve hewildanan. Rêxistinên ji boyî parastinê pêwîst dikin, gereke avabike. Şûna çanda rizandinê û sinc xirakirinê ya nûjeniya(modernîta) kaptalîst, wê çanda komînal bide rûniştandin. Êrîşa polîsan li ser gelê me heye. Her roj mirovên me digrin û di işkencan re derbas dikin. Li hemberî vê êrîşê wê mekanîzmeke gel ya parastina cewherî hebe. Em vê di asta yekîneyên herêmî yên HPG ê de dinirxînin, ango yekîneyên HPG ê yên parastina cewherî, yên leşkerî. Heger êrêşa dijmin  leşkerî be, wê parastin jî leşkerî be. Bi qasî ku êrîş bi çek be wê parastin jî bi çek be. Heger êrîş ne leşkerî (sivîl) be, wê parastin jî ne leşkerî be. Di aliyê leşkerî de, wek di despêkê de min da xuyakirin, Kurdistan ji milê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Rakirina vê dagirkirina leşkerî, her weha zordestiya artêşê li ser gelê Kurd û parastina gelê Kurd, pêwîst dike rêxistineke leşkerî di asta artêşê de hebe. Ew artêş jî, HPG ê ye. Li hemberî êrîşên çekdarî yên ku li ser gelê me têne kirin, bi parastineke çekdarî em wezîfedarin. Esas kûrbûn û lêhûrbûna me wê li ser vê be. Hem fêmkirina piradîgma û guhartina hişmendiyê û hilbijartina rê û rêbazên rast û guncav, wezîfeya me ye. Lê belê beşê dîtir jî pêwîste em ihmal nekin. Tevger di vî alî de rexnedike. Nêzîkbûnekî li ser bingehê leşkerî tenê heye. Ji ber vê yekê şerekî bi kontrol nayê meşandin, kişwerê siyasî nayê şopandin û hêlên wê yên hiqûqî li ber çavan nayê girtin. Rastiya gel nayê fêmkirin. Ji hemû parastinên dîtir razber(soyut) tê girtin. Ewqasî me xwe razber kiriye, lewre parastina ziman, çandî, civakî, aborî û leşkerî gelek caran me ihmal kiriye. Ji konfransa duyemîn û vir de yekîneyên parastina cewherî yên HPG ê di rojeva me de ne. Lê belê em dikarin bêjin ku hejmareke kêm ji hevalan bi vî karî re mijûl dibin û wezîfeya xwe dibînin. Rêxistinê yek wezîfe daye me, dibe ku ya herî hêsan be. Bila yekîneyeke me ya leşkerî hebe hemû fedayî be, pirsgirêka wan tunebe, ez jî wan bidim şerkirin. Lê belê ev beşek ji vê berxwedanê ye, pêwîste lêhûrbûn li ser vê jî were kirin. Parastin ne tenê parastina ku HPG ê dike. Tenê weke yekîneyekê di çiya de jiyankirin, ne parastin e. Parastina cewherî girêdayî me ye lê belê hîna heval wezîfeya xwe nabînin. Heta gelek heval biçûk jî dibînin. Navê wê şerê gelêrî ye, lê belê ev şer bê gel dibe. Me bi salan ev pêkanî, lê belê neçû serî. Li derdora navenda polîsan yên ewlekariyê (emniyet) 700000 leşkerê artêşa Tirka heye. Em dikarin di çiya de bi qasî wan  gêrîlla bi tevger bikin? Ne mumkine. Di her gundekî de şaneyek (hucrek) bihata çêkirin û di her bajarekî de yekîneyeke parastina cewherî hatibana çêkirin, wê hejmara wê du qat zêdetir bibana. Wan hevalan fêrbûnên (alişkanlik) ARGK ê yên berê girtine. Heval dibêjin “Gerilla li serê çiya ye, yê dîtir newêrek in û yê zayîf bila biçin karê cebhê.” Karê parastina cewherî biçûk dibînin. Xwe ji gel razber (soyut) kirine. Tevgerkirin û birêve birina gel karê xwe nabînin. Ew fêrbûnên berê hîna di HPG ê de berdewam dikin. Kesek ji me nikare vê înkarbike. Ev nêzîkbûn siqet in û di yek astî de ne. Hevalên KCK ê li ser stratîjiya parastina rewa perwerde dane hevalan. Ji ber hêlê wê yên siyasî û civakî vekirine heval matmayî mabûn û gotibûn me ti caran ev perwerde nedîtiye. Ev bi salan e heval li ser parastina rewa perwerdê dibînin. Me tenê nêrînek leşkerî dîtiye. Me tenê di bi berçavka xwe lê meyzekiriye. Hêlên wê yên parastina cewherî, gelîrî, civakî, hiqûqî û siyasî çiye, hevalan ji xwe re nekiriye xem. Min jî hevalên wê derê tewanbar kirin, min got “heval evqasî di nava HPG ê de ne çawa dibêjin me perwerda parastina rewa nedîtiye.” Lê belê rastî ewe. Tenê di hêlên HPG ê de nirxandin heye. Ji ber vê yekê gelek çalakiyên me zerar dane gel. Di piratîka sala 2010 an de gelek mînakê weha hene. Çend yekîne û tabûrên leşkerî li Amedê di wan çiya de wê çibikin? Serok APO dibêjê “ Tenê di Amedê de wê 5000 însan werin bi rêxistin kirin ji bo parastina cewherî.” Artêşeke dewletê di Amedê de ye, heger te du qereqol rakirin wê yên dîtir çibibin? Dikarîbûn bi qasî hejmara wan yekîneyên HPG ê zêdetir di nava gel de bidin bi rêxistin kirin. Di heman demê de li Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê jî weha ye.

Sê qonaxên şer yên esasî hene. Gelek heval van qonaxan mîna qonaxên şerê gelîrî yê demdirêj destnîşan dikin. Ev qonaxa neçalak (pasîf), çalakbûn (aktîf) bi hemî hêza xwe (topyekûn) heye. Ne weke şerê gelîrî yê demdirêj gav bi gav tu ji yekê derbasî ya dîtir dibe. Di parastina rewa de ne wisa ye. Ev bi pêşveçûnên siyasî û tundbûna zorê re, tê diyarkirin. Carna di hinek deman de tu ji parastina pasîf derbasî parastina bi hemî hêza xwe(topyekûn) dibe. Carna tu ji parastina çalak (aktîf) derbasî parastina neçalak (pasîf) dibe. Ji ber wisa parastina rewa ne tenê şerekî leşkerî ye. Di van milan de kêmasiyên me yên cidî hene. Hinek caran agirbest û pêvajoyên bêçalakiyê çêdibin, em hinegî derbasî parastina çalak (aktîf) dibin, lê belê em bi lezgînî derbas nabin, karê xwe nakin û hinek heval vê pêvajoyê napejirînin. Şer ji pêşveçûnên siyasî qutdikin.Ev biryara bê çalaktiyê ji encamê siyasî hatiye girtin, hevalên me dibêjin “Çima şer hatiye sekinandin?”Em van derbasbûnan  pir giran pêktînin. Ji ber ku em dogmatîk diramin. Siyaset di vê sedsalê de di hûrdem û demjimêran de tê guhertin. Hger tu dixwaze têkoşîn bike pêwîste tu nerm be û qabiliyeta te ya menawra hebe. Tişta tu di zemanê wê de neke nirxê  wê nîne. Çalakiya ku tu îro bike bi wate ye, lê belê heger tu sibe bike tu wateya wê nîne û wê zerar bide. Heval di vir de xwe  iqna nakin. Ji ber ku siyasetê naşopînin û ne xema wan e. Tenê li gorî mentiqê leşkerî ev çalakî serkeftiye yan  jî binkeftiye, xema hevalan eve. Çiqasî xizmeta siyasetê û şoreşê dike, ne xema hinek hevala ye. Hinek çalakiyên ku me kirîn dibe ku di milê leşkerî de bi serkeftî bin, lê belê di zemanekî şaş de hatine pêkanîn û cihê wê şaşe. Şûna ku em di milê siyasî de encam ji wan çalakiyan bigrin, hewildanên me vala derketine û zerar jî daye. Ji ber ku hevalan di hundirê xwe de nepejirandin, ji stratejiya parastina rewa re çi pêwîste pêknanîne. Em hêzeke leşkerî, navendî û hîrarşîk in, em nikarin bi rojan nûçeyan bigerînin. Partî vê weke siqetiyeka pratîk nabîne, lê belê weke  hişmendiyekê dibîne.karekterê vî şerî yê siyasî heye, tenê ne leşkerî ye. Duyemîn, ev şer mecbûre bi çavdêrî (kontrolî) were meşandin. Em pêvajoyê û siyasetê dikin hêcet ji bona bê çavdêriya xwe.

Li gorî pêşveçûnên siyasî û berjewendiyên rêxistinî wê HPG ê çalakî bike. Şûna ku em bêjin ji me nayê em şer biçavdêrî bikin, em bê displînin, em li gorî pêşveçûnên siyasî ne nerm in û em rexnedayîna xwe bidin, berovajiyê wê, em rêxistinê tewanbar dikin. Taybetiyên şerê parastina rewa, yê pêngav avêtinê heye. Rêxistin dibêjê “Di vê heyîvê de çalakî bikin” Em heyanî keşfê dikin, hevalan perwerde dikin û amadekariyê xwe dikin, ew heyîv xilasdibe. Heger  ji berê de amadekarî hebin, wê pêngav pir germ derbas bibe. Di sala 2004-2005 an de hevalan pêvajoyên wisa didan pêşiya me. Digotin: ji vê dîrokê heya vê dîrokê hûnê pêngavekî bikin. Rêxistinê tektîkên wisa didan meşandin. Lê belê me nikarîbû em pêkbînin. Hevalan di heyîvekê de amadekariyên çalakiyê dikirin û di heyîva dîtir de jî vala diman. Ya duyemîn jî bi hev re pêngav nayên kirin. Amed çalakî dike, lê belê Dêrsim çalakî nake. Yan jî Dêrsim dike, lê belê Botan bi şûnve dimîne. Ne em yekser hêza xwe dixin şer(topyekun) ne jî em li ser hevdû dikin. Ji ber vê yekê encam nayê girtin. Li ser  wêrekî û fedekartiya hevalan kesek nikare tiştekî bêje. Pêwîste em di her zemanî de xwe ji bo pêngava amadebikin. Pêwîste her dem amadekarî, lêhûrbûn, tedbîr û hêza afirandinê hebe. Li ser vî esasî pêwîste em ji piratîka sala 2010 an tecrubeyan derxin û di sala 2011 an de dest bi pêngavan bikin.

]]>
https://yps-online.org/mafe-parastina-rewa-u-parastina-cewheri/feed/ 0
RASTIYA NETEWEYA DEMOKRATîK Û BERXWEDANA GELÊ KURD https://yps-online.org/rastiya-neteweya-demokratik-u-berxwedana-gele-kurd/ https://yps-online.org/rastiya-neteweya-demokratik-u-berxwedana-gele-kurd/#respond Tue, 30 Mar 2021 13:32:02 +0000 https://yps-online.org/?p=17147 RÊBER APO

Tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî ku PKK’ê jêre pêşengî kir, yek ji encamên wê yên girîng ew e, rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekir. Ya esas, rastiya neteweya demokratîk di avakirina îdeolojiya PKK’ê de bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin û programkirin. Di îdeolojiya wê de têgîna netewe ya serdest versiyona dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî ye. Ya ji vê jî girîngtir ew e, dema netewe tê gotin têgihiştineke tek û mutleq mewzûbehs e; ew jî neteweperestiya dewletê ya Hegelîst e. Ji bilî vê têgînî û rastiya wê, behsa rastiyeke din a netewe nayê kirin. Bêguman di vê de şîroveya Hegelîst a têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marksîst weke bingeh tê qebûlkirin. Di dema Marks û Engels de wexta netewe dihat gotin a pêşî dihat bîra mirovan ew bû, çîtên feodal hatin rakirin û di çarçoveya yekîtiya çand û zimanan de bi destê dewleta navendî civakên neteweyî hatine avakirin. Bi vî awayî, weke rastiya bi tenê û mutleq bi dewleta netewe digirin. Dewleta netewe kategoriya bingehîn a felsefeya Hegel e. Rawestgeha dawî ya bigewdebûna civakî û dewletê ye. Ev çi bi pêşengiya bûrjûvaziyê çi bi pêşengiya proleteryayê pêk bê, di encamê de xisleta mutleq û tek a têgînê naguherîne.

Dema netewe tê gotin, yekana diyardeya tê bîra mirovan dewleta netewe ye. Ji ber vê têgihiştina dewleta netewe Marksîzmê nikarîbû ji modernîteya kapîtalîst bibihure û ji aliyê wê ve hat asîmîlekirin. Kengî dewleta netewe weke forma bingehîn a civakî hat qebûlkirin (ragihandina dewleta netewe ya Elmanyayê di sala 1871’ê de bi awayekî eşkereke tê destekkirin), ya mayî ew bû ku proleteryayê bikişinin nava van sînoran û bixin xizmeta dewleta xwe ya netewe, di berdêlê de hinek mafên ekonomîk û civakî dikin ku mirov karibe xwe li hebûna wê ragire, û ew jî hebûna xwe dewam bike. Ev qebûlkirin e ku çarenûsa sosyalîzma pêkhatî beriya sedûpêncî salan diyar kiriye. Di serî de tecrûbeyên Yekîtiya Sovyetê û Çînê di çarçoveya her dewleta netewe de hêmanên modernîteya kapîtalîst weke encam serketina xwe îlan kirin, û vê yekê jî têkiliya vê rastî û têgînê bi kapîtalîzmê re îspat kiriye. Naxwe ji bilî vê, mirov ê çawa karibe ji hundir ve veguherîna sosyalîzma pêkhatî ber bi kapîtalîzmê ve şîrove bike.

Di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de PKK bi nêzîkatiyên xwe yên sosyalîzma pêkhatî herî zêde di warê dewletdariya netewe de tengav bû. Rastiya kontrgerîlla ya dewleta netewe ya li dijî wê şer dikir, di mijara armanc û maneya şerê şoreşgerî de rê li ber dudiliyan vekir. Ya ji vê jî xirabtir, rêbazên herdu aliyan her ku çû şibiyan hevdu. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê li hemberî rastiya dewletdariya netewe her ku çû tengav bû. Sedema bingehîn a pêxîrtengiya ji sala 1995’an ve her ku çû derket holê, ev rastî bi xwe bû. Gelo dewleta netewe çiqasî diyardeyeke sosyalîst e, çiqasî mumkîn e ku bê pêkanîn? Li gorî bersivdana van herdu pirsên sereke yan pêxîrtengî wê rê li ber tesfiyeyê vekirana yan jî wê bi analîzeke neteweyî ya cuda bi encam bibûya. Di vê nuqteyê de têgîna kilît a ji bo xwe rizgarkirina ji pêxîrtengiya îdeolojîk têgîna neteweya demokratîk e.

Dema ku PKK weke kom derket holê weke ‘Neteweparêzan’ hat binavkirin û ev ne şaş bû. Dîsa binavkirinên weke ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’ û ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’ heman maneyan tîne bîra mirovan û rastiya dihat xwestin were temsîlkirin, îfade dikirin. Propagandakariya îdeolojîk a demê bi awayekî bingehîn realîteya neteweyî ya Kurd bû. Me nedixwest ku em weke milliyetgir bêne şîrovekirin û di bingehê vê de jî girêdana me ya xurt a bi Enternasyonala Sosyalîst re hebû. Lê me nikarîbû xwe ji realîteya neteweyî qut bikira. Ango dema ku têgîn ji netewetiyê ber bi neteweparêziyê ve şemitî, hingê tehlûke çêdibû ku bişibe îdeolojiyên milleyetgir û neteweparêz ên ku armanca wan dewleta netewe ye. Dîsa jî di qonaxa îdeolojîk de ji me nedihat ku em van xetên tenik û tayên zirav ji hev derxin. Pêngava 1984’an şaxên xwe yên neteweyî berdan û rê li ber şertên şerê neteweyî yê şoreşgerî vekir û bivênevê vê yekê em ji nêz ve bi têgînên desthilatdarî û dewleta netewe re rûbirû kirin. Me şer bi hêzên gel dimeşand. Çi feodal û çi jî bûrjûwa di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Gavavêtin û çûyîna me ber bi aliyê neteweyî ve têgîna şerê gel bêhukim nedikir. Li şûna netewetiya bûrjûwayê hêdî hêdî têgîneke mîna netewetiya gel pêk dihat. Dema ku em di vê çarçoveyê de li tevahiya Kurdistanê binêrin em dikarin van tespîtan bikin:

a- Li Kurdistana Iraqê ji serê salên 1920’an ve, nexasim piştî parçebûna di salên 1920’an de li cem tebeqeya jor liv û lebatên ku em dikarin weke milliyetgiriya paşvemayî bi nav bikin bi lez bûn. Tevger ji çarçoveyeke teng a rewşenbîran derketibû û bûbû xwedî xisleteke girseyî, lewma vê yekê wê milliyetgirî bi lez bikirana. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn îlana PDK’ê li ser riya milliyetgiriyê gaveke girîng îfade dike. Komara Mahabadê weke tecrûbeya pêşî ya mîllî balê dikişîne ser xwe. Şerê gerîlla yê di sala 1961’ê de li Kurdistana Iraqê derket holê, li tevahiya Kurdistanê hestên milliyetgir hişyar kirin û ew bi hêz kirin. Tevî têkçûna tevgerê û bi sedema nakokiyên hundir parçebûna wê, bi xisleta federe be jî bûyeran ew neçar kir ku ber bi desthilatdariyeke neteweparêz a Kurd, ber bi dewletdariyeke netewe ve biçe. Dewletdariya netewe ya Kurd a bi desteka Emperyalîzm û Siyonîzmê, bi kêmanî bi qasî dewletdariya netewe ya Îsraîlê ya li Filistînê weke modeleke xwedî girîngî di dewrê de hiştin. Ev xusûs gelekî girîng e. Çawa ku biryar didin, dewleta netewe ya Tirk, ya rastî, şoreşa komarê ji salên 1923’an ve weke dewletekê û ji salên 1925’an ve jî bi xisletên dewleta netewe weke Proto-Îsraîlekê difikirin (Di vê mijarê de hewcedarî bi lêkolînên berfireh heye), bi derengî be jî piştî salên 1945’an jî bi pêşengiya PDK’ê bi heman awayî biryara modeleke Kurd a Proto-Îsraîlê didin. Cudahiya di navberê de zeman e, û xisletên hêzan ên cuda yên mîllî ne. Ango ji bo paşerojê û ji bo ewlekariya Îsraîlê weke Proto-Îsraîlekê hewcedarî bi avakirina dewletên netewe yên Kurd û Tirk heye. Dewleta netewe ya Tirk a Proto-Îsraîl bi CHP’ê pêk anîn, li cem Kurdan jî bi PDK’ê dewletoka netewe ya Proto-Kurd pêk tînin.

Ez difikirim ku paşê bi awayekî berfireh li ser vê mijarê rawestim, lê ji bo ez Herêma Federe ya Kurd a piştî salên 1990’î di çarçoveya Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Kendavê de ket dewrê rast şîrove bikim, min îşaret pê kir. Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1990’î dest pê kir ew bû ku li ser riya diçû dewleta netewe ya Kurd gavê biavêjin. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya Dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Emerîka, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya Kurd a ku dewletên netewe yên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin. Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pirr eşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike û dixwazin bi netewetiya dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên dewletên netewe Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine. Ev hem weke têgîn û hem jî weke diyarde bi vî awayî bû. Çiqasî ji têgîna neteweya demokratîk şax diçûn, rastiya behsa wê tê kirin bêhtir derdiket holê. Bi Şerê Kendavê yê Duyemîn re (2003-2010), ji derketina holê wêdetir, ev rastî bi temamî weke diyardeyekê berbiçav bû. Di vê pêvajoyê de xusûsa bingehîn a îspat bû ew e, PKK wê nikaribe dewleta netewe ya Kurd ava bike, wê nikaribe damezrîne, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve rewşa wê derfet û îmkan nade, lê netewetiya gel a weke potansiyel di avabûna wê ya îdeolojîk de heye wê weke neteweya demokratîk a alternatîf pêk bê, û kes nikare wê ji vê bike.

b- Neteweya demokratîk ne bi tenê têgîn e, weke rastî jî berbiçav dibe. PKK’ê di dema qonaxa koma îdeolojîk de têkoşîna li dijî milliyetgiriya neteweya bindest û serdest meşandî, di çarçoveya tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de dîsa li dijî herdu dewletdariyên netewe weke têkoşîna neteweya demokratîk dewam dike. Dewletên netewe yên serdest bi tenê bi hêzên zorê yên eşkere yên li ber çavan û hevkarên xwe yên bi peran hewl didin li ser piyan bimînin, lê tevî milliyetgiriyên li dora wê hemûyan, tevî destekdarên wê yên hundir û derve hemûyan, tevgera neteweya demokratîk wê dorê li dewletdariya netewe ya Kurd bigire û wê tecrîd bike. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku alternatîfa dewleta netewe û alternatîfa neteweya demokratîk hewl didin bi hev re rol bigirin.

Di Şoreşên Fransî û Rûs de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di zikhev de pêk hatine. Di Şoreşa Kurdistanê de jî ev herdu alternatîf ji hev cuda dibin, di navbera wan de xeta îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê zelal dibe û ev bûyereke dîrokî ye. Heta niha di tevahiya şoreşên modern de yan bi temamî serdestiya tebeqeya jor an jî berevajiyê wê serdestiya tebeqeya jêr xwedî hukim bû. Dema bi hev re bûn, yan jî wexta ji hev cihê bûn, sînorên zelal di navbera xwe de danedianîn. Têkoşîna yek a din tesfiye bike kiribûn rêbaza sereke ya têkoşînê. Ji bilî bi hêz kirina modernîteya kapîtalîst, ev rewş bi kêra tiştekî din nedihat. Hem di navbera herdu çînan de hem jî di navbera herdu neteweyan de têgihiştineke şaş a têkoşînê hebû. Herçiqasî di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê Kurdistanê de ev rewşa şîlo ji serî ve bişibe mînakên beriya xwe jî têkoşîna zêde û dijwar di encamê de cudabûn bi lez û zelal kir. Di vê pêvajoyê de PKK ne bi tenê ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bihurî, bi awayekî îdeolojîk ji dewletdariya netewe ya bûrjûwaziyê ya ji nava sosyalîzmê derketî jî bihurî ango pirsgirêka netewe ji pirsgirêka avakirina dewleta netewe derxist û li şûna wê modeleke di kategoriya neteweya demokratîk de ava kir ango gel bi xwe, xwe weke neteweyeke azad û wekhev pêk tîne. Kategoriya neteweya demokratîk hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka neteweyî ve kir modeleke alternatîf. Neteweya demokratîk kir hêmana herî girîng a modernîteya demokratîk (Hêmanên din ev in: Îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal a ku karê li derve dihêle). Ji dewletdariya netewe ya Hegelî ku ji sedûpêncî salî zêdetir li serê sosyalîzma zanistî bû bela bihurî û li sosyalîzma herî nêzî zanistê rê vekir. Bi vî awayî di avakirina sosyalîzma felsefî, zanistî, exlaqî û estetîk de alîkariya herî girîng kir.

c- Tevî vê alîkariya dîrokî ya di qada teorîk de, di qada pratîkî de, di rewşa berbiçav a rastiya civakî ya Kurd de pêkhatina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk bi lez bûn. Sînorên di navbera Kurdên çar parçeyan de bi pêkhatina neteweya demokratîk bêkêr bûn. Sînor ji bo dewletên netewe her tişt in, lê ji bo neteweya demokratîk ketin rewşa ne tiştekî. Neteweya demokratîk di zêhnê gel de weke şoreşa herî girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin. Çerxên mekanîzmayên qirkirina çandî ya dewletên netewe yên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî bi giranî vala digerin û her beşê gelê Kurd ê li van parçeyan, bûn parçeyekî avaker û afirîner ê neteweya demokratîk. Şerê gel ê şoreşgerî ne bi tenê qirkirina çandî ya hegemonya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst û komploya dewletdariya netewe ya ajan derxist holê, jê hat ku weke alternatîf li her parçeyî neteweya demokratîk di zêhnê her mirovê Kurd ê durist de û di bedena her civaka Kurd de pêk bîne û ev serketineke mezin e. Li ser vî bingehî, di serî de gelên cîran ango gelên Tirk, Ereb û Fars, çandên hindikayiyên din û gelên tesfiye bi serê wan de hatine (Ermenî, Grek, Suryanî û yên wekî wan) ji bo weke koma neteweyên demokratîk di nava xwe de bi dostanî piştgiriya hev bikin û bi rola pêşengiyê ya di avakirina modernîteya demokratîk de rabin û vê serketina dîrokî li nava herêmê û dinyayê bi pêş bixin, derî bi temamî vekirine.

]]>
https://yps-online.org/rastiya-neteweya-demokratik-u-berxwedana-gele-kurd/feed/ 0
ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ AZADIYA GELÊ KURDE https://yps-online.org/sere-gele-soresgeri-azadiya-gele-kurde/ https://yps-online.org/sere-gele-soresgeri-azadiya-gele-kurde/#respond Fri, 19 Mar 2021 12:42:50 +0000 https://yps-online.org/?p=17133 RÊBER APO

Gava ku çareseriya demokratîk pêşnekeve, wê sê îhtîmal derkevin holê. 1- Dibe ku şerê gel ê şoreşger ê ku bi giranî şerê gerîlatiya çiya ye û gel jî di nav de ye, pêşbikeve. 2- Dibe ku li bajaran bi Konseyên Bajêr û Konseyên giştî yê Bajêr re, serhildanên bajêr ên bi tarzê serhildana sovyetîk û komîn pêş bikevin.  3- An jî wê bi gerîlatiya di tarzê şerê ji rê derketiye (yozlaşmiş) yê tê zanîn ku heya îro tê dewamkirin, bidome. Min behs kir ku ez ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan dixebitim, lê belê ger em bersiva van hewldanên xwe nebînin, ka wê çi biqewimin. Min îfade kir ka wê di rewşeke wisa de û bi hatina meha Adarê re çi pêşbikevin. Ev daxuyaniyên min ên derbarê meha Adarê de jî, ne bangewaziya şerekî ye.

Şerê gel ê şoreşger; an wê weke şerê gerîla yê qlasîk ji rê derbikeve yan jî ger li ser bingeheke rast were biserxistin, dê ji me re azadiyê bîne. Min her tim gerîlatiya ku nêzî 30 salin tê meşandin rexne kir. Ez naxwazim pir bi ser gerîla de biçim, ji ber ku ez dizanim gerîlatî pir zehmet e, fedekariyên pir mezin dixwaze. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e: gerîlatî wisa li Amedê ku herî zêde tu li wir birêxistinkiriyî, bi bombe danîna kêleka riyan û erebeyan re çênabe. Jixwe te li wir gel birêxistin kiriye, ma tu li wir çima pêwîstî bi çalakiyên wisa veşartî dibînî, çi feydeya vê heye?

Belê, divê bi vî tarzî nebe. Ji niha û pê ve feresata parastina cewherî ya ku wê were pêşxistin, her cure birêxistinbûna gel e, divê yekîneyên parastina cewherîn ên ku gel di nav de cih digrin, werin pêşxistin. Ya din jî dema ku ez dibêjim parastina cewherî, hertim çek tê fêmkirin. Pêdiviya civakên herî demokratîk jî bi xweparastinê heye. Ev nayê wateya çekê. Xwepêşandanên girseya demokratîk jî şêweyeke parastina cewherî ye. Bo mînak; ger li Amedê gel bi rojan weke Misrê ji kolanan dernekeve, daxwazên xwe bîne ziman, vaye wê demê dê aştî were. Wê demê binêrin ka dê AKP bimîne yan nemîne, vaye wê demê Erdogan bi xwe dê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze. Wekî din hêza wan jî heye ku bi milyonan kesî li Amedê bicivînin. Ev rêbaz jî parastineke cewherî ye. Ez li riyên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan digerim. Her ku cihê wê hatiye ez diyar bikim;  ev pêşketinên li Tûnûs û Misrê jî ev nîşan dan; min beriya bi salan û di paraznameyên xwe de diyar kiribû ku  salên 2000’î wê bibe bihara gelan. Pêşketin, vê pêşbîniya min piştrast dikin.

Pêşketinên li Misrê dibe ku li Tirkiyê jî rê li ber lêpirsînekê veke û bandor bike. Belê, dibe ku bandoreke wê ya wisa çêbibe. Em ji berê heya niha dibêjin ku dê rejîmên dîktator ên li Rojhilata Navîn bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk re werin derbaskirin. Çareseriya Konfederalîzma Demokratîk, yekane çareserî ye. Wekî din nirxandina min a meha Adarê jî şaş tê fêmkirin, bal kişandina destpêka meha Adarê jî ne îlana rojeke îsyanê ye. Berevajî vê, armanca me li vir pêkanîna çareseriya pirsgirêkê ye. Ger rêyên çareseriya demokratîk bixetimin, wê demê bixwazî nexwazî dê şîdet bilind bibe, ev tespîta rewşekê ye. Xitimandina riyên çareseriya demokratîk tê çi wateyê; tê wateya destpêkirina demeke ku digihîje heya qutbûnê.  Em dixwazin pêşiya vê bigrin û çareseriya demokratîk pêk bînin.  Hemû hewldana me ji bo vê ye. Ji bo ku çek ji dewrê werin derxistin, divê rêyên demokratîk werin vekirin. Divê bêçekbûn wisa were destgirtin. Beyî ku rêyên demokratîk vebin, behsa bêçekbûnê kirin, xeteriyek e.

Niha li pêşiya me du rê hene. Çareseriya destûra bingehîn a demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî. Di vebijêrka yekem de yanî di çareseriya destûra bingehîn a demokratîk de ev heye: Ev hemû protokolên ku hatine çêkirin, wê bikevin pratîkê, jixwe ev protokol tiştên pir berbiçav, eşkere û pêşîlêveker in. Ruhek û esasên van protokolan hene. Hikûmet wê van protokolan wekî heyî yan jî tiştên ku li ser van prensîb û esasan bike diyar bike û van bixe pratîkê. Di vebijêrka duyem de jî, ger çareserî bi pêş nekeve, wê şerê gel ê şoreşgerî destpê bike. Wê demê ne 3 hezar kes, wê 300 hezar kes werin girtin. Ne 50 hezar kes, wê 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bide. KCK jî dibêje; ji her cure îhtîmalê re amade ne, dikarin şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin û xweseriya demokratîk îlan bikin. 8 aliyên çareseriya demokratîk hene. Xweseriya demokratîk, tenê yek ji van e. Ger çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bi pêş nekeve, wê bi xweseriya demokratîk re 7 aliyên wê yên din jî bixin pratîkê.

Esasên şerê gel ê şoreşgerî diyar in. KCK dibêje ku dikare vê bike. Ger şerekî wisa bi pêş bikeve, wê rewşa şer û aloziyek mezin derkeve. Ger KCK nikaribe vê bike, ez ê wan jî rexne bikim, ez 30 sal in rexne dikim. KCK çekdar e, dizanê şer bike. Bila belav nesekinin û ewlekariya xwe bistînin.

AKP, nêzî çareseriyê nabe. Hikûmet, li hemberî Kurdan pir bi zalimtî hiqûq û qanûnan dixe dewrê û hewl dide wan tasfiye bike. Ev, rewşeke pir xeter e. Birêz Erdoğan, rewşa we ya îro dişibe rewşa Sedam a dema êrîşî Kuweytê kir. Emerîka, ya rastir Îngilîstan çawa ku berê Sedam da Îranê û paşê jî da Kuweytê, niha jî te rêdike Lîbyayê û Sûriyeyê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî çû ser Kurdên xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn li pişta we bi hêza Emerîkayê re li hemberî Kurdan şer dikin. A rastî, ev dafikek mezin e. Ev dafik, dafikeke ku ji bo we jî hatiye danîn e. Heman wekî Sedam. Sedam xistin defikê. Ez li vir eşkere bang li we dikim. Di heman demê de ji we re nameya min a eşkere ye. Neyên vê lîstokê. Tavilê vê bi dawî bikin. Berê xwe bidin çareseriya destûra bingehîn a demokratîk.
Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ya dimîne şer e. Em ê wê demê jî, bi kêfxweşî şer bikin.
Meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşgerî, ne ewqas hêsan e. Me hewl da ku em heya îro vê têkoşînê bi hêjayî bi cih bînin. Divê li hemberî van polîtîkayên sextekar, têkoşîna demokratîk û şoreşgerî were bilindkirin.

Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoyeke ku du aliyê wê hene ye. Aliyê yekemîn; di hevdîtinên ku ez bi heyetê re çêdikim de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk a ku em hewl didin bigihîjinê ye. Dema ku li vir ev hevdîtin û hewldanên min didomin, divê amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî jî ku aliyê duyemîn ê pêvajoyê ye, bidomin. Ji bo ku ez çareseriya destûra bingehîn bi pêş de bibim, divê KCK bi amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî re destek û piştgiriyê bide. Yanî, divê şerê gel ê şoreşgerî û xebatên çareseriya destûra bingehîn bi hev re bimeşin. Ji ber vê sedemê, em niha şerê gel ê şoreşgerî an jî şerê di asta navîn de esas nagirin. Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk esas digirin. Wekî min got; divê amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî û xebatên çareseriya destura bingehîn bi hev re werin pêşdebirin.

Heyetê di hevdîtina ku me çêkiriyê de behsa zoriyên pêvajoyê kir. Gotin ku vaye hilbijartin nû hatiye çêkirin, meclîs ne vekiriye, ji nû ve kombûna wê û avakirina hikumetê wê dem bigire. Li hemberî vê, ez jî dibêjîm ku zoriyeke din jî ya ku pêvajoyê dixe zoriyê heye. Ew jî dirêjkirina pêvajoyê ye. Dirêjbûna nediyariyê xeter e, di nav xwe de gelek rîskan dihewîne, min ev ji wan re jî got. Di vê wateyê de ev operasyonên leşkerî yên didomin, pevçûn û windahiyên çêdibin, dibin mijareke din a ku pêvajoyê dixe zoriyê. Divê baş were bikaranîn. Dikare baş bidine çapemeniyê jî. Ev pêvajo, her ku nediyarî dirêj bibe, dibe ku hatina çareseriyê jî zor bibe, rewşeke wisa dijwar heye. Ji ber ku pêvajo her dirêj bibe, pevçûnên çêdibin, wendahiyên tên jiyîn û girtinên tên çêkirin şensê çaresêriyê jî kêm dikin, dema ez dibêjim rewşa dijwar, ez behsa vê dikim. Vaye di bajaran de her roj bi dehan girtinên ku çêdibin, yek ji sedemên ku pêvajoyê dixe zoriyê û rîskê çareseriyê zêde dike ye. Bêyî ku cudahiya jin, zar û zêç were kirin, hema bêje wekî keriyan girtin çêdibin. Her roj li hin deveran 15-20-30 kes tên binçavkirin û girtin. Ev binçavkirin û girtinên wiha, ciwanan ji siyasetê qut dikin û berê wan didin çiyê, tevlîbûna gerîla jî zêde dikin. Vaye dema ez dibêjim xeteriyên dirêjbûna pêvajoyê, ya ku ez behs dikim ev e. Her ku pêvajo dirêj dibe, di vê wateyê de şansê çareseriyê jî kêm dibe. Yek ji van girtinan jî ne hiqûqî ye, ev bi temamî tewşiyek (saçmalik) e. Ma wisa bi hezaran kes di bin navê endamên rêxistinek veşartî ne, têne girtin û rêxistinek veşartî ya ku bi hezaran endamên wê yên sivîl hene çêdibe? Bi ser de jî, li ser yek ji van kesên ku hatine girtin çek mek jî tune ye. Berê di ser JÎTEM’ê re ev bi kuştinê dikirin, niha di ser polîsan re bi giştî digirin. Eşkereye ku AKP, bi asta jorîn a Ergenekonê re ku jê re tê gotin dewleta kûr re jî li hev kiriye. Ez di vê xalê de dixwazim bang li ciwanan jî bikim. Bila xwe wisa hêsan nedin girtin, tedbîrên xwe bistînin, wekî mîhan xwe nedin girtin. Divê ciwan di vê mijarê de xwe bi rêxistin bikin. An bila xebatan nemeşînin, an jî ger dimeşînin bila tedbîrên xwe bigirin. Bila xwe hêsan nedin girtin, ger pêwîst bike bila xwe bispêrin Gabarê. Wekî din, pêwîst nake ku di wan çalekiyan de wisa molotofan çawalêhato(gelişigüzel) biavêjin vir de wir de, ev jî mijareke ku pêvajoyê dixe zoriyê. Wê berxwedana wan a şoreşgerî çêbibe, lê ev ne avêtina molotofan bi çawalêhato vir de wir de ye. Ger pêşî li girtina ciwanan naye girtin, ev berpirsiyariya KCK’ê ye. Ez vê ji bo gerîla jî dibêjim. Ger biçin ser wan û êrîş bikin, wê bi derfetên di dest xwe de qat bi qat bersivê bidin. Ev her dem wisa ye. Bi misogerî ji bo ku xwe nedin tunekirin, wê xwe bi her awayî biparêzin. Ev parastina rewa ye.

Wê nirxandinek min a der barê dema dawî çêbe. Cara dawî wê li vir bi min re hevdîtinek din were çêkirin. Bi îhtimaleke mezin wê hefteya li pêşiya me çêbibe. Piştî 15’ê Hezîranê li pêşiya me sê vebijêrk hene. Vebijêrka yekemîn; vebijêrka ku heya îro bi awayê yekalî dewam kiriye û zêdetir rewşeke kaotîk nîşan dide ye. Rewşeke ku tam ne diyar e ka agirbesta yekalî heye an tine ye û zêdetir kaotîk dewam dike ye. Ez, behsa rewşa heyî ya ku ev çend salên dawî didome, dikim. Dibe ku ev rewş piştî 15’ê Hezîranê bidome. Di vebijêrkek wiha de, wê rewşa mehfkirina Kurdan a AKP’ê jî bidome.

Vebijêrka duyemîn; vebijêrka Qendîlê ye. Qendîl, şerê heyî derxistina şerê asta navîn e. Qendîl, PKK û KCK li ser pêvajoyê sekinîn û şer derxistina asta navîn e. Berê ji vê re digotin; asta navîn, niha çi dibêjin, ez nizanim. Ma hêzek wan a wisa heye, ma dikarin şer derxin asta navîn, ma ji vê re amade ne, ma xwedî hêz û amadekariya ku vê bikine, ez nizanim. Ev şerê asta navîn, parastina pasîf-aktîf û hwd. jî, di vê rewşê de têgehên nepêwîst ên ku wateya xwe winda dikine. Ez nizanim, di rewşeke wiha de wê dewlet jî li hemberî vê, Qendîlê li ber çavan bigire an negire. Dewlet jî wê li hemberî vê rewşê amadekariya xwe bike û rêbaza xwe pêk bîne.

Vebijêrka sêyemîn; meyla min e. Vebijêrka yekemîn meyl û helwesta dewletê, vebijêrka duyemîn meyl û helwesta Qendîlê, vebijêrka sêyemîn jî meyla min a çareseriyê ye. Vebijêrka seyemîn, projeya çareseriya demokratîk a ku min pêşkeş kiriye ye. Lê belê ji bo ku ez vê vebijêrka seyemîn pratîze bikim jî hin şertên min, ya rastir ne şertên min, lê hin koşulên min wê hebin. Ez van weke şert nadim pêş, lê belê ji bo ku ez vebijêrka sêyemîn bikaribim pratîze bikim, divê sê-çar koşulên wiha werin bicihanîn. Ez li vir ne di wê rewşê de me ku bikaribim rêbertiya pratîkî bikim, ji ber ku ez girtî me. Ne mumkin e ku şert û mercên niha hene jî, ez zêdetir bikaribim bidomînim. Ger dewlet girîngî bide vê meyla min a rêya sêyemîn û li ber çavan bigre, wê demê ez ê ji bo pêşketina çareseriya demokratîk bikevim dewrê û ya ji destê min bê bikim. Ez ji çareseriya ku di rewşeke wisa de bi pêş bikeve re dibêjim, çareseriya destûra bingehîn a demokratîk. Ger ev çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bi pêş bikeve, wê li Tirkiyeyê gavên demokratîkbûnê yên girîng bi pêş bikevin. Girêdayî vê çareseriyê wê PKK jî were bêçek-kirin. Ez alîgirê çareseriya demokratîk û çareseriya destûra bingehîn a demokratîk im. Ger dewlet van koşulên min qebûl bike û derfetê bide çareseriya demokratîk jî, ez ê muzakereya vekirî û her tiştî bi awayê vekirî bimeşînim. Ger hefteya li pêşiya me bi min re hevdîtin çêbibe, dibe ku hinekî zelal bibe. Lê belê, divê AKP ji bo vê bidaxwaz be û çareseriyê bixwaze. Dibe ku dewlet jî tercîha xwe ji bo vê çareseriyê bi kar bîne. Lê belê na, ger AKP bêje; “ez ê her tiştî yekalî bikim”, ez ê jî bi misogerî vê qebûl nekim û xwe vekişînim. Wê vebijêrka yekemîn an jî duyemîn bikeve dewrê. Ya rastir, wê her kes hewl bide vebijêrka xwe bixe dewrê.

A rastî min wê di sala 2003’yan de rewşa heyî bi dawî bikira, ez di meyla ji dewrê derketinê de bûm. Wê demê PKK jî di meyla bi dawîkirina rewşa heyî û li hemberî AKP’ê rêbazên tundtir bikaranînê de bû. Lê belê ji bo ku AKP di desthilatiyê de nû bû, min xwest şensekî bidim wê. Min AKP asteng nekir. Tevî ku pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hebû, ma 2004 bû, min şer sînordar kir. Jixwe ji min re agahî şandin. Bi wesîleya ku sala duyemîn û sêyemîn a desthilatiya AKP’ê ye û nû ne û ji bo ku ji wan re hinek dem û firsend were dayîn bangewazî kirin. Min dîsa di vê mijarê de ji bo ku çareseriya demokratîk bikaribe were bi pêş xistin, firsend da wan, lê belê min fêm kir ku heya îro tim di meyleke mijûlkirinê de ne. Min baweriya xwe ya bi çareseriya demokratîk re û pêwîstiya wê jî li ber çavan girt û tim bisebr li bendê mam. Ger heya 15’ê Hezîranê daxuyaniyeke der barê ku wê kurdan jî tevlî çareseriya destûra bingehîn a demokratîk bikin û çareser bikin nedin û gavek berbiçav neavêjin, ez ê şensekî duyemîn nedim AKP’ê û bi misogerî cara duyemîn şens nedim! Ger AKP bêje; “na, ez ê destûra bingehîn yekalî çêbikim, formula xwe pêk bînim û bi ya xwe bikim”, ev îlana şerekî ye. Li hemberî îlana şer jî, wê çawa bersiv were dayîn diyar e.

Di rewşek wiha de ez jî tê de ne Qendîl, ne BDP û ti kes wê nikaribe pêşiya gel bigire. Jixwe Qendîl wê helwesta xwe diyar bike. Min berê jî got; di rewşeke wisa de pêşiya gel girtin elçaxtî ye. Belê, ez heman wisa dibêjim; elçaxtî ye. Û di rewşek wisa de Qendîl jî BDP jî wê pêşiya gel negire. Ger ez jî pêşiya gel bigrim, pêşiya nerazîbûnên demokratîk ên gel bigrim, divê rexneyên pir tund ji min re jî werin kirin. Ez dubare dikim; ez alîgirê çareseriya demokratîk im. Lê belê ger pêşiya çareseriya demokratîk neyê vekirin, ez ê bi misogerî şensekî din nedim AKP’ê. Ger şensekî nedin çareseriya demokratîk, AKP formula xwe ferz bike, wê hejmara binçavkirin û girtinan a heyî qat bi qat zêde bibe û derbasî demeke pir bi êş bibe. Wê ji vê, dewlet û her kes zirarek mezin bibîne.

Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, wê dewlet û Qendîl beramberî hev bimînin, her kes rêbaz û çareseriya xwe ferz bike. Di vê rewşê de dibe ku hin di navberê de bimînin. Hin rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê yên ku dibêjin em di navberê de mane jî, dikarin xwe bispêrin KCD’ê û tê de cih bigirin. Di rewşeke wisa de KCD wê erka sîwan a beşên cuda û yên di navberê de mane bi cih bîne. Hin rêxistinên civaka sivîl dikarin di nav KCD’ê de xebatên xwe bimeşînin û tê de cih bigirin. Dikarin bi her du aliyan re jî hevdîtinan çêbikin, dibe ku kêmek jî be ji bo çareseriyê piştgiriyên wan çêbibin. Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, dibe ku şer û pevçûnek mezin biqewime. Wê her kes ji vê zirarê bibîne û winda bike. Di vê rewşê de KCD, wê disa xebatên xwe bidomîne. Tiştêkî pir zêde ku BDP jî bikaribe bike namîne, ya rastir, dibe ku tiştên bisînor ên ku bikaribe bike hebin. Dîsa jî bisînor jî be wê xebatên xwe bidomîne, tiştên ku bikaribe bike, wê bidomîne. Rewşa pêşketina çareseriya demokratîk jî, rewşa qewimîna şer jî, her du rewş jî, li gor berjewendiyên Kurdan in. Divê ji her du rewşan re jî amade bin. Ev, mijarên dîrokî ne, girîng in.

]]>
https://yps-online.org/sere-gele-soresgeri-azadiya-gele-kurde/feed/ 0